13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyek ji Sirûcê re: Xemgînî heta hetayê namîne

Rojnameger Frederica Geerdink ku her meh gotarekê ji Navenda Kurdî ya Lêkolînên li Bochum re dişîne, nameya pêşin li ser komkujiya Roboskê şandibû. Vê carê jî ji bo piştgiriya Emîne Şenyaşar name nivîsî. Nameya ku Navenda Kurdî ya Lêkolînên Li Bochum werger kir û ji rojnameya me Xwebûnê re şand wiha ye:

Di 14’ê hezîrana 2018`an de, ango dema hemleya hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê, bernamzetekî AKP`ê yê bi navê Îbrahîm Xelîl Yildiz tevî du endamên ewlekariyê, derbasî dikana malbata Şenyaşar a li Sirûcê bûn. Sirûc jî navçeyeke li ser sînorê Sûriyeyê ye. Li wê navçeyê, di salên 2014-2015`an de, hemleyeke mezin a piştgiriyê ji bo hêzên kurd ên di bin ala YPG û YPJ`ê de şerê Rêxistina Dewleta Islamê(DAIŞ) li Kobanê şerê efsanewî dikirin, hate destpêkirin.  Wê demê, xwediyê dikanê û hevjînê Emîne Hacî Eswed Şenyaşar, diyar kir ku ew naxwaze nûnerên AKP`ê di dikana wî de hebin.

Piştî vê gotinê, pevçûn derket û çek hate bikaranîn. Di encamê de, Hacî Eswed yekser jiyana xwe ji dest da û herdu zarokên wî yên li dikanê, birîndar bûn û şandin nexweşxaneyê. Tu kes hûrgiliyên bûyerê nizane, ji ber ku wêne û dîmen “winda”bûbûn. Di dawiyê de, herdu zarokên Hacî jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha endamekî ewlekariyê yê bi Xelîl Yildiz re hate kuştin. Li dijî kurê Emîne yê din cezayeke girtîgehê yê dirêj hate birîn.

Piştî çend roj bi ser bûyerê re derbas bûn, Xelîl Yildiz bû endamê parlamentoyê û di kursiya xwe de ma bêyî ku kes ji wî hesab bixwaze. Emîne û kurê xwe li pêşiya avahiya Dadgehê ya li Urfayê ji 9`ê adara 2021`ê ve di nobetê de ye û daxwaza pêkanîna edaletê dike. Di halê hazir de, gelek lêpirsîn li dijî Emîne têne kirin, tenê ji ber ku dixwaze kujer radestî dedgehan bê kirin kiriye.

Li ser vî esasî, em ê nameyeke piştgiriyê ji bo Emîne Şenyaşar binivîsnin:

Delala min Emîne Şenyaşar

Nêzî 330 roj derbas bûn ku tu daxwaza pêkanîna edaletê bo hevjîn û ewladên xwe li pêşiya dadgeha li Urfayê dikî. Min gotareke biçûk nivîsand ku di Ajansa Mezopotamiyayê de hate weşandin û têde min anî ziman ku te demsalên salê yên ku diçin û tên dîtin ku tu jî daxwaza cezakirin kujerên ezîzên xwe dikî. Lê bê encam ma. Gelo wê heta kengî bi vî rengî dewam bike?.

Di heman gotara ku di ajansa navborî de hatiye weşandin, min diyar kir ku beriya tu jiyana xwe ji dest bidî, tu dixwazî zarokê xwe yê girtî hembêz bikî. Her wiha min daxwaz kir ku yekser were berdan û vegerê mala xwe. Bi rastî, ji te re di vî şerê li dijî dewletê de, qonaxeke nû dixwazim. Qonaxeke ku tu vî şerê di mala xwe de tevî civaka xwe pêk bînî, ne li ser peyarê sar ê li pêşiya”Qesra Edaletê ya li Urfayê. Ev cihê ku jêre dibêjin dadgeh”Mala dadmendiyê”ji çelereşeke dadmendiyê wêdetir e, ne wiha? li vir dadmendî tune dibe û ti şûnmayên wê jî diyar nabin.

Gengaz e ku min serdana dikana malbata te ya li bajarokê Sirûcê yê sînorî kiriye. Ez li wir di navbera îlona 2014`an heta çileya 2015`an de, dema ku YPG û YPJ`ê bi awayekî qehremanî li dijî dorpêça DAIŞ`ê şer dikirin, çend hefteyan mam. Ez di gelek cihan de mam, wekî avahiya şaredariyê û hin caran jî di mala mamosteyan de ku gelek rojnamevan li wir diman. Careke tenê ez di mizgefteke li gundekî nêzî sînor mam ku ji wir çalakiyên piştgiriya bi YPG`ê li Kobanê, dihatin organîzekirin.  Dema ku tiştek ji min re pêwîst bû wekî kontoyên ji bo telefonê an jî cûreyek ji kalboyan, an jî goreyên zêde, min ji dikanên biçûk ên di nava bajar de dikirîn.

Atmosfêra di nava bajar de gelekî bi coş bû, tijî enerjî û hêvî bû û bi piştgirî dagirtî bû. Ez di wê baweriyê de me ku ew hemû hûrgulî têne bîra te. Te dizanîbû ku ev atmosfêr dirêj nake? AKP`ê ku wekî nûnerê niha yê dewletê ye, bawerî pênabe. Ez di wê baweriyê de me ku tu bi van tiştan dizanî. Nexasim enerjî, piştgirî û hêviya di nava bajar de, bê gûman ne bi saya AKP`ê ye, lê bi saya tevger bû (Tevgera Rizgariya Kurdistanê).

Lê piştî çend salan ji vê atmosfêrê, te xwe li ser peyarê li pêşiya dadgehê dît ku roj bi roj, demsal li peyî demsalê, ji buharê heta havîn, payîz û zivistanê, tu daxwaza pêkanîna edaletê di sûcê ku hevjîn û ewladên te têde hatin kuştin, dikî.  Di demeke nêz de jî wê careke din demsala buharê were, ku ew ji her tiştê ku tu têde hêvî dikî heta wekî jineke kurd jî, dûr e. Yan jî ew tişteke ku her tim di binhişiya neteweya we de heye, ew jî wiha ye: “Dibe ku jiyana me bi awayekî bingehîn di her demê de were guhartin, ji ber ku em kurd in û ji ber ku em li berxwe didin.”

Ez ji bo pirsan lêborîna xwe dixwazim. Dema ku ez dîmenên têkoşîna te di oxira kurê te de dibînim dilê min li ser te dişewite û bêhêviyeke kûr di hundirê min de çêdibe. Dema kurê te diaxive bi awayekî tûj diaxive, lê bi piranî li kêleka te ye. Ew li ser daxwazên te axînî dikişîne û dengvedana qirîna te ye. Dema ez dibînim tu digirî û duayan dikî, ez ji dil dxwazim tu ji vê êşê xelas bibî. Bi rastî ez ji te re alîkariyeke pîşeyî ya baş hêvî dikim ku tu di nava malbat û civaka xwe de bî.

Ez careke din hêrs dibim, ji ber ku ez dizanim xelasbûna rastî ji vê êşê, bi pêkanîna edaletê ve gengaz e û dema ku li te were guhdarkirin. Dema ku kujer werin girtin ku ez naxwazim navên wan li vir bêjim, dema ku gumanbarê sereke ku niha nûnerê AKP`ê ye ji parêzbendiya wî ya parlamentoyê jê were stadin û radestî dadgehê were kirin û dema ku kurê te were berdan û tewanbariyên li dijî wî werin rakirin, gelo tuyê çalakiya xwe bidawî bikî dema ku kurê te derkeve?

Tekoşîna we tekoşîna kurdan e li ser qadeke eger tenê yek metre be jî. Malbata te hat hilweşandin. Lê ji ber ku daxwaza te ya rewa ya edaletê ye, tu ji bo darizandinê tê xwestin. Qurbaniyan wekî piştgirên terorê didin nîşandan. Lê kujerên rast xizmetkarên dewletê ne û piştî pêkanîna hovîtiyan ku ne neçar in înkar bikin an jî veşêrin, asta wan bilind dibe. Armanca her xwepêşandanekê, guhartina şaşiyên dewletê ye, tevî ku diyare jî di demeke nêz de nagihêje armaca xwe. Divê ku ez van gotinan nebêjim. Nemaze ku geşedanên ne gengaz in ku ji nişka ve rû bidin, her tiştî berovajî dikin.

Delala min Emîne, rojek ji rojan wê ev guhartin pêk werin, ku di dema niha de ne gengaz e û neçaverêkirî ye.  Bi vê yekê jî, te dilsoziya xwe bi hevjînê xwe yê ezîz û zarokên xwe re, pêk anî. Dibe ku têkoşîna te, dateyeke biçûk e, lê têkoşîneke mezin e û pir giring e. Tu lehengî û heta hetayê jî tuyê wisa biminî. Her wiha hevjîn û zarokên te jî yên ku venagerin nava me de, leheng in ji ber ku li dijî hovîtiya rojeke bi êşa sala 2018`an sekînin. Serkeftin bêyî kesayetên wekî we, ne gengaz e.

Hêvîdarim di demeke nêz de, tu li mala xwe bi ewle bî

Silav û hurmet

Frederica Geerdink