25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MXDŞ biryara efûya li Iraqê wek îxanet bi nav kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê rabû ku metirsî heye DAIŞiyên girtî bêne berdan û destnîşan kir ku ev biryar xiyaneta li xwîna qurbaniyên fermanê ye.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û fikarên xwe anî ziman ku bi vê biryarê re çeteyên DAIŞê yên ku destê wan di fermanê de hene dikarin bêne berdan.

Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê hevserokê MXDŞê Nayif Şemo ve hat dayin.

Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi kiryarên çeteyên DAIŞê yên li dijî civaka êzidî hat kirin û ev tişt hat gotin: “Di havîna 2014an de, em û civaka me rastî qirkirinek bi plan ya çeteyên DAIŞê yên sûcdar hatin. Di encamê de, bi hezaran jin û mêr hatin kuştin û zêdetirî ji 6 hezar jin hatin êsîr kirin, li bazaran hatin firotin. Kal, pîr û zarok jî bi armanca tunekirina pêkhateya êzidî ji ser rûyê erdê hatin kuştin.

Parlamenta Iraqê heta îro ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan bêdeng maye û neketiye nava hewldanê. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya ku di 22yê vê mehê de ji aliyê Parlamenta Iraqê ve hate pejirandin, bi tundî şermezar dikin û red dikin.

Pêkanîna vê biryarê bûye sedema vekirina birîna civaka êzidî, ku hîn jî pêwîstiya wê bi edaletê heye. Diviya Parlamenta Iraqê ji bo lêgerîna jin û mêrên dîl hatine girtin, zelalkirina çarenûsa bi hezaran Êzidîya winda û vekirina bi dehan gorên komî ketiba nava tevgerê û biryar daba. Li şûna ku em bi lêgerîna windayan, azadkirina kesên revandî, qerebûkirina kesên ziyandar û jinûveavakirina herêmên me, Parlamenta Iraqê ji bo kesên ku raste rast di êrîşa qirkirinê ya li ser gelê me di cih girtine, biryara azadiyê dide.

Destûrdana bêcezakirina kesên sûcdar ku ev hovîtî kirine, xiyaneteke li xwîna qurbaniyan û binpêkirina prinsîbên edalet û mafên mirovan e. Ev biryar ne tenê binpêkirina mafên qurbaniyan e, bi awayekî eşkere piştgiriyeke nerasterast e ji bo baskên siyasî yên li parlamenta Iraqê yên ku hewl didin wêneyê tawankaran paqij bikin û çanda bêcezakirinê bi pêş bixin. Ev yek hevahengiya di tawanên li dijî Êzidiyan de nîşan dide.

Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku demildest vê biryarê betal bike, bi cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan pabend be û nehêle ku sûcdar azadiya xwe bi dest bixin. Em bang li civaka navdewletî jî dikin ku di vê doza dadperwer de li kêleka me raweste û fişarê li Hikûmeta Iraqê bike ku tawankar bên cezakirin.

Em ê ji daxwaza xwe ya edalet û hesabpirsînê venegerin û rê nedin êşên gelê me ji bîra dîrokê bên paqijkirin.”