Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê di 4ê Cotmeha 2022yan de di encama êrişên dewleta tirk de hatibû şehîdxistin. Nagîhan Akarsel di 3yemîn salvegara şahadeta xwe de li Navenda Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn.
Beriya ku bîranîn destpê bike, di kesayeta şehîd Nagîhan de ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Komîteya Jineolojî Dilvîn Oremar li ser jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel axivî.
Dilvîn Oremar di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Nagîhan de hemû şehîdên doza azadiyê bibîr anî û got: “Mirov çiqas li ser şehîdan baxive jî têrê nake, ji ber ku xeta me ya sor Rêbertî û şehid in. Heval Nagîhan Akarsel xwedî kesayetek bi pîvan û rêgez bû. Jina azad di hundirê xwe û jiyana xwe de dabû afirandin. Her wiha heval Nagîhan di jiyana xwe de jî ne sînordar bû, yanî ne ku tenê di aliyê teorîk de ma, wê zanista xwe ya ku heyî dikir malê civakê jî.”