12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navê ‘Akinci’ û ‘Kizilelma’ çi peyamê didin?

Medya tirk, di salên dawî de pir pesnê çekên mirovkuj dide û her roj dinivisîn ku bi dehan dewlet ketinê dorê ku wan bikirin. Derdê min ne başi, xerabî yan firotina wan e, berî hertiştî navên wan sîlehan bala min kişand. Helbet dema dewletek an şîrketek fabrîkayekê çêdike yan amûrekî derdixê, rêvebirên wê berê li ser navê wî/wê dûr û direj niqaşan dikin û di dawiyê de navê layiqî dewlet û şîrketa xwe hildibijerin. Di navlêkirina van balafiran de, dibê ku dewletê bi şîrketa derdixe ve biryar bi hev re girtibin û ew îhtîmal zêde ye. Lê ku û çawa biryar girtibe bila bigire, bala me navên hatine hilbijartin kişandin û ew peyamên balkeş didin.

Cureya duyêmîn a van firokan navê wê `Akinci`, ya sêyemîn jî `Kizilelma` ye û her du jî balafirên şer ê bêmirov in ku kurd ji nêz ve wan nas dikin. Gelo ew nav têne çi watê û bi ve yê dixwazin çi peyaman bidin? Wekî bê texmînkirin ji navên tiştekî re jî mirov dikare peyam, armanc, mentalîte û xeyala dewlet, şîrket û mirovan bixwîne. Di serî de gereg bê gotin ku her du nav jî bi dîroka osmaniyan re girêdayî ne. Navê akinci mirov dikarê weke tîmên pêşengê şer an eskerên nenîzamî yên ku diçin ser dijminan, kizilelma jî ji alî Ziya Gokalp ve wek ruh, xeyal, armanca pîroz a `li welatê mezin` digerî yan wê dixe bindestên (tirkan) xwe tê şîrovêkirin. Helbet kesên ku dîroka tirk û osmaniyan xwendine dizanin ku çawa qala akinciyên xwe dikin, pesnê wan didin ku Anatoliya çawa dagir kirine û dijmin tarûmar kirine. Yên biryara vî navî dane dixwazin bibêjin ku ev sîlahan jî akinciyê ve serdemê ne û em ê bi van êrîşî ser dijminan bikin. Di vir de peyama girîng a bê xwendin ew e ku hîna jî mentalîteya osmanî ya ye êrîşkar, dagirker, fetîhcî bi awayekî modern        berdewam dike.

Navê modela firoka seyêmîn jî wek me gotî Kizilelma ye. Çima ne navekî modern lê Kizilelma? Kizilelma di kurdî tê wateya sêva sor. Navêkî wiha bê wateya xxya bike jî rabirdûyeke wê ya dîrokî heye. Yek jî dema navê sêvê derbas dibê, çekên kîmyewî yên Sedam tên bîra mirovan! Dema Helebce bombêbaran kir, bîna sêvan bi ser çiya û baniyan ketibû û penc hezar kurd bi vê bînê şehîd xistibûn. Ji ber wê ez ji peyvên bi sêvan re eleqeder nefret dikim! Lê bikim jî nekim jî biryara navan min nedayê û aşkere ye ku kesên nav danînr je pir hez kirine. Her çiqas yekser ne wek a Sedam bê jî, di encama bikaranîna van firokan de armanceka nêzikî vê di bingeha vî navî de heye.

Çi ye ew? 

Di destpêka komara Tirkiyê de, îdeologên tirkan yên dîrokî, siyasî, civakî, çandî û hinekên bi eslê xwe kurd ê wekî Ziya Gokalp, dîtin ku fikrên `osmanîtî´û `îslamî` şêniyên li Anatoliyê êdî nikarin li cem hev bigrin.

Xeteriyên li peş tirkên li Anatoliyê zêde bûn. Dibû ku şerê navxweyî derkeve û dewlet bela bibe, piştî wê dewletên dînî û netewî yên biçûk derkevin holê. Ya jî dikaribû di seri de kurd, sûryan, çerkez, laz, ereb û miletên dinê li vê axê dijîn, her yekî dewletê xwe dameziranda. Di encameke wiha de neteweyeke bi navê `tirk` jî nedima ya jî beşeke pir lawaz wê bima. Ji bo ku pêşiyê li ve yekê bigrin û netewên li Anatoliyê di nav beroşa `çandî, rûhî û armancên xeyalî` de bikin yek û jê miletekî derbixin fikrên `tûranî`avêtin holê. Bingeha vê fikrê jî ji dîrokzanên Ewropî yê ku dîroka osmaniyan biçûk dixistin dihat. Bi taybet jî Vamberyê macar bavê vê fikrê bû û xwe wek nûnerê tûranî yê li Macaristan didît. Aqilmendên tirk û yên devşîrme bi çar lepan li wê xwedî derketin; komelê vekirin, rojnemê û kovar derxistin û şaîran helbestên `Tûran`, nivîskaran romanên `Arteşa Zêr` û Omer Seyfettîn jî çîrokek bi navê `Kizilelma` nivîsî û di wir de fikr û xeyalên tûraniyan yekitiya tirkên li cîhanê yê nijatperest nivisîn.

Li vir dixwazim kevanekê vekim, wekî heta roja îro hatî îdîa kirin û zanîn Tûr-Tûranî yan Tûranistan eleqeya xwe bi tirkan re nîn e û ew beşeke kurdan e! Ew babeta pirtûkan e lê ez ê di rojên peş de hewil bidim di nivîsekê de ve yekê binim ziman.

Rexmî kurdbûna tûr û tûraniyan jî, tirkên nijatperest xwedî lê derdikevin û dikin `ûlkû` an welatê mezin ê di xeyal û dahatûya wan de. Bi vî awayî piştî salên 1910an rewşenbîrên tirk û yên devşîrmê li dora hizra tûran kom bûn û xeyala Seyfettîn ji xwe re kirin armanca sereke.

Li gorî Seyfettîn û îdeologên din ê tirkan ê di bin bandora Ewropiyan de man, welat ne têne Turkiyê ne jî Turkistan bû, herêmeka hîn mezintir bû. Heta Seyfettîn, di çîroka xwe de welat; ”cîhê ku heta hespê padîşah çûyî” tarîf dike. Piştî vê serdêmê jî, hinekan carinan sinûorên aqil derbas dikirin, digotin ku `tirkek li ku be sînorên dewleta me heta wir diçe`. Bi kurtî, navê Kizilelma di bingeha xwe ji de dîtina nijatperest, êrîşkar, dagirker û qirkar digire.

Kesên wekî Z. Gokalp jî ew fikir li destpêkê wek tehlûkeyeka mezin dîtin û bingeha `tirkuticiyê` avêtin. Li gorî wan pêwîst bû di se merhalan de ew armanc pêk bihata. Yek, li ser erdzemîna li Anatoliyê yekîtiyek pêk bihata. Ji bo wê jî gereg kurd û miletên din li ser ve axê dijîn li destpêkê di alî çandî û rihî de nêzikî tirkan bihatana kirin an bihatana helandin. Merhala sêyêmîn jî `welatê mezin` bû. Ji bo van armancan pêwîst bû di serî de kurd, miletên din li Anatoliyê bihatana helandin. Dibe ku armanceke wî ya bi kuştin û tunekirina neteweyên din tune bû lê rêvebirên ew fikir girtine, her rê û rebaz ji xwe re heq dîtin. Ji bo wê, ji komkûjiyên li destpêka komarê bigire heta roja îro xeta kurd kuştin û tunekirine berdewam e.

Şîrket an dewleta ku îro ew nava li firoka mirovan dikuje kiriye, dixwaze bêjin ku di cihê hespê sultan de, firokên me şer ên bêmirov bi heman navî, bi heman hişmendî, armanc û xeyalê dikarin êrîşî ser derdoran bikin. Ew derdor dikarê Kerkûk, Misûl, Heleb, Selanîk an cihekî din be lê armanc û xeyal ew e! Ew hişmendiya ku osmaniyan ji bo xwe îdeal didîtin, mixabin îro jî hema hema bi heman awayî berdewam e û bê guman ew jî zirarê dide hemî gelan û tirkan jî.

Bi hêviya rojên firokên şer çênebin û cîhan bibe bihuşta gel û baweriyên cuda.