Di vê sedsala li ser bingeha kapîtalîzmê û pergala wê ya siyasî netew-dewletê de yek ji pirsgirêkên sereke ya di qada navneteweyî de naskirina neteweyan e. Naskirin di navbera du kes an jî tiştan/hêzan de pêk tê. Di hiqûqa navneteweyî de naskirin; qebûlkirina rewşa heyî û rêbaza girîngîdayîna mafan e. Heke mirovek weke kes neyê dîtin bêguman wê ew mirov neyê naskirin an jî heke neteweyek weke netewe neyê qebûlkirin wê di qada siyasî de neyê naskirin jî. Qebûlkirin dibe bingeha naskirinê, lewra di qada nawneteweyî ya siyasî de qebûlkirina mafên neteweyan dibe sedema naskirina statuya neteweyan. Ji bo vê yekê di vê sedsalê de pêwîstiya hemû kes, hêz, netewe û welatan qebûlkirina kes, hêz, netewe û welatên din heye. Bi kurt û kurmancî ji bo neteweyek bibe xwedî statû, divê ji hêla hêzek, neteweyek an jî dewletekê ve bê naskirin.
Qebûlkirina kes ji hêla kesan ve qebûlkirina neteweyê ji hêla neteweyan ve û qebûlkirina dewletê ji hêla dewletan ve pêk were, wê demê naskirin jî pêk tê. Ji bo qebûlkirinê yan jî naskirinê berjewendiyên kes, hêz û neteweyan girîng in. Di vê pergala kapîtalîst de berjewendî amûrên sereke yên naskirinê ne. Helbet tenê berjewendî têra naskirina di navbera du hêz an jî du dewletan de nake. Pêwîstî bi hevsengiya hêz an jî dewletan jî heye. Li aliyê din jî pêwîst e ku kes, hêz an jî neteweya dixwaze xwe bide naskirin divê xwediyê bikaranîna amûrên sereke yên naskirinê be. Ango divê karibe li gorî berjewendiyên kes, hêz û neteweyên serdest hevsengiyeke xurt bi kar bîne. An naxwe wê nikaribe ku xwe di qada navneteweyî ya siyasî de bide qebûlkirin ango naskirin. Li sermeselê di lîteretura Neteweyên Yekbûyî de mafê çarenûsa neteweyan di destên neteweyan de ye. Lê belê ev maf piştî mafê dewletan tê ango heke destnîşankirina çarenûsa neteweyekê ne li gorî daxwaza dewletê be, di qada navneteweyî de nayê pejirandin
Bingeha naskirinê
Têkilîdanîna di navbera dewletan an jî neteweyan de li ser bingeha naskirinê pêk tê. Heke dewlet hevdû nas nekin têkiliyên xurt çênabin. Têkilîdanîna di navbera du neteweyan an jî dewletan de piranî li ser bingeha hiqûqa navneteweyî pêk tên. Bêguman naskirina neteweyan bi hiqûqa navneteweyî ve girêdayî ye, lêbelê hêzên hiqûqa navneteweyî çêdikin jî li gorî berjewendiyên xwe çêdikin. Ji ber vê yekê jî ji bo naskirina neteweyekê hevsengiya di navbera hêzên navneteweyî de roleke girîng dilîze. Ev hevsengî dibe ku li gorî konjuktura demê biguhere yan jî dibe ku li gorî berjewendî û hêza dewletên li herêmê biguhere. Her wiha li gorî van guherînan jî derfetên naskirinê derdikevin. Di van demên krîtîk de neteweyek dikare gavên girîng biavêje, bi rol, stratejî û dîplomasiyeke xurt di qada neteweyî ya siyasî de cihekê ji bo xwe veke.
Her çiqas hîmê hiqûqa navneteweyî li ser berjewendiyên hêzên navneteweyî hatibe avakirin jî neteweyên din divê bi rê û rêbazên cuda xwe vê hiqûqa navneteweyî bidin qebûlkirin da ku bên naskirin. Ev rê û rêbaz carinan dibe li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî bin carinan jî dibe ku li gorî hiqûqa navneteweyî bin, ango bi gotina bav û kalan heta girika hêzên di xema naskirinê de pişt hêçik bikeve divê li gorî şert û mercên heyî dîplomasiya naskirina xwe bimeşînin…
Dîplomasî û naskirin
Tevî hemû têkoşîn û berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê jî hê di qada siyasî de nehatiye naskirin. Lêbelê rewşa niha ya rojavayê Kurdistanê helwestdanîneke li hemberî dewletên dagirker, hiqûq û hêzên navneteweyî. Ji ber ku rojavayê Kurdistanê karên navxweyî bi rê ve dibe, bi derve re jî bi rêyên siyasî û dîplomatîk dixwaze xwe bide naskirin li hemberî pergal, hêz û hiqûqa navneteweyî çalakî û berxwedana herî mafdar dimeşîne. Tevî ku gelek hêzên navneteweyî xwedî têkiliyên leşkerî ne jî hê di hiqûqa xwe de cih nedane rojavayê Kurdistanê. Helbet di qada leşkerî de têkilî û danûstandin hene û ev têkilî û danûstandin girîng in jî, lê mixabin ev têra naskirin û parastina herêmê nake. Lewra divê berpirs û siyaseta kurd bala xwe bidin ser dîplomasiyê da ku karibin derfet û destkeftiyên herêmê biparêzin û Rojava di qada navnetewî de bikin xwedî statû. Heke herêm bikeve nav hiqûqa navneteweyî, wê diyalog û danûstandina bi dewlet û hêzên navneteweyî re hêsantir bibin. Her wiha dema Rojava bibe xwedî statû, wê dewletên dagirker jî nikaribin kuştin û qetlîaman jî evqas hêsanî pêk bînin.
Ji bo nenaskirinê erîş dike
Ji bo naskirina neteweyekî pêwîstî aramiya herêm, civak û bi cîranên wê re heye. Ji ber vê yekê dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê her tim êrîşan pêk tîne. Aramiya herêmê naxwaze û li dijî Rojava polîtîkayên şer dimeşîne. Aramiya rojavayê Kurdistanê di heman demê de aramiya herêm û civakên herêmê ye. Li gorî vê zanebûnê, dewleta tirk a di pêşengiya AKP û MHP’ê de li rojavayê Kurdistanê şer didomîne. Hemû dagirkerên Kurdistanê dizanin ku bêstatûhiştina Rojava di heman demê de bêstatûhiştina tevahiya Kurdistanê ye. Lewra hêlekê Sûriye û Tirkiye bi rêya çeteyên xwe şer dikin li hêla din jî li ser berjewendiyên xwe yên li dijî kurdan li hev dikin.
Çawa ku dewletên dagirker ji bo bêstatûhiştina rojavayê Kurdistanê tewîzê didin hev, hêzên navneteweyî û di ser de jî hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe destnîşan kirine jî bin pê dikin divê kurd jî têkiliyên dîplomatîk bi hêzeke yekgirtî bi aliyên peywendîdar re xurt û geştir bikin. Bêguman divê yekem armanca kurdan di 12 saliya Şoreşa Rojava de parastina destkeftî û dannaskirina statûya Rojava be. Ji bo vê jî xurtkirina têkilî û danûstandina di navbera Başûr û Rojava de girîng e. Ji ber ku Başûr di hiqûqa navneteweyî û Iraqê de tê naskirin, ev dikare bibe sedema naskirina Rojava jî.