13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mylène Sauloy: Abdullah Ocalan pêşengekî rastîn e!

Derhênera Fransî Mylène Sauloy ku li ser tevgera Kurd fîlm çêkirine, diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd xwedî girîngiyek mezin e û got, "Ocalan hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê pratîkî ve pêşengekî rastîn ê têkoşîna jinê ye."

Mylène Sauloy, da xuyakirin ku muzîka Kurdî û têkoşîna jinê ew nêzî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd kiriye û got, “Muzîk di nava Kurdan de ragirê rastîn ê dîrokê ye. Hemû dîroka ku hatiye qedexekirin bi rêya muzîkê tê veguhastin. Di navbera muzîk û berxwedanê de girêdaneke xurt hatiye avakirin.”

Sauloy, anî ziman ku jin di navenda Şoreşa Rojava de ne û got, “Jin hem pêşenga rêbaza şerê tê meşandine û hem jî pêşenga nirxên civakî ne. Dewleta Tirk sivîl û cih û warên sivîlan ên li Rojava dike hedef. Helwesta welatên rojava ya li hemberî Erdogan cihê şermê ye. Dema ku li Ûkraynayê sivîl têne hedefkirin skandal e, lê dema ku li Kurdistanê sivîl têne qetilkirin ‘parastina rewa’ ye. Ev yek şermezkî mezin e.”

Di serî de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiyê ya tevgera Kurd û jinên Kurd, ji bo beşên civakî yên li qad û navendên cuda yên cîhanê têdikoşin mînakek girîng e. Derhênera Fransî Mylène Sauloy yek ji wan navane ku ji bo têkoşîna jinên Kurd û têkoşînê azadiyê baştir bê naskirin ked daye. Sauloy ku zêdeyî 30 sal in li ser Têkoşîna Azadiyê ya jinên Kurd û Kurdan xebatê dimeşîne, ji sala 2015’an û vir ve li ser Şoreşa Rojava û Têkoşîna Jinên Kurd sê fîlmên girîng, di sala 2015’an “Kurdistan: Şerê Keçan”, di sala 2018’an de “Şoreşa Jinê” û sala 2021’an jî “Vegera li Şengalê” kişand. Derhêner û senarîsta Fransî Mylène Sauloy li ser xebata xwe û Şoreşa Rojava ku ji nêz ve dişopîne ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Sauloy, diyar kir ku muzîk di nava Kurdan de ragirê rastîn ê dîrokê ye û wiha got, “Hemû dîroka ku hatiye qedexekirin bi rêya muzîkê tê veguhastin. Me ev yek girîng dît. Ji bo vê jî me fîlma pêşî ya li ser muzîka Kurdî di sala 1998’an kişand. Di heman demê de Ahmet Kaya li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû. Rastî heman deman hat.

Bawerim fîlma pêşî di navbera salên 1998-2000’an de li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê me kişand û ji bo min bû tecrubeyeke mezin. Muzîka Kurdî dîrokeke bi heybet vedigot. Dema ez li Bakur bûm, rêxistinbûneke siyasî ya pir bi hêz jî hebû, ev yek bala min kêşan. Rêxistineke ku di navenda wê de jin hebû û ji bo mafê jinan xebat dimeşand. Jin bi xurtî tevlî vê rêxistinbûyînê dibûn.

Wê demê ez li Emerîkaya Latîn dijiyam û gelek fîlmên li ser gerîlayên li Kolombiyayê ku rewşa jin li wir tevlîhev, nediyar û kêmtir wekhevîparêz bû çêdikirin. Li Bakur rêxistinbûna ku di navenda wê de jin cih digire gelek bala min kişand. Piştre dema me li ser muzîka Kurdî yekemîn fîlma xwe kişand ku ragirê wê ya dîrokî car din jin bû, min gelek bandor kiribû. Piştre bi awayekî xwezayî min xwe di nava xebatên têkoşînê de dît.”

Sauloy, anî ziman ku ew cara ewil di sala 2015’an de çûye Rojavayê û wiha domand, “Lê beriya wê min çend fîlm li ser jinên li kampên PKK’ê yên li Başur, Qendîl û Şengalê çêkiribûn. Min navê fîlma xwe kir ‘Şerê Keçan’. Ji ber ku jinên ku min li Qendîl, Şengal û Rojava nas dikir pir ciwan bûn. Piraniya jinên beşdarî şoreşê bûn, şoreş parastin, beşdarî avakirina sîstemê bûn û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, gelekî ciwan bûn. Ev ji bo min girîng bû, lewma min navê fîlmê xwe kir ‘Şerê Keçan’. Jixwe di fîlma xwe ya din de ji bo rola jinan ya di şoreşê de bidim pêş, min fîlma bi navê “Şoreşa Jinê” çêkir. Di vê fîlmê de min xwest têkoşîna 40 salan vebêjim. Ya rast, min dixwest ji berê ve vî fîlmê çêkim. Lê di wê pêvajoyê de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla hatibûn qetilkirin û piştî wê berxwedana Kobanê destpêkirin. Bi berxwedana Kobanê re ku jin di destê wan de çek heye û ji bo parastinê şer dikin, ji aliyê cîhanê ve hat kifş kirin. Di navenda Şoreşa Rojava de jin hebûn. Têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahî herêmê mînak e.”

Sauloy, destnîşan kir ku modela jiyanê ya ku çavkaniya tevahiya cîhanê ye, îro dibe hedefa dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Cara dawî nêzî salek berê li Rojava bûm. Em çûn atolyeya filmên anîmasyonê birêve bibin. Em mehekê man û sê hefteyên vê mehê herêm ji aliyê Tirkan ve hat bombekirin. Santralên elektrîkê hedef hatin girtin, înternet hat qutkirin, yanî cih û warên sivîlan hedef hatin girtin. Balafirên bêmirov sivîl dikirin hedef. Gelek jin hatin qetilkirin, di nav wan de midûrek sêwîxanê ku me pê re hevpeyvîn kir û di fîlma min a li ser Şengalê de cih girt. Tirkiyê bi hinceta ewlehiyê êrîş dike. Lê li herêmê sivîl tên qetilkirin. Di rastiyê de Tirkiye ji bo ku êrîş bike PKK’ê weke hincet nîşan dide. Ne PKK’ê, Tirkiye bi xwe xeteriyeke mezin e.

Her kes dizane ku Tirkiye Efrîn, Serêkaniyê, bakurê Serêkaniyê û gelek herêmên li wir dagir kiriye. Tê zanîn ku cîhadîst li vir û li Idlibê bi cih kiriye. Bi vî awayî ew cihên sereke kontrol dikin. Di êrîşa li ser zindana Hesekê de jî dixwazin cîhadîst bên berdan. Ew çekan digihînin cîhadiyan, dixwazin aloziyê li herêmê bidomînin û bi berdewamî gelê herêmê bidin bawerkirin ku YPG û hêzên kurd ên herêmî ji bo wan xeternak in. Lê di rastiyê de Tirkiye bi xwe xeteriyeke mezin li ser gelê sivîl li Bakurê Sûriyê çêdike. Ev eşkere ye.  Eger herêm bê dagirkirin, Tirkiye dikare hemû cîhadiyan serbest bide berdan.

Ez rewşa li wir ji nêz ve dişopînim. Tirkiye her roj êrîşî sivîlan dike û dike hedef. Dema li Ûkraynayê Rûsya êrîşî sivîlan dikin ev skandal e. Dema ku Tirkiye li Kurdistanê êrîşî sivîlan dike û dike hedef, ev ne skandal e. Van êrîşan weke xweparastinê dibînin.”

Abdullah Ocalan pêşengekî rastîn e

Sauloy, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo jin mafên xwe bi dest bixin, kedek mezin daye û wiha got, “Abdullah Ocalan destnîşan dike ku rizgariya gelê Kurd û jin bi hev ve girêdayî ne. Ez difikirim ku Ocalan di rola jinê de û girîngiya wê di şoreşê de û di avakirina civakeke nû de pêşengekî rastîn e.

Ev demeke dirêj e ne tenê PKK, hemû rêxistinên berxwedanê jî di nav de rêxistinên din ên mîna gerîla yên li Kolombiyayê jî weke terorîst tên binavkirin. Ev têgîn ji bo bêtehemûliya pêvajoya berxwedanê û înkarkirina rewabûna têkoşînê tê bikaranîn.”

Sauloy, di dawiyê de jî da zanîn ku, ew niha amadekariya fîlmek nû li ser girêdana muzîk û şoreşê ya Rojava xebat dimeşîne û got kı çîroka vê fîlmê wê bi temamî cuda be.