Hevgirtina NADA (Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmê) bi minasebeta 25’ê Mijdarê daxuyanî da. Hevgirtina NADA anî ziman ku her sal di 25’ê Mijdarê de, Roja Cîhanî ya têkoşîna li dijî Şîdeta li ser bingeha Zayendî silav dikin û wiha got: “Roj roja ragihandina asta tundiya li dijî jinan û derfetek ji bo hemû tevgerên azadiya jinê ku xwe binirxînin û bi rêxistin bikin e. Jin di bin rejîmên totalîter, otorîter de dijîn, ji ber pîvanên olî yên devjêber û qanûnên neolîberal hatine xeniqandin. Kirîz û şerên ku li herêmê diqewime, ne tenê aliyên siyasî û leşkerî ne, di serî de krîzên aborî, civakî û hizrî ne û bûne sedema zêdebûna tundiyê bi hemû şêweyan. Lewra jin bûne qurbaniyên şer û alaveke di destê hemû aliyên nakok de ye. Di encamê de rastî destavêtin, tacîz û tundiyê tên. Ji bo piştrastkirina vê yekê rastiya şert û mercên jinan ên li Sûdan, Iraq, Filistîn, Kurdistan, Yemen û Sûriyê bes e.”
Di her 10 deqîqeyan de jinek tê kuştin
Hevgirtina NADA, bal kişand ser raporên navneteweyî û wiha cih da daxuyaniyê: “Raporên hêja yên navneteweyî diyar dikin ku di nava salê de her 10 deqîqeyan jinek tê kuştin. 25’ê Mijdarê derfetek e ku em tecrubeyên têkoşînên jinan jî raber bikin. Têkoşîna jina îro hêza jinê û hêza wê ya guhertina rastiyê nîşan dide. Tişta ku îro jin bi dest dixin xwedî bandorek mezin e.”
‘Em di bin banê Konfederalîzma Jin a Demokratîk de bibin yek’
NADA bang li hemû jinan kir û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê li ser navê Hevgirtina Nada em dibêjin: Werin em vê rojê bikin platforma yekkirina axaftin û armanca hemû jinan; Werin em weke xeta sor a ku nayê qebûlkirin di daxwaza azadiyê de bibin yek. Werin em bigihîjin û xurtkirina demokrasiyê wekî amûra bingehîn a çareseriya pirsgirêkên civakî; Werin em peyvê bi teoriyên kûr re bikin yek; Werin em vîn û îradeya xwe bi rêxistinên xwe yên jinan re bikin yek. Werin em stûyê xwe ji şûrên mêraniyê rizgar bikin. Bila ewlekarî û xweparastina me di destê me de be. Ji ber ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de xwedî hişmendî, rêxistinbûn û xweparastin çekên stratejîk in di destê jinan de di têkoşîna xwe ya dîrokî de, di ronahiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, bêyî wan em nikarin garantiya tu destkeftiyan bidin. nikarin astengiyên ku li pêşiya me ne derbas bibin. Her wiha em bang li hemû jin, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku di bin sîwana projeya “Konfederalîzma Jin ya Demokratîk a Herêmî û Cîhanî” de tifaqan xurt bikin, têkiliyan xurt bikin, ezmûn û pisporan biguherînin. Em bang li her kesî dikin ku bi hev re û bi bandor bixebitin, dengê xwe bi dengekî bilind û bi hev re bilind bikin da ku cîhanek bê şîdet ava bikin, ku tê de aştî û ewlekarî serdest be û jin tê de li gorî felsefeya dirûşma cîhanî ji hebûna xwe kêfxweş bibin. : “Jin, Jiyan, Azadî.” Werin em têkoşînê bidomînin û guhertina ku em lê digerin bi dest bixin! Nemirî ji bo şehîdên gotina heqîqetê! Jin, Jiyan, Azadî!”