17 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Narîna 8 salî çima û çawa mir?

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya daxuyanî da û diyar kir ku cenazeye Narîn Guran a 8 salî mirî hatiye dîtin. Lê Yerlîkaya hûrguliyê der barê cenaze û mirina Guran de parve nekir. Nehat zanîn ku Narin çima û çawa miriye. 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya der barê zaroka 8 salî Narîn Guran de daxuyanî da û anî ziman ku leşkeran cenazeyê Guran dîtine. Alî Yerlîkaya agahiyên ku Narîn Guran çawa miriye, çima û kê kuştiye agahî parve nekir.

Narîn Guran a 8 salî 19 roj berê hatibû windakirin. Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. An jî hatibû windakirin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2’ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.

Balkêş e di 21’ê tebaxê de dema Narîn Guran ji qursa quranê diçû malê winda bû. Malbat jî der barê rewşa keça xwe de agahiyan nedan. Her wiha li ser nûçeyan sansur nadîne û naxwazin rojnameger lêkolîn bike. Ev jî bêtir di hiş û aqilan de pirsên cuda hişt.

Di 29’ê tebaxê de biryara “qedexeya weşanê” hatibû dayîn. Biryara ku ji aliyê 5’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Amedê ve hat dayîn, di malpera Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) de hat weşandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Bi biryara 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ya di 29.08.2024’an de û bi hejmara 2024/6024 D. Îş qedexeya weşanê hat dayîn.”

Piştî 19 rojan Narîn Guran mirî hat dîtin. Wezîr agahî neda ku Guran miriye an hatiye kuştin. Yerlîkaya sedem û şekle kuştina wê jî parve nekir. Ev jî dîsa gelek pirsan bê bersîv dihê. Narîn kê revand, çima revand. Heta niha li ku bû. Kengî hat kuştin. Çima kuştin. Çima heta niha agahî nehat parvekirin û gelek pirsên din bê bersîv in.