Di 23’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên kurdan ve li 74 welatên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibu destpêkirin. Kampanya ku bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran dest pê kir û li hevahiya cîhanê belav bû, didome. Tevlibûna kampanyayê roj bi roj zêdetir dibe. Muzîsyen û aktîvîst Konstantîn Wecker bi dîmenekî piştgiriya xwe ya ji bo kurdan nîşan da û destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê çareseriyeke aştiyane û adil a pirsgirêka kurd e.
Wecker, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û başûrê Kurdistanê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir û wiha got: “Aştî û edaleta civakî mafê gelê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurdistanê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Berdana wî şertê bingehîn ê paşerojeke aştiyane û demokratîk a li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê ye.”
Wecker anî ziman ku rojava wan a hemûyan eleqedar dike û got: “Pêwîstiye gelê Rojava niha bi piştgiriya me ya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî li cîhanê em dest bi kampanyayekê bikin.”