Li hember zor û zahmetiyên jiyan û xwezayê, mirovan hêviyên xwe berdane Xweda û Xwedawendan. Mîtolojîiya yewnanî şahidê vê yekê ye. Li Erebîstanê, di serdema cehaletê de li tenişta olan, baweriya bi seneman(put) heta dema pêxemberê musilmantiyê Muhamed jî dom dike.
Mirovan herdem bûyerên li xwezayê ji hevdu dernexistine û berê xwe dane ”hêzên li derveyî xwe”. Ji çanda sumeran ve, bikaranîna nivîsê re, destana Gilgamiş yek ji vê mîtolojiyê ye. Yekser jê pirsîn û wî bersiv da: ” Xwedan ji we hêrs bûne, lewra gava bi babirkê (keştiyê) tu ji Troyayê derketiyî, te ji bîr kiriye ku dehiyê (gorî) bidî wan. Heta tu geşta Xwedayan nedî wan, tê hew welatê xwe bi çavê serê xwe bibînî. Tu divê vegerî Misrê dehiyên te ji bîr kirine bidî xwedayan, îca bayekî ku bi kêrî te bê, wê rabe û di ser deryayê re xwe bighîne Spartayê.” Homeros di çîroka xwe ya bi navê Odysseiayê de dibêje .
Mîtolojiya Skandinavyayê ji van ecêban ne kêmtir e. Li tenişta ”hespên Xwedê” yên li Îzlandayê, Yezdanê Xweda û Xwedawendan Oden, ji bona zanyariyê ji binê bîrê bidest bixe, çavekî xwe kiriye gorî û ji xwe haya me ji çîroka Teyrê Sîmir û Mala Zalê heye. Bala xwe bidinê, piraniya xweda, xwedawend û leheng xizmên hevdu ne.
Li gor hişmendiya xwezayê û erkên pê radibin ve mirov dibin xweda û xwedawend. Gilgamiş biryara xwe dabû ku nemire, her zidî bimîne, loma jî li deşt û çiyayan li dermên geriyaye. Li Misrê firewn xwe mîna xwedê eyan kiriye. Li Rihayê Nemrûd qayişê bi Yezdan re dikşîne. Li Yewnana kevnar, sînorên nav xweda û mirovan, kêm zêde ji holê radibe.
Her wiha beriya bawerî qalibên xwe bistînin, wa xuyaye mîtolojî xerca olan e. Li gor gotinê ev çîrok û mîtolojî bûnê rîsê tevna wêjeyê. Loma jî kitêbên olî bi ser çend car guherîn û cudabûnên xwe ve wek berhemên wêjeyî tên dîtin.
Li kêlêka çand û bahweriyên din, olên pêxemberên wekî Zerdeşt, Musa, Îsa û Muhamed, ango olên yek xwedayî, şev û rojê, God an jî Allah bi hev re û di nav hev de li Kudistanê hene ku Kurdan jî para xwe jê girtine.
Her bahwerî û ol, li gor xwe, li war, serdem, mercên ji hev cuda yên pêwendiyên civakî û aborî derketine holê û kemilîne. Ji çend sedsalan carekê oleke nû saz bûye. Balkêş e olên ku me navê wan li jor hejmartin, bi ser giş cudabûnê xwe ve sûd û raman ji hevdu vegirtine û di gelek xalan de yektir dupat dikin. Wek mînak, li gor ji wan re tê gotin; ”Deh Emrê Xwedê” di her yek ji van dînan de xuya ne. Û dualizma (qencî û xerabî) Zerdeştiyê ji wan difire.
Em ji bîr nekin ku Serdema Ronesansê, despêka Şoreşa Fransa, berya Şoreşa Endustrî, Şoreşa Oktober û dûra jî gelek caran hatiye gotin; wekî zanistî siyeke xwezayê, xwezaya li dervî mirovan, ne bi mirovan ve girêdayî, ya xwe bi xwe û serbixwe ye. Zananyariya civakî jî rengvedanek e ku li ser hîmê sutruktura aborî ave dibe bi xwe ye. Ramaneke wiha ji mirov re hêsantir dike û alîkar e da ku em baştir ol û baweriyan, civatê û xwe bi xwe jî çaktir nasbikin. (Didome)