12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyên ji girtîgehê-V

Rezên me û merivên me tev li Nezarê Kemo ne, tiriyê Nezarê Kemo bi navûdeng, zerik î bi nixteyên ask, helbet tiriyê mezrone.

Çavê Emero, li ser destê çepê, tehtek bilind î sor û dirêj e. Li kêleka wê yî çepê hîmekî gir û hejîrek bejik î ku hejîrê wê pir xweş heye. Di nîvê wê tehtê de kortek, mîna çavekî heye, kortikek gir î hebikî fireh. Aliyê rastê yê rê erd e, zevî ye. Kevir li wira pir in. Beriya ku ez qala meseleya Çavê Emero bikim divê ez qala rewşeke riya Dengiza û çem (Navê Ava/Çemê Stewrê yê bi devoka Dengiza) bikim; serê sibê ku em li ser şala cilan ber bi Çem diçûn roj hildihat û her û her tîrêjên roja germ di çavên me de û em zarok her xewarî bûn. Êvarî ku em vedigeriyan îca jî roja ku diçû ava li ser şala cilên paqij di çavên me de, ji ber ku me serê xwe jî şûştiyê, beden sist bûye ji betlandin û şûştinê xew bêhtir mêvanê çavên me zarokan e û her dem xetereya ji ser kerê ketin heye. Rêwîtiya xilmaşî û xewgiraniya me zarokan wisa derbeder bû.

Ke em vegerin meseleya xwe. Meseleya Çavê Emero balkêş e. Nav ji ku tê nizanim. Lê  dibêjin ku, kî sê keviran li ser hev li wê korte bixe, ew ê bigihê miradê xwe. Kî di vir re dere keviran tavêje. Hilbet li wira xistin pir zor e. Rêwiyan ji riya xwe dike. Gundî, xerîb tev wisa. Binya tehtê şikêrek mezin û bilind ji keviran. Ji kengî ve wiha didome!

Vira, rebena jinapa min Besna anî bîra min. Jînhevala apê min Miheme. Mihemedê Eshedo. Piştî wefata wî jinbî ma, Besna. Gelek derew û lîstok hatin serî. Carekê bitenê, bitena serê xwe dihere êş. Xwedêgiravî li vira, li ba Çavê Emero pîrebokan dibîne. Lal û dîn bû. Di demek kin de çû rehmetê, bi êşek nedîtî. Lê ez zanim sedem bêbextî, lîstok û zordarî bû. Belê kurd, ilim jî jinên kurd çi derdan dikşînin. Meseleya Besna bixwe kurteçîrokek dilşewat, ya xizanî, kêmanî û bêçaretiyê ye. Dexsî û edoqewmî hinek kurdan dike Ehrîman, bênamûs û fesad! Jixwe van Bekoewanan, kurtêlxwirên mêtinger û zordariyê ne, dijminê qewmê xwe ne.

Riya nû û ya kevn li vira dibire

Bi fitlekekê mirov li vira dizîvire. Ser destê rastê avrêya şewla ye. Dema ku av radibe bihêbet e, mîna Ferat e. Riya Newala Reza di avrêyê re, di nabêna du reza re diçe. Ku mirov dîsê dîfîtile ser destê rastê Rezê Elî Çatî ye. Ser destê çepê girêkek e. Ji Çavê Emero peyarêkek heye, niha bûye riya nuh. Peyarêka Mala Heskê Gozê. Du şeq in. Ku rez xeritandî be, mirov li nav dixe, yan na bi ber benê re datê. Riya nuh li vira qediyaye, nêvcî maye, ji ber şerê azadiyê. Em bidomînin. Destê çepê Rezê Heskê Gozê ye. Aliyê rastê rêya Nezarê Kemo ye. Yanî girê herî mezin; Gêraaşa.

Em fitilekik dinê bidin xwe. Deste çepê, beyar, Guhera Miho (Erdê Sebrîkê Kor, nehletê ku bû sedema bûyera Girê Şêran), Çala Hecî Sîrac û Bereşê. Bereşa Hecî Xelîl. Gotinên min li ser gelek hene.

Destê rastê; Nezarê Kemo, pêşî riya rezê me. Li herî jêr, ber rê rezê Koro. Rezê Hecî Sêlim û neqeba rezên peyarêka ku dihere Mihela jorî. Rezê me li wir jî heye, ji me re ev der piştpryarêkê ye. Rezê me û yê mala apê min Eshedo li wir e û hejîrên me yên pir. Hema ez dibêm ez vira kin bihêlim. Jiyana min î vira pir xweş demdirêje. Emrê zarokiyê ye. Ka bila bimîne.

Rezên me û merivên me tev li Nezarê Kemo ne, tiriyê Nezarê Kemo bi navûdeng, zerik î bi nixteyên ask, helbet tiriyê mezrone. Tehm û ekla wî tiriyî hêja û nayê ji bîrakirin, dims jî wisa. Mehsera me jî li vir. Rezên me pir û belawela bûn. Me tiriyê wan rezan tev tanî vira. Min û xweha min Nûrê çi kişandiyê Xweda dizane. Demek pir bi tehb û eziyet, lê ewqeys jî xweş. Mehser, rez, tirî, dims, benî, bastêq. helbet ked û tehbê dixwaze.

Hey gidî zarokî û hey gidî jiyana xweş. Weleh ez ji bîranakim. Tew ku me li serê Gêra Aşa nêçîra kewan dikir, bi dehban û em li hêlînên wan digeriyan. Bila guhê Mihemê Fedo biçingîne. Hevalê min î zarokî yekî din. Bi emrê xwe ji min gelekî mezintire. Lê me ji hev pir hez dikir. Xweş kew digirtin, di ser hêlînan de. Apê min qadiro jî wisa. Ka bila ev jî bimîne.

Em hatin ba rezê Hecî Xelîl û Bereşê. Gund xuyaye. Bes sikura Mala Hecî Xelîlê Mistê. Malên zaroyên apê me Beko, mala Izet û Remezanê apê min. Û sikura mala Apê min Hisêno.

Bereşê, warê min î zarokî, ez û Nahîla apê min Eshedo (bi emre xwe mezin e, hevala xweha min Nûrê ye) li vira bi cîh bûn, di tevayê bihar, havîn û payîzê de. Em nehtorê reza bûn, rezên pir. Lîstikên me nayên gotin. Tew nêçîra maran! Ez ji mara pir ditirsiyam. Lê Nahîle, na. Ew sax digirtin. Ecêb wêrek bû. Nav dida min, ez jî hêdî hêdî navxurt dibûm, hew ji maran ditirsiyam. Nahîle wek ku min perwerdeyî jiyanê dikir. Wek zilaman bû. Her kes jê ditirsiya.

Meseleyek Bereşê din jî heye

Ew kela me zarokan bû. Adetek me yî ecêb hebû wê demê. Me zaroka ji bonî şerê eydê xwe amade dikir. Kevkanîk çê dikirin ku ji bonî em roja eydê şer bikin. Adetek hovîtî ku em ji mirovatiyê bidûr dixistin. Xwedêkirî zû rabû. Lê di mercê wê demê de xweseriyeke wê jî hebû. Her çi be.

Kevkanîkên herî qenc, kevkanîkên tevnê bûn. Nexên qenc divêt û hosteyî. Divêt bi hosteyî bihatana hûnandin.Me nex ji gilokên tevnên pîrikên xwe didizîn û bi yextiyarên hoste jî kevkanîk didan çêkirin. Hosteyê me yî kevkanîkan jî Hesenê Ûsiv bû. Lê ew jî pir qure bû. Derdê wî nedihat kişandin. Ew jî meseleke din e!

Piştî amadeyiyê, roja eydê zarokên herdu mihelan li gor endama şer taktîkên xwe dimeşandin. Heya ku zilam ji nimêja eydê derketana şer serbest bû. Lê ku zilam ji mizgeftê dereketin pê ve şer diqediya. Kê Kele zeftkiriba, bera koma din bida, yan jî ew hêsîrbigirta; bi ser diket. Lê belê me serê hev pir dişikand. Şertê şer jî; ji dûr bi kevkanîkan. Ku me hev girt, lêxistin tune. Hêsîrî ye, dîlî. Ew jî zagonên wê hebûn. İrz şikandin û heqaret qedexe bû. Kela me jî ser Bereşê ye. Kê wêderê zeft bikira! Me tevdîrên xwe digirt, ji nîvê şevê de em diçûn ser Bereşê, yên din, yanê zarokên mihela din divê bihatana em ji wira bidana revandin. Kî zû biçûna, yê din diket êrîşê. Hilbet perwerdeyî, rêxistin û peywirkirin divêt. Mîna artêşê. Bi rastî zarokê di wî şerî de jîr, bi serkeftî, di jiyanê de jî xurt bû. Mîna dibistanê. Lê lewbazî xerab bû. Serî pir dihatin şikandin û xeternak bû. Tew gundên cîranê me; Dêrîş û Quzêrîb, bi xenceran diçûn hev. Hînê jî hovtir.

Me bêhna xwe veda. Ka em bimeşin. Meseleyên Hecî Xelîl jî pir in, bila bimîne. Tiriyê rezê wan jî pir xweş bû. Meriv zû digihat dêlyên ser takê di benê de… (Dê Bidome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê