Li Midyadê nîvê niştecîhê gundekî misilman û nîvê dinê jî Sûryan bûn: rojekê yekî misilman tê vî gundî.
Diçe mala hevalê xwe yê Sûryan, yê Sûryan û yê Misilman hevalê hev ên leşkeriyê bûn.
Ê Sûryan ji ber hatina hevalê xwe yê misilman pir kêfxweş dibe, dibêje welahî ez ê ji mêvanê xwe re berxekî serjêkim. Zilam berxê derdixe derve, lingê berxê girê dide û kêrê dertîne ku berxê serjêke, di vê navberê de cîranê wî, vî halî dibîne û jê dipirse:
Cîran xêr e? tu berxê serjêdikî, zilam dibêje welahî xêr e, hevalekî min ê pir ezîz hatiye mêvandariya min, divê ez jê re vî berxî serjêkim:
Cîranê wî jê dipirse, mêvanê te Sûryan e ya misilman e? Zilam dibêje welahî mêvanê min misilman e! Cîranê wî dibêje, wê çaxê divê yekî misilman û bi destmêj vî berxî serjêke, ya na wê mêvanê te vî goştî nexwe:
ji rojan roja înê ye û hemû misilman jî li mizgeftê ne. Zilam dibêje ê de baş e, jixwe îro jî înê ye û niha hemû misilman jî li mizgeftê ne, de ez ê herim li ber deriyê mizgeftê bisekinim ku ji mizgeftê derkevin ez ê ji wan yekî bînim û bêm:
Zilam kêr di dest de û li ber deriyê mizgeftê disekine.
Kî ji mizgeftê dertê, zilam jê dipirse, tu bi destmêjî ya na, gundî dema ku kêrê di destê zilam de dibîne, hemû dibêjin na. Zilam li benda mele disekine û xwe bixwe dibêje, de qey mele jî bê destmêj nîn e, di dawiyê de mele jî ji mizgeftê dertê, zilam kêr di dest de û ber bi mele ve diçe û jê dipirse, mele tu bi destmêjî ne wisa? Dema ku mele kêrê di destê zilam de dibîne, ewha dibêje na na heyran, destmêja çi halê çi!
Zilam bi milê mele digire hişk dijidîne û wî dibe, mele dibêje heyra weleh ez bê destmêjim tu min kuve dibî lê zilam goh nade mele û wî bi erdê ve kaş dike, heta ku mele dibe ber deriyê mala xwe, zilam misînê dide destê mele û dibêje here destmêj bigire û were, mele diçe destmêj digire û tê, zilam kêrê dide destê mele û jê re dibêje de îca vî berxî serjêke û here, mele dibêje niha te ez ji bo vêya bi erdê re kaşkir û anîm vira, zilam dibêje na ji bo ku tu careke dinê bê destmêj nimêj nekî min tu anî vira!
Na heyran destmêja çi halê çi