17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Muzaffer Akengîn piştî 32 salan hat berdan

Muzaffer Akengîn (56) ê piştî 32 salan hate berdan, li Amedê ji aliyê malbata wî û gelek kesan ve bi tilîlî û dirûşman hat pêşwazîkirin.

Girtiyê siyasî Muzaffer Akengîn (56) ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 32 salan duh hatibû tehliyekirin. Akengîn, vegeriya xaka xwe Amedê û li balafirgehê ji hêla malbata xwe û gelek kesan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Akengîn, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin. Akengîn li vir axaftineke kin kir û got: “Gelek hevalên tehliyeyên wan hatine taloqkirin hene. Di serî de girtiyên nexweş û yên tehliyeyên wan hatine taloqkirin, ji bo azadiya tevahiya girtiyên siyasî divê partiyên siyasî û hemû sazî berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin.”

Piştre jî Akengîn derbasî mala malbata xwe ya li navenda Amedê bû.

Akengîn, dê sibe li Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê ziyaretan qebûl bike.

Muzaffer Akengîn kî ye?

Muzaffer Akengîn (56) di sala 1993yan de li Enqereyê hate binçavkirin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Diviyabû Akengîn di 13ê Mijdara 2023yan de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta cezayên disiplînê tehliyeya wî asteng kir.

Akengîn, piştî 32 salan duh hate berdan.