Di 30’ê Cotmehê de Wezirê Karên Hundir ê Tirk qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê ya Stenbolê kir. Di salvegera darbeya siyasî 4’e Mijdarê de jî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariyê Êlihê û şaredariya Navçeya Xalfetiyê kir. Di destpêka meha cotmehê de Bahçelî li meclisê destê xwe dirêjî nûnerên DEM partiyê kir û got “Pêdivî bi aştiya navxweşî heye.” Di 22’ê Cotmehê de Bahçelî bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got “Bila were li meclisê biaxive û bibêje ‘Ez rêxistinê tasfiye dikim’ û xwest beşdarî koma DEM partiye bibe. Piştî wê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’ê Cotmehê de li ser navê malbatê çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Lê piştî wê dîsa hevdîtin hatin qutkirin û serlêdanên malbatê û parêzeran hîna nehatine bersivandin.
Têkildarî geşedanên di rojevê de û tayînkirina qeyûman Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren nirxandin kir. Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku dîsa mafê kurdan ê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin û wiha got: “Serî li rêbazên dijdemokratîk dan. Dîsa siyasetmedar û şaredarên ku hatibûn hilbijartin ji peyvirê hatin girtin. Lê tişta em balê bikişînin salvegera 4’ê mijdarê ye. Dîsa di 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di navde gelek siyasetmedar û wekîl hatin binçavkirin û girtin. Li vir pir aşkere ye ku dixwazin peyamekê bidin gelê kurd.”
Prz. Nahît Eren da zanîn ku bi taybetî di mehên dawî û hefteyên dawî de di siyasetê de zimanekî nerm pêş ket û got: “Dîsa meseleya kurd li ser esasê çareseriya demokratîk û aştiyane hêvî şîn bûn. Niqaş peş ketinû meseleya kurd dîsa hat axaftin. Di rewş û pêvajoyek wisa de, tayînkirina qeyûman û biryarên qeyûm pir bi mane ye. Çima manedar e. Di xwendina ewil de, li girava Îmraliyê tasemek çêbû. Piştî demek dirêj dîsa çûn û hatina Îmraliyê pêk hat. Di pêvajoyek wisa de, tayînkirina qeyûm çi armanc dike pir bi hêsanî tê dîtin. Çi armanc dike bi hêsanî xuya dike. Ev nîşan dide ku hêj di nava dewletê de hin kesên dixwazin pêvajoyê sabote bike û xera bike hene. Her kengî der barê çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane û demokratîk hêvî pêş bikevin, her kengî pêvajoya diyalogê pêş bixeve ,mixabin her tim mîna van mudaxaleyan her tim pêş ketin. Pêşketina van mudaxaleyan didomin jî. Bê guman divê mirov van rêbazên li dijî demokrasiyê qebûl neke û li dijî van rêbazan derkeve erka hemû partiyên siyasî ye. Ewil qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kirin. Piştre qeyûm tayînî şaredariyên bajarên kurdan kirin. Ev nîşan dide ku dixwazin vê pêvajoya qeyûman berdewam bikin.
Nahît Eren, da zanîn ku divê ev bê zanîn û famkirin êdî civan van rêbazan qebûl nake û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku pêvajoya darazê hincet nîşan didin û qeyûm tayîn dikin. Lê di cewherê vê pêvajoya darazê de em dizanin ev dosya tune ne. Em dibînin ku neçareseriya pirsgirêka kurd çiqas bingehê zerarê dide demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev encama tengbûna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi xwe de zêdebûna binpêkirina mafên mirovan tîne. Di bingeha hemûyan de neçareseriya pirsgirêkên civakî û neçareseriya pirsgirêka kurd e.”
Nahît Eren dazanîn ku eger di çareseriya vê pirsgirêkê de gavên wêrek û şênber navêjin an jî vînek xurt nîşan nedin, mixabin kesên ku xwe ji van pirsgirêkan xwedî dikin û dixwazin li ser van pirsgirêkan hebûna xwe berdewam bikin hene û wiha lê zêde kir: “Tabloya ku îro derketiye holê jî ev e. Dîsa hin kesên li ser neçareseriya pirsgirêka kurd hebûna xwe berdewam bikin, serî li van rêbazan didin. Dixwazin bi rêbazên ne demokratîk li vî welatî hêza xwe nîşan bidin.”
Eren da zanîn ku ev hewldan li dijî aştiya civakî ne û wiha bi dawî kir: “Li djî bi hêzkirina pêvajoya aştî û çareseriyê ye. Ez bi hêvî me ku îktîdara siyasî demek berî demekê ji vê gava şaş, gavan paşve bavêje. Divê êdî ev pratîkên bi vî rengî nekevin rojeva Tirkiyeyê. Lê em dibînin ku di nava dewletê de hîna kesên di vê pratîkê de israr dikin û li ber xwe didin hene.”