12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO’yê tetbîqata herî mezin a hewayî da destpêkirin

Tetbîqatek mezin a hewayî bi beşdariya nêzî 250 balafirên leşkerî û 10 hezar leşkerên ji 25 welatên endamên NATO’yê tê lidarxistin û ev yek wekî peymekê ji Rûsyayê re tê nirxandin

NATO mezintirîn tetbîqata hewayî di navbera 12 û 25’ê hezîranê de pêk tîne. Tetbîqata bi navê “Air Defender 23” ji 25 welatên endamên NATO’yê û hevkarên wan derdora 250 balafirên leşkerî beşdarî tetbîqatê dibin. Di nav van welatan de Japonya û Swêd jî heye ku hîn di pêvajoya endamtiya NATO’yê de ne.

Nêzîkî 10 hezar leşker dê beşdarî van tetbîqatan bibin, ku ji bo bihêzkirina karbidestî û parastina li dijî balafirên bêmirov û mûşekan di bûyera êrîşek li ser bajar, balafirgeh an benderên li ser xaka NATO’yê de hatine çêkirin.

Tetbîqat di serî de li Almanya, Komara Çek, Estonya û Letonyayê perwerdeya operasyonel û taktîkî dê pêk were. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz dê roja Înê serdana pîlotên li balafirgeha Schleswig-Jagel li bakurê Almanyayê bike.

Fermandarê Hêza Hewayî ya almanî General Ingo Gerhartz di dema danasîna tetbîqatê de got ku tetbîqat ji sala 2018’an ve hatiye dîzaynkirin.

Ji Rûsyayê re peyam

Gerhartz di heman demê de biryardariya xwe ya ji bo parastina “her bostekê” axa NATO’yê diyar kir û got, “Em hevalbendiyek berevaniyê ne û bi vî rengî ev tetbîqat hate plan kirin.”

Sefîra Amerîkayê ya li Almanyayê Amy Gutmann di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku armanca van manevrayan jî ew e ku bi taybetî ji Rûsyayê re peyamekê bidin.

Bi şerê Ukraynayê re, ku di encama rageşiya demdirêj de rû da, tifaqa leşkerî ya Rojava ya 75 sal berê li dijî Yekîtiya Sovyetê hatibû avakirin, ji nû ve hat aktîfkirin.

Fînlandiya û Swêd, ku demeke dirêj bêalîbûna xwe ya fermî li hember Moskovayê diparêzin, piştî şerê Ukraynayê ku di Sibata 2022’yan de dest pê kir, serlêdana endamtiya NATO’yê kirin.