Bertolt Brecht gotiye, “Nivîskar nikarin bi qasî biryara destpêkirina şeran a hikumetan bi lez binivîsin, ji ber ku karê nivîsandinê bi fikirandinê pêk tê.” Di van şert û mercên dijwar ên rojevên giring de nivîsandina van rojevan bi rastî jî dijwar e û dibe ku bi têr û temamî pêk neyê. Lê dem û dewran carna ji mirov dixwaze ku peywira xwe di wexta wê de bi cih bîne.
Rabirdûya kurdan weke her tim li naverastê ye û hê jî di îro de dijî, ji ber wê kurd nikarin rabirdûyê ji bîr bikin. Rabirdûya me li ser kefa destên me ye. Her wiha divê em vê rabirdûya li ser kefa destan hinekî dîtir aşkere vebêjin.
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di Risaleya Rumuzat-î Semaniye rûpelên 116 û 117’an de ji rêveberên Komara Turkiyeyê ya destpêkê re dibêje, “komîteya Decal a biçûk” û dibêje wê piştî sedsalekê “komîteya deccal a mezin” jî were. Weke me diyar kir, rabirdû û îroya kurdan bi heman dubarekirinan re rû bi rû ye û hewce ye her kurdekî xwende hay ji vê rabirdûya/îroya xwe hebe û weke peywir hemû kurdên xwe di vî warê hatina komîteya Decalê mezin de hişyar bike. Ji ber ku bîrdoziya turk-îslamîst bi destên wê komîteyê li serê kurdan kirin bela.
Kurdan îskan dîtin, qirkirin dîtin, zindan dîtin, koçkirin dîtin, peymanên rûreşiyê dîtin, bindestiya herî dijwar dîtin, tunekirin-tunehesibandin-tunebûna çand û zimanê kurdî dîtin… Ji ber wê her senaryoyên ku ji nû ve têne nivîsandin û tê xwestin ku kurd weke qirdikên wê senaryoyê bi rolên pêkenokî tê de bilîzin, digel rabirdûyê, îroya zarokên kurdan jî didize û ber bi tunebûnê ve dibe.
Li ser çapemeniyê û tora civakî hin xwende û siyasetmedarên kurd ên weke Fehim Işik, Selîm Temo, Engîn Sustam, Firat Aydinkaya, Aydin Uneşî, Eren Keskîn, Selahatîn Demirtaş û gelek kesan li ser dahatûya xwe û me bi awayekî aşkere û şênber bi feraseteke dîrokzanî daxwaz û pêşniyazên xwe bi raya giştî re parve kirin. Her gotineke wan bi serê xwe bi nirx e û divê tevgera kurd a giştî wan ji bo rêveçûna xwe weke cihêtname qebûl bike. Çinku her nivîskareke/î kurd ji qewla Brecht bi fikirîn dinivîse. Divê em wan nivîsan di ser guhên xwe re navêjin.
Di îroya me de çu roj namîne ku der barê kurd û Kurdistaniyê de qewamek pêk neyê. Lehiya li Ruha û bajarên kurdan û pê re jî kavilên erdhejê û encamên wê hê jî dilê me disotîne, helwestên nîjadperestî yên li dijî hemû kurdan di ser Amedsporê re hê jî di rojeva me de ye, sedsaliya Lozanê di hest û raman û damarên me de zindî ye. Weke gotina pêşiyên me “bindest û serdest nabin yekdest”, weke nexşeyeke vekirî li ber çavên me ye. Ger serdest weke du parçeyên puzzlekê du aliyên serdestiya xwe nîşanî me didin; yek jê bi pesinandina Hudaparê ya din bi pesinandina sonda dibistanan “Andimiz”ê vî tiştî dikin, gerek em jî dîroka wan a xwînxwar a girêka berazan û satoreyan û her wiha xwendina her serê sibehan a sonda nîjadperestî bi aşkereyî li rûyê wan biqîrin û nehêlin ku ew bi wêrekî tevbigerin. Ji lewre me sedsalek li dû xwe hişt û em nikarin sedsaleke din bi dubarekirina êşan berdewam bikin. Ger ligel me xuya bikin jî, çepgirên ku piştevaniya Mustafa Kemal û bîrdoza komarê bihebînin û di ser wê re gewîtiyê li ser serê me bikin, berdevkên pergalê ne. Weke Ahmed Arif gotî, divê “em wan nas bikin” û dîsa wan teşhîr bikin.
Di pirtûka Sinan Hakan a bi navê Türkiye Kurulurken Kürtler (1916-1920) / Di Avakirina Turkiyeyê de Kurd bi belge û delîlan hatiye nivîsandin bê çawa sazûmankarên Komara Turkiyeyê ji nakokiya navbera kurd û ermenan a sînorên Kurdistan û Ermenistanê fêde standine û her du milet di qirkirinan re derbas kirine. Her wiha di pirtûka Celal Temel a bi navê 1918-1923, MONDROS’TAN LOZAN’A KÜRDLER, Kürdlerin Aldanma ve Aldatılma Yılları / 1918-1923, JI MONDROSÊ HETA BI LOZANÊ KURD de, Salên Xapandin û Pêxapînê bi agahî û delîlan hemû kirinên pergala ceberût hatine aşkerekirin. Teoriya Roj û Zimên, Fermana Şarq Islahatê, tehcîra ji milyonekê zêdetir kurdan a salên 1916’an, qedexekirina zimanê kurdî, mafên dagirkirî, bi deh hezaran sirgûnên li derveyî Kurdistanê, xirabkirina gundan, guhertina demografyayê, bi deh hezaran girtiyên li zindanan, dîlgirtina serokê kurd birêz Abdûlah Ocalan di nava deryayekê de, xirabkirina goristanan, êrîşkirina hemû axa parçeyên Kurdistanê, derxistina ji kar a kurdan, xizankirina neteweyekê yek bi yek ji me re rabirdûyê û îroyê vedibêjin û divê em li ser vê hebûnê xwedî helwesteke zexm bin.
Di sedsalekê de (beriya wê jî) kurd tenê weke TRAMPOLÎNê hatin bikaranîn. Çepgir û rastgir û nîjadperest û lîberal û dîndar û hemû hêmanên Komara Turkiyeyê li ser vê trampolînê xwe pengizandin hewayê û em weke kevana pengizok bi kar anîn; her ku ew bilind bûn, em hîna bêtir bi xwarê de çûn, têl û hesinên me yek bi yek tewiyan. Ger wê îro pirtûkek bi zimanê tirkî were nivîsandin, gerek navê wê TRAMPOLIN KÜRTLER / KURDÊN TRAMPOLÎN be ji bo ku tirk fam bikin ku em weke kurd hay ji wan kirinên wan hene. Gerek ev pirtûk ji teref kurdekê/î xwende were nivîsandin û tê de behsa Derûniya Gestaltî were kirin.
Weke tê zanîn Frederic S. Perls ê ku weke pêşengê vê teoriyê tê naskirin, gotiye “… divê bûyerên jiyana mirov temam bibin. Ger temam nebin, karên neqediyayî di derûniya mirov de bêhevsengiyekê çêdike…” Perls peyva Gestaltê bi kar aniye ku Gestalt bi zimanê Almanî tê wateya Yekpare (Temambûyî = Giştî). Ìcar dema temam nebe wê çi bibe? Mirov an wê heta hetayê bi wê kêmasiyê bijîn an jî ji bo temamkirina wê dê li ber xwe bidin. Çinku mirov vê temamkirinê weke dagirkirina sînorên hebûna xwe dihesibîne û hewl dide wan sînoran biparêze. Mirov dikare liberxwedana kurdan a giştî ku ji sedsalekê zêdetir weke temamkirina Gestaltê mînak bide. Çinku sînorên hemû hebûnên kurdan dagirkirî ne û kurd ji bo dawî li wê dagirkirinê bînin, bi qasî nîv sedsalê ye jî bênavber şer dikin.
Mirov dikare vê pêvajoya ziravhestyar bi dûdirêjî binivîse lê bi kurt û kurmancî mirov bibêje 14’ê gulanê hilbijartin e û gelo wê kurd karibin roja li dû wê, 15’ê gulanê di roja zimanê kurdî de serkeftina xwe pîroz bikin? Çinku komîteya Decal a biçûk jî û ya mezin jî ji bo fermîkirina zimanê 60 milyon kurdî devên xwe li xêrê venekirin û venakin. Ji bo dawîanîna xapandina ji sala 1071’î û vir ve, gerek em posterê Ataturk ê ku Ekrem Imamoglu weke diyarî pêşkêşî amediyan kiribû, li parêzvanên pergala sedsale vegerînin û bi hemû taleb û daxwazên kurd û Kurdistaniyê bi aşkereyî deng li jiyanê vedin.
Ev taleb di nava salekê de dikarin pêk werin û ji bo dahatûyeke hêvîdar a hemû mirovên li ser heman axê, weke nan û avê û hewayê pêwîst in:
-Mafê bikaranîna zimanê kurdî di hemû warên jiyanê de,
-Serbestberdana hemû dîlên kurd ên jiyana wan desteserkirî,
-Bi awayekî adîlane parvekirina xwebirêvebirina hemû neteweyên ku bi hev re dijîn,
-Parvekirina hilberînên sererd û binerdê wê axê,
-Riya girtî ya li ber kurdên li çar aliyên dunyayê belavbûyî,
-Diyarkirina cihên gorên bavpîrên kurdan,
-Lêborînxwestina ji hemû kurd û miletên din ên li ser wê axê,
-Rêzgirtina li maf û hebûnên kurdên li çar parçeyên Kurdistanê,
-Guhertineke qanûnî li dijî hemû cure tevgerên nîjadperestî,
-Pejirandina hemû sembolên netewî, olî, zayendî û însanî.
Bi pêkanîna van daxwazên kurdan wê di nava salekê de aramiyeke mayînde li wan erdan ava bibe û deriyê sedsaleke nû li hemû mirovên ser axa Kurdistan û Anatolî û Trakyayê vebe.
Ji me gotin û ji wan jî dotin. Dotina şîrê hebûnên kurdan. Şerên hikumetên wan bi lez bin, hukmê qelema me jî bi fikirdar e. Bi hêviya serkeftineke mayînde, bi hêviya Newrozeke geştir.