31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Navê jiyana nû: Nûjiyan Erhan

Nûjiyan Erhan ku bi navê xwe jiyan û nûbûn yek kir û bû berxwedêrek sembol û çavkaniya îlhame, ji çapemeniya civakî re jî dibe rehber.

Nav, çand, erdnîgarî û bîra dîrokî dihewîne. Her navek xwedî wateyek  cuda ye. Navên ji zimanên qedîm tên hîn watedarin. Wek navê Nûjiyan. Navekî giranbihaû watedar e.

Nûjiyan… Nû û Jiyan… Yanî vejîna ji nû ve. Navê hebûna ji nû ve vejînê ye. Nûjiyan  îfadeya berxwedêrî û mezinkirina jiyanê ye.

Nûjiyan Erhan rojnameger bû. Di ser qetilkirina wê ku ji aliyê Pêşmergeyên Roj yên girêdayê PDKê ve hat qetilkirin 8 sal derbas bûn. Nûjiyan Erhan di 22yê Adara 2017an de hat qetilkirin.

Nûjiyan di 1987an de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hat dinê. 8 xwişk û bira bûn. Bavê wê karmend bû û ji ber karmendiyê li navenda Rihayê bi cih dibin. Nûjiyan xwendekarek serkeftî bû. Fakulteya mîmariyê qezenc dike.

Lê li aliyê din jî li dijî şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng namîne. Dema zanîngehê dixwînê biryar dide û di sala 2005an de berê xwe dide çiyê. Nûjiyan wek mertala zindî diçe çiyê û ji Qendîlê venagere. Di jiyana Nûjiyanê de pêvajoyek nû dest pê dike. Êdî ew rojnamegerek bû. Li Qendîl, Başurê Kurdistan û herî dawî jî li Şengalê rojnamegerî kir.

Nûjiyan di navbera 2013 û 2014an de bû  şahîda êrişên DAIŞê û têkoşîna jinên êzidî ya li dijî DAIŞê. Du salan li Şengalê ma. Êrişên DAIŞê bi hemû cîhanê da bihistin. Hewara jinên êzidî bi cîhanê da bihistin.

Nûjiyan zilma DAIŞê ya li jinên Êzidî ji rayagiştî ya cîhanê re ragîhand. Lê çîroka wê ji êşên hatine jiyîn wêdetir temsîl dike. Berdana jinê û gelê Êzidî ya li dijî fermanê, çawa bi 12 suwariyan  rêxistin kirine, kir belge.

Li çiyayên Şengalê dema gav ji bo jiyana nû dihatin avêtin, Nûjiyanê jî ev hemû kêlî bi kêlî dişopand, heta hêzên pêşmergeyên girêdayî PDKê di 3yê Adara 2017an de êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Di wê kêliyê de jî Nûjiyanê kamera û wênekêşa xwe girt destên xwe û têkoşîna Şengalê ya li hemberî PDKê bi cîhanê da ragihandin. Dema hêzên PDKê êrîş kir, rojnameger Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û bi rojan li nexweşxaneya Hesekê ya Rojava di beşa Lênêrîna Awarte de têkoşîna jiyanê da. Nûjiyan piştî têkoşîna 19 rojan di 22yê Adarê de jiyana xwe ji dest da.

Nivîsên Nujiyan Erhan li ser azadî û berxwedanê fikr û nêrîn kûr dihewîne.  Nûjiyan ji bo hemû jinan dibe çavkaniya îlhamê.

Bîranîn û mîrate

Nûjiyan Erhan wek  rûyê berxwedan û çapemeniya azad, bi çîrk, jiyan û nvîsên xwe wek parçeyek girîng a têkşîna azadî û dîroka kurd tê bîranîn. Mîrateya wê ya rojnamegeriyê bi taybet ji bo gelek rojnamegerî dibe îlham.

Ne tenê navek

Nûjiyan Erhan ne tenê naveke; manîfestoyek, helbest û hêvî ye. Seransrê dîroka mirovahiyê, rewşa daxwaza vejîna ji nû ve ye. Ew bi navê xwe têdikoşe û dibêje Çi dibe bila bie jiyan ji nû ve dest pê dike.”

Çavkanî: JINNEWS