Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan civiya. Civîn li navenda giştî ya HDP’ê pêk tê û endamên MYK’ê tev li bûn.
Hat zanîn ku dê rojeva civînê encamên hilbijartina hilbijartinên 14’ê Gulanê be û wê li ser hilbijartina serokkomariyê ya ji tûra duyemîn re maye jî nîqaş bên kirin.