12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nameya bixêrhatinê

Girtiya azadiyê, helbestvan, nivîskar Mizgîn Ronak piştî jiyana 30 salan ji zindanên Tirkiyeyê serbest hat berdan. Ronak di axaftina xwe ya li pêş deriyê girtîgehê de silav li hemû girtiyên azadiyê kir û azadiya xwe diyariyê hemû cangoriyên Kurdistanê bi taybet Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger û hevalên wan kir. Ferzad Kemanger û Şîrîn Elemhulî tev li rêhevalên xwe Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan di 9’ê gulana 2010’an de di girtîgeha Êvîn a Tahranê de hatibûn darvekirin.

Silava Mizgînê ji stêrkên azadiyê re ne tenê silaveke rêhevaltiyê bû. Ew di heman demî de silaveke hevgiyanî bû ku mirov encax dikare di nav rêzên helbest, nivîs û nameyên wan de vê giyanê bişopîne. Di dinivîsa Mamoste Ferzad de, di tayên zîvîn ên porê Şîrîn Elemhulî de û di risteyên Mizgîn Ronak de. Ew girtiyên azadiyê ku di nameyên xwe yên dawî de evîna xwe ya ji bo Kurdistanê ji hemû helbestvanên cîhanê bandortir tînin ziman, şanî me didin têkoşîna ji bo Kurdistanê çawa dîwarên zindanan û sînorên dewletan nas nakin.

Şîrîn Elemhulî di nameya xwe ya li dû xwe hiştibû de bingeha vê hevgiyaniyê dide der: “Ji ber çi di girtîgehê de mam? Çima divê ez bêm îdamkirin? Gelo bersiv ji ber kurdbûna min e? Ger ji ber vê be ez jî dibêjim: Ez kurd ji dayik bûme û ji ber kurdbûyina xwe min êş û zehmetî kişandine. Zimanê min kurdî ye, ez bi zimanê xwe bi malbat, heval û nasên xwe re ketime nava têkiliyan û bi wê mezin bûm û zimanê me pira peywendiya me ye. Lê destûr tune ku bi vî zimanî biaxivim, bixwînim û di dawiyê de rê nadin bi zimanê xwe binivîsim. Ji min re dibêjin dest ji kurdbûna xwe berde û înkar bike. Ez jî dibêjim: Ger ez karekî wisa bikim ez xwe înkar dikim.“

Evîna ji bo kurdî û Kurdistanê bû buhaya jiyana Şîrîn Elemhulî, hevalên wê û sîh salê Mizgînê. Ne dijmin ji dijminiya xwe kêm kir, ne jî ew ji evîna xwe kêm kirin. Silava Mizgînê wek helbesta wê xwe gihand stêrkan, şibakên asîmanan ku di hundirê wan de Şîrîn Elemhulî û hevalên wê rûdinên: “Em hev ji îsyana helbestan dinasin/li ser ewran/li bin keviran/helbest roniya stêrkan e/em wan tenê ji dûr ve dibînin/ji roniyên dûr/bi roniyên dûr hev dinasin/axîna helbestan û şîreşîra hespan/bi pey me dikeve/em hev ji helbestên bêxew nas dikin/dûr e her tişt/stêrk e/em hev ji bêxewiya helbestan nas dikin/stêrk stêrk/li dûr diçirisin/kes nizane kî û çi heye/li wê dûrahiya ebedî.“

Û niha ew ji wê “dûrahiya ebedî“ dinêrin, ka gelo Mîzgîn 30 sal şûn de bi piyê pêxwas bê çawa li ser axa pîroz bigere. Bi gotinên Ferzad Kemanger “Rûnê; Li şûna min dest deyne ser xaka welatê min û di guhê wê de bêje: ‘ Ey xaka mak/Ey dayika welat/Li vir;/Di dilê te de /Hestî û bîranînên bav û kalên min veşartîne/Li vir;/Ejdad, kalik û zarokên min hatine definkirin/Hey welatê min/Ey dayika bav û kalên min,/Xweziya car din bedewiyên te his bikim/Li xweşikbûna te binêrim,/Tev li bêdengiya te bibim/Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim/Û hêsirên te bigirîm/xweziya…“

Mîzgîn Ronak ji niha û şûn de li ser xaka pîroz ji Şîrîn re lêv, ji Ferzad re dest û ji zarokên Kurdistanê re dil be. Nexwe Ferzad gotibû: “Çi zimanî diaxive bila biaxive, bihêlin bila dilê min di singa zarokekî de lê bide“.

Tu bi xêr hatî Mizgîn, ji wê asîmana çar goşeyî ber bi asîmana bê serî û bê binî. Peyvên li ser lênûskên te yên wenda û newenda hemî bi per bûne, li dû te difirin. Li ser dayikên laçik spî ku hatibûn pêşwaziya te, datînin. Te sonda xwe bi cih anî û hemî peyvên xwe yên nivîskî ji îşkencexaneyên dagirker û asîmîlasyonîst rizgar kir. Êş û zehmetiyên Şîrîn Elemhulî û hevalên wê ji rojhilatê welêt heta rojavayê welêt di zindanên dagirkeran de kişandin û dikişînin dê bi gotinên te yên bi perketî, di bin asîmanên bê serî û bê binî, di nav kulîlkên keskesor de siviktir bibin.

Lê bila lênûskek wenda di pişt de di nav girtiyên azadiyê de dîlgirtî bimîne. Bila peyvên di nav çar dîwaran de daleqandî mayî xwe di nav de kom bikin û li bendê bimînin; li benda xatirxwestina dawî, hêviya car din hevdû dîtinê û bi gotina Mamoste Ferzad li benda “hilatina rojê“… Tu bi xêr hatî Mizgin, hûn bi xêr hatin lênûskên vala, nîvco û tijî; ser seran û ser çavan re hatin.