12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nagîhan Akarsel hat qetilkirin

Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel a ku edîtora kovara Jîneojiyê û endama Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya li Silêmaniyê bû di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin.

Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel (nivîskar) ku di heman demê de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê jî bû îro di navbera saet 10.11’an de li ber mala xwe rastî êrîşek çekdarî hat. Li gorî agahiyan Nagîhan Akarsel di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê ji bo lêkolînê rakirine Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Akarsel a ku  ji bajarê Konyaya Bakurê Kurdistanê ye, karê rojnamegeriyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiriye. Heta niha îmzeya wê li gelek xebatên lêkolînê yên der barê jinan de li Kurdistanê û derveyî welat heye. Çend sal in li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê ava bikin xebatên dimeşand.

Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarê projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê û endama desteya weşanê ya kovara Jîneolojiyê jî dikir.