Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa dawîn a li Lubnanê nûçeyek bi sernavê “Kuştin û encamên wê dê Hizbullaha Lubnanê û Îsraîlê bikişîne nav şerekî ku naxwazin çêbe” weşand.
Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku îhtîmal heye rewş ji bin kontrolê derkeve û şerekî giran rû bide ku kesek vê yekê naxwaze.
Rojnameyê destnîşan kir ku her du aliyan ji destpêka şer ve ragihand ku naxwazin şer berfirehtir bibe. Di heman demê de navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein got du aliyan li ser formeke lihevkirinê ji bo rawestandina şer, li hev kiriye. Gelek aliyên din destnîşan kirin ku Îran û Amerîka naxwazin şer firehtir bibe û di vî alî de li hev dikin.
Rojnameyê îşaret bi kuştina gelek fermandarên Hizbullahê ji aliyê Îsraîlê ve û bersivdayîna Hizbullahê kir ku bi dijwarî baregehên Îsraîlê bombebaran kirin.
Li gorî rojnameyê fermandariya leşkerî ya Îsraîlê li xwe mikur hatiye ku Hizbullah hîna bersiva operasyonên şer ên Îsraîlê û hedefgirtina fermandarên xwe li gorî lihevkirina di navbera Washintgon û Tehranê de, dike.