12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyên ji girtîgehê VI

Biharê ku av radibû, me zarokan kêf dikir. Av di kortan de dibû gol, me jî avjenî dikir. Ka ez ê kurt bibirim, kin bikim. Min hindik gîzme û tirak li vir kevn nekirin û winda nekirin!

Piştî Bereşê mirov dikeve navbeyna erdê Hecî Xelîl û erdê me yê Zolê. Min toza vê neqebê hindik danequrtiyaye. Aliyê destê rastê, erdê Mala Hecî Xelîl û rêya sikura wan di ber de. Pê re kaşê beyar û Çalika Heso, Ava Dara Zolê.

Aliyê çepê jî erdê me yê Zolê. Erdekî dirêj. Nîvî yê me ye, para apê min Hecî Qadiro; nîvê dinê jî yê Mehmûdê apê me Eshedo ye. Dawiya erdê Dara Zolê ye!

Min li vir pir nehtorîtî kiriye, li vê herêma li ber gundî. Çiqasî zehmet bû. Sewalên gund pir bûn, erd mezin bû, vir de baz bide wir de here. Çalik û tehteke me yê bilind hebû, ji wir rez jî xuya dibûn. Haydê, nehtoriya newalekê û heft giyaran.

Li ser destê çepê tu dê hilkişî sikura mala apê min Hecî Hisêno. Rêya Kunifir di wê de rê re diçe. Tehtek li wir mîna cîpê (jeep) heye. Cîhê lîstika min û cihê nobedariyê ya nehtoriyê.

Rê rast diçe Ewîna, di ber dibistanê re. Berî ku tu bigihê dibistanê girikek heye, di ber wî re li ser destê rastê bizîvire di nav goran re, di nav darên berûyên sedsale re, di ber ziyareta Pîr Ehmed re, tu dê rast herî bestê, gasînê. Besta gund. De bila bîranînên Bestê û lîstikên vê derê jî bimînin, melûlo dilo!

Em li ber Dara Zolê ne. Şirîkê derd, kêfa zarokî, lîstok û evîna min. Xewn û xeyala hêviya min.

Dara Zolê. Sembola dilê min ji bona welêt, ji bona Dengiza. Jiyanek û gelek jiyan tê de dijîn û te çend sedsal bihurandine. Ji bona bigihin mirazê xwe çend karxezal û mîrzadeyan zolik bi te daliqandin, gidî jiyana sosret a bêrehm. Bîranînên min ên girêdayî te naqedin. Min pir bêriya te kiriye. Silav li te. Ji gurcika dilê min.

Piştî Dara Zolê goristana gundê me ye. A va tirba kalikê min Hecî Izêr, a apê min Miheme, yên pîrkên min Medo û Sosinê. Silav û rehmet li we tevan. Hew zimanê min digere ku ez qala we bikim. Di nav goristana gund de darê berûyan ên sedsale pir in. Mala minê! Dijmin tev de şewitandine. Dibên xwe nû kirine. Darên me jî berxwedêr in, li dijî wehşet û hovîtiyê! Me pir bi berûyan dilîst, sîtehlik dixwarin. Li vir bendewariya biharê çiqasî xweş bû.

Yekê dinê jî gangilokên vê derê pir xweşik bûn; mor û spî. Li ser gora Şemsa jînhevala xalê min Îsa û goreke din pir şîn dihatin û li ber wan û derdora wan. Em zarok li wê derê û Cebanê Xerîban pir baldar bûn. Kê zû bidîta, koma gangilokan a wan bû.

Hey gidî! Dîsa min dirêj kir. Ma bîranîn nahêlin. Jiyan tu çiqasî xweş bûyî; tu çiqasî xweş î.

Îcar ji ber Dara Zolê li ser destê rastê bizîvire, li nav goristanê qederekê bimeşe. Li ba Darka Biçûk, di ber bena Mihmê Beko re bi kaş ve bi nêreka gund ve hilkişe. Tu dê herî ber deriyê me: Mala Şikriyê Hecî Izêrê Mihmê Evdiyê Oso, yê Mala Hacikê!

“Geçmiş olsin… Derbasî be.” Got, hemşire. Ez veciniqîm.

“Sax olin… Spas.”

Wey… Ma qediya.

“Wisa xuya ye tu êdî naêşî.”

Ez beşişîm. Min xatir xwest û berê xwe da kelemça!

Min hesabê carekê kiribû. Têra du caran kir.

Û ez ji Delavê Dengizê gihiştim Dengizê

Di seansê din de, min lîstikên din ava kirin.

***

Nizanim te eciband?..

Bimîne bi xêr û xweşiyê… (Dawî)