Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernameyeke taybet de axivî û bername di televîzyona Medya Haber de hate weşandin. Mustafa Karasu têkildarî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên dawî, desteserkirina îradeyê ya li hemberî destketiyên siyasî yê gelê Kurd, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê û salvegera damezrandina PKK’ê nirxandin kirin.
Mustafa Karasu diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di pêvajoya li Rojhilata Navîn de zehmetiyê dikişîne û di vê pêvajoyê de dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê û got: “Ji bo pirsgirêka Kurd zihniyeta xwe neguherandine. Dewleta Tirk a faşîst peyaman dide gelê Kurd ku dest ji Kurdîtiya xwe û doza Kurd berde û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê geşkirin.”
Mustafa Karasu anî ziman ku piştî 4 salan hevdîtinek bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin û wiha axivî: “Rêber Apo silav li her kesî kir. Em jî bi hesret, hezkirin û rêzdarî silavên xwe dişînin. Silavgirtina ji Rêber Apo ji bo me û hemû gelê me bû moral. Lewma bi rastî jî 4 salan agahî negirtin, zehmet bû. Lewma ji bo me bû agahiyeke girîng. 1’ê Cotmehê Devlet Bahçelî merheba da parlamenterên DEM Partiyê û gotinên wiha dikir, ‘Ger ji der ve aştî hebe, divê di hundir de jî aştî hebe’. Di demeke wiha de ev hevdîtin hate kirin, ev hevdîtin pir cuda hate nirxandin û şîrovekirin. Bê guman li hawireke ku Devlet Bahçelî bang li Rêbertî bike û Erdogan jî piştgiriyê bide vê bangê, dibe ev nirxandin û şîrove bên hişê mirov. Ji aliyê kesên ku rastiyê nizanin û nabînin ve nirxandinên bi vî rengî, tê fêmkirin. Lê ev hevdîtin rasterast bi gotinên Devlet Bahçelî û nîqaşên piştre re eleqeder nînin.”
Endamê Konseya Rêveber Mustafa Karasu, da zanîn ku bi salane ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo azadiya wî, têkoşîneke mezin tê meşandin û wiha got: “4 sal in hevdîtin nîne. Lewma têkoşîna gelê me heye, têkoşîna gelê me yê li Ewropa, têkoşîna dostan heye. Vê yekê bi rastî jî zorî zehmetî ji bo dewleta Tirk çêdikir. Têkildarî vê yekê helbet zext li ser DMME’yê hebû, zext li ser Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebû. Evane hemû helbet di heman demê de li ser Tirkiyeyê jî zextek çêdikir. Tirkiye bi rastî jî ji bo domandina vê tecrîdê zehmetî jiyan dikir. Ji vî alî ve piştî 4 salan li Tirkiyeyê ev nîqaş çêbûn. Di çarçoveya axaftinên Devlet Bahçelî de Tirkiye zehmetî dijiyan. Mijara destûr nedayîna hevdîtinê, li ser dewleta Tirk veguherîbû zextê. Destûra hevdîtinê da û xwest ji vê zextê rizgar bibe. Hem jî di pêvajoyeke wiha de xwest hişê mirovan tevilhev bike.”
Hevdîtin di encama têkoşînê de pêk hat
Mustafa Karasu, destnîşan kir ku têkoşîna demdirêj pêşî li hevdîtinê vekir û wiha berdewam kir: “Bi salan li dijî tecrîdê têkoşînek heye. Têkoşîna azadiya Rêbertî ye. Ev yek bû wesîleya hevdîtineke wiha. Lê ji ber ku dewlet pir zehmetî dikêşe, di demeke ku ev nîqaş tên kirin de ev yek pêk anî û bi vî rengî hem xwest ji zextên li ser xwe rizgar bibe hem jî hinekê hişê mirovan tevilhev bike, weke ku nermbûnek çêdibe, weke ku di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyeke cuda çêbibe. Ji derveyî me gelek mirov li ser vê yekê fikirîn; nîqaş kirin. Lê em vê yekê diyar bikin, teqez ti eleqeya vê hevdîtinê bi nîqaşên demên dawî re nîne. Ev hevdîtin di encama têkoşîna 4 salan de pêk hat. Rêbertî negot, tecrîd rabûye. Herhal eger di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiyek cuda çêbibe, tecrîd dewam nake. Divê tecrîd bê rakirin, lê dewam dike. Piştî hevdîtinê demek kurt, cezayê disiplînê dan Rêbertî. Lewma ev hevdîtin divê cuda neyê şîrovekirin û neyê fikirîn ku ji ber sedemên cuda pêk hat. Divê bê dîtin ku bi temamî di encama têkoşîna bi salan de ye û divê bê zanîn ku hîna ku tecrîd dewam dike û divê têkoşîn bê domandin. Teqez divê rehetî çênebe. Ji ber ku hevdîtina bi Rêbertî re mîna moral dayî gel, derketina çend gotinên wî jî ji bo peyamdayînê girîng e. Ji vî alî ve divê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike.
Tecrîd didome
Hevalan jî jixwe di vê çarçoveyê de bi berfirehî nirxandin kirin. Rêbertî bi xwe dibêje, ‘tecrîd dewam dike’. Ev tê wê wateyê ku em ê têkoşînê bidomînin. Eger ev hevdîtin di encama têkoşînê de çêbibe, wê demê divê em têkoşînê bidomînin. Rêbertî destnîşan kiriye ku divê nebe sedem ku ti rehetî çêbibe. Ji ber ku di civakê de, di kesan de ferasetên şerê taybet hene. Di encama kampanyayên hêzên şerê taybet de, şaş fêmkirin çêdibin. Di roja me de ku bi dehan televîzyon hene, amûrên şerê taybet hene, mirov tên xapandin. Divê bi van nexape. Jixwe niha jî gelê me li her derê dibêje tecrîd dewam dike. Li Ewropa jî tê gotin. Li Bakur jî, li her derê tê gotin ku tecrîd dewam dike û wê têkoşîn jî dewam bike.
Dîsa di demek nêz de, 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşa mezin were kirin. Li wir wê têkoşîna li dijî tecrîdê bê nîşandan. Di sala duyemîn a kampanyaya azadî ji Rêber Apo re de, wê pêngavek nû bê avêtin. Li wir jî helbet divê tevlîbûneke xurt çêbibe.
Tu têkoşîn vala naçe
Divê ev yek bê dîtin. Ti têkoşîn vale naçe. Li aliyê din Kurd gelekî di bin qirkirinê de ye. Rêberê Gelê Kurd jî di bin zexteke qirkirinê de ye. Di bin qirkirinê de tê girtin. Polîtîkaya li dijî Rêbertî, polîtîkaya qirkirinê ye. Tunekirina rêberê gelekî, tunekirina zanebûna wî, di heman demê de tunekirina hemû nirxên wî gelî ye. Ji ber ku ji bo her civak û gelekî, rêber pêkhateya nirxan e. Kombûna nirxan e. Nûnerên herî girîng ên nirxan e. Tunekirina wî/ê, tê wateya tunekirina hemû nirxan û êrîşkirina hemû nirxan. Ji vî alî ve divê gelê me xwedî li Rêbertî derbikeve. Em bawer dikin ku Rêbertî wê bi têkoşînê azad bibe. Erê, têkoşîn zehmet e. Di nava pir zehmetiyê de tê meşandin. Li her qadê têkoşîn di nava şert û mercên zehmet de dimeşe. Lê belê ev têkoşîna ku di nava şert û mercên zehmet de dimeşe, teqez wê bigihije encamê. Jixwe zehmetî girîngiya têkoşînê û rastiya xirabiya dijmin nîşan didin. Li dijî rastiyeke wiha bêyî têkoşîn, şert û merc çi dibin bila bibin bêyî têkoşîn encam nayê girtin. Bi hêsanî li benda serketinê mayîn, bi hêsanî li benda encamgirtinê mayîn, nenaskirina rastiya qirker û mêtinger, wê bibe nefêmkirina rastiya Kurd, rastiya Kurdistanê û rewşa li Rojhilata Navîn. Ji vî alî ve divê her kes bêje ku zehmetî çi dibin bila bibin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin. Divê zehmetî weke astengî neyên dîtin. Zehmetî di rastiya Kurd, di rastiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, sedemê têkoşînê ye. Ji vî alî ve, em bawer dikin ku wê bi geşkirina têkoşînê em ê bi ser bikevin.
Mijara pirsgirêka Kurd, yanî şerê li dijî Kurdan, şerê berpirsyariyê û têkoşîna mezin a em li dijî vê dimeşînin herî baş em dizanin. 50 sal in em vê têkoşînê dimeşînin. Em sîstema mêtinger û qirker nas dikin. Em dizanin ku 50 sal in têkoşîneke çawa hatiye kirin. Di vî alî de dema axaftina Devlet Bahçelî û ya Erdogan bê nirxandin, pêwîst e ev têkoşîn bi tevahî bê nirxandin. Divê şerê li dijî me û gelê Kurd tê meşandin, bi awayekî giştî bê nirxandin. Em bênavber şer dikin û em di nava şer de ne. Hema hema em fikir û pêngavên wan ê rojane, dikarin hesab bikin. Ji ber ku em dizanin hawireke siyasî ya çawa heye, di kîjan şert û mercê de têdikoşin, eniya mêtinger qirker di çi rewşê de ne, rewşa Rojhilata Navîn, rewşa têkoşîna me û hemû şert û mercan em dinirxînin, Devlet Bahçelî yan jî Erdogan ka çima serî li rêyek bi vî rengî didin jî em dizanin.
Fikra pirsgirêka kurd çareser bikin nîne
Desthilatdariya AKP-MHP’ê li derve zehmetiyan dikêşe û di hundir de jî zehmetiyan dikêşe. Ev rast e. Lê nirxandineke weke ku ji ber li derve û hundir zehmetî dikêşe, ji ber wê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bike û van zehmetiyan derbas bike, şaş e. Wisa fikirandin şaş e. Rast e, li derve û hundir zehmetî dijîn, lê li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê heye û dimeşînin. Di pêvajoya zehmet de dixwazin şerê xwe yê li dijî Kurdan bi encam bikin. Pêwîst e wiha bê dîtin. Di mijara pirsgirêka Kurd de zihniyet nehatiye guhertin. Zîhniyeta demokratîk pêş ketiye an jî dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, tiştekî bi vî rengî nîne.
Belê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîste bibe xwedî zîhniyeteke demokratîk. Pêwîste zîhniyeteke ku hebûna Kurdan, nasname û çanda wan qebûl dike, bi dest bixînin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Bi taybetî ne di nava MHP’ê de û ne jî Devlet Bahçelî. Di vî alî de çima ev pêngav hat avêtin? Bi rastî jî divê em baş bifikirin.”
Gotin an hûnê qebûl bikin an jî hûnê kulman bixwin
Mustafa Karasu bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: “Gotin ku zehmetiyên li herêmê, şerê Îsraîlê û her wiha gotin Îsraîl wê êrîşî me bike. Bêguman li Rojhilata Navîn şerek diqewime. Ev şerekî mezine ku hevsengiya Rojhilata Navîn dihejîne, tê meşandin. Li aliyê din, hêz û bandora jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav kêm dibe. Pozîsyona xwe ya jeopolîtîk ku ev 150 sal in bi kar tîne, bazariyê li ser dike an jî weke hêza wê ya herî girîng a siyasî bû, êdî ne mîna berê ye û bandora wê kêm bûye. Em nikarin bêjin ku bi temamî ji holê rabûye. Lê ew êdî ne di wê pozîsyonê de ye ku weke berê xwe bike desthilatdar, şantajê li her kesî bike, bike mijara bazirganiyê. Ya ku pêşketina têkiliyên navbera Îsraîl û Ereban û lêgerîna li rêyên cuda yên enerjiyê radixe pêş çavan ev e. Ev zelal e. Niha ev axaftina Devlet Bahçelî ye û piştre Erdogan jî piştgirî dayê. Mirov nikare bêje di navbera Erdogan û Devlet Bahçelî de pirsgirêk heye. Ne rast e ku mirov bifikire di mijarên ew çend girîng de di nava taktîk û têkiliyên ewçend ji rêzê ne. Ne pêkane ku hayê wan ji hev nebe. Ji berê ve axivîne, Devlet Bahçelî gaveke bi vî rengî avêt. Divê bi vî rengî were zanîn. Fikra ku dibêje Devlet Bahçelî di pirsgirêka Kurd de AKP’ê derbas kiriye û gihîştiye nuqeteyeke maqûltir, tê wateya ku rastiya MHP’ê û Tirkiyeyê nasnekirine. Devlet Bahçelî got, an hûn ê qebûl bikin an jî hûn ê kulman bixwin. Ev tê çi wateyê? Hûnê dev ji doza azadî, demokrasi û Kurdbûna xwe berdin. Dibêjin bibin siyasetmedar, bibin parlamenter, bibin serokê şaredariyê lê xwe tevî van nekin. Qala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd nekin. Azadî tê wateya demokrasiyê, tê wateya şerê li dijî vê dewletê, li dijî vê desthilatdariyê. Ev tê wateya helwestgirtina li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê. Dibêjin ji vê yekê dûr bisekinin. Dibêjin eger hûn dûr bisekinin, hûn dikarin bibin şaredar an jî parlamenter. Hûn dikarin siyasetê bikin. Ya ku tê gotin ev e.”
Dibêjin teslîm bibin
Mustafa Karasu, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: “Belê, her kes dixwaze ku tiştekî baş bibe. Di meseleya pirsgirêka Kurd de pêngav bên avêtin ango çareser bibe. Kesekî ku vê ji me zêdetir bixwaze nîne. Em balê bikşin ser vê yekê. Kesek ji me bêhtir vê bixwaze nîne. Niha wate dayîna banga Devlet Bahçelî jî ne meseleyek ku bê fêhmkirin e. Erê roja ewil destê xwe dirêj kir. Got ku hem li hundir hem jî li derve aşitî. Baş e ew hema gotinek bû. Dibe ku ev gotin hin tiştan bide fikirandin. Pişte Devlet Bahçelî, Rêbertî vexwendiye meclîsê. Çi gotiye? Were rêxistina xwe belav bike. Ev yek tê çi wateyê? Hêza fikirîn û îradeya siyasî ya gelekî. Ev 50 sal in ji bo vê yekê li ber xwe dide. Deh hezaran şehîd hene. Dibêje were belav bike. Ev yek tê wateya teslîmbûnê. Tê wê wateyê.
Lîstik di nava lîstikê de ye
Dibêjin bi rêya telefonê li gel Qendînê hevdîtinek çêbûye. Ev yek ne rast in. Heya niha bi Qendîlê re têkiliyek çênebûye. Yanî bi tu awayî têkilî çênebûye. Tişetekî bi vî rengî tune ye. Em jî weke hemû kesan li ser televîzyonan dişopînin. Ji çapemeniyê dişopînin. Bila ev yek jî wiha were zanîn. Bi Rêbertî re hevdîtîneke wisa tune ye, pêvajoyek tune ye. Dikarin hemû gavan bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bînin. MÎT dikare here û bi Rêbertî re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî li Îmraliyê bi Rêbertî re gelek hevdîtin çêbûn. Lê em ji gotinên Omer Ocalan û dîsa ji gotinên Tûncer Bakirhan ên piştre fêm dikin ku Rêbertî gotiye ku pêvajoyeke çareseriyê tune ye. Ji ber vê yekê divê ji wê hevdîtînê wateyeke cuda neyê derxistin. Divê were zanîn ku ew hevdîtin encama têkoşîna bi salan e. Divê mirov bi baldarî li nêzî vê pêvajoyê bibe. Ev xefikek e, lîstîk e. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariya şerê taybet e. Lîstika di nav lîstikê de ye. Her roj vê yekê dikin. Dibêjin ku xwişk-birayên me yên Kurd. Xwişk-Biratiya Kurd-Tirkan. Jixwe gelê Kurd û gelê Tirk xwişk-bira ne. Polîtîkaya dewletê ya gelê Tirk û gelê Kurd anîn pêşberî hev ev desthilatdarî bi xwe ye. Polîtîkayên vê desthilatdariyê ne. Dibêjin ku bila ne xwişk-biratî, bila wekhevî hebe. Demogojiya xwişk-biratiyê tê kirin. Bi taybetî jî divê were zanîn ku li ser aligirên DEM Partiyê û gel lîstikeke çawa tê lîstin. Ji ber vê yekê divê gel sekneke qewî nîşan bide û li hemberî vê polîtîkayê têbikoşe. Ji bilî têkoşîna li dijî vê polîtîkayê tu rêyên din tune ne. Ji ber ku teslîmbûn pêk nayê, yanî dev ji Kurdayetiya xwe bernadin, ji ber ku gelê Kurd dev ji azadî û mafên xwe yên demokratîk bernade, divê vê polîtîkayê bi awayekî rast bibîne û divê li dijî vê polîtîkayê li ber xwe bide.”
Dixwazin vîna gelê kurd bişkînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bal kişand ser polîtîkayên qeyûm jî û wiha pêde çû: “Ev polîtîkayên qeyûman ji destpêkê ve ye hene. A rastî wê li Kurdistanê piştî hilbijartinan bihata kirin. Wanê rê nedayê û bi Colemêrgê re sînorkirî ma. A niha jî qeyûm hem parçeyekî vê polîtîkayê ne û hem jî encameke polîtîkaya ku heya niha dihat meşandin. Jixwe dixwazin têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê têk bibin. Naxwazin ku rêveberiya tu bajar û navçeyan di destê Kurdan de be. Sînorkirî jî be, naxwazin îradeyeke Kurdan hebe. Ji ber vê yekê polîtîkayeke qeyûman a bi vî rengî heye. Encama vê yekê ye. Dibêjin ku nabe gelê Kurd here ser sindoqê, nûnerên xwe hilbijêre û bi xwe bi rê ve bibe. Dibêjin ku heya hûn dev ji Kurdayetî, nasname û azadiya xwe bernedin, em mafê rêveberiyeke bi nasname, çand û azadiya we nadin we. Dibêjin ‘Hûn nikarin werin û li tu cihan bi nasname, çand û zimanê xwe şaredariyan bi rê ve bibin. Em destûrê nadin vê yekê. Hûn ê dev ji vê yekê berdin.’’ Ji ber vê yekê ji bo ku têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê bişkînin, polîtîkaya qeyûman bi rê ve dibin. Dibêjin ku ger werin hilbijartin, em ê qûyûman tayîn bikin. Sedema israrbûnê jî ji bo jêvegerandinê ye. Dibêjin ku hûnê dev ji fikr û polîtîkayên xwe berdin. Ji ber wê yekê israr dikin. Gelek caran ev yek kirin û dibêjin ku hûnê dev ji berdin. Rêbazeke jêvegerandinê ye. Dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin û teslîm bigirin. Êlih jî helbet di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, têkoşîna jinan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê li Êlihê bi rêjeyeke zêde jinek bû hevşaredar. Ev êrîşeke li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e. Nikarin wê jî têk bibin û dixwazin biçewisînin. Wê vê yekê bidomînin. Ger têkoşîn pêş nekeve wê dewam bikin. Çimkî çend rojan beriya niha Abdulkadîr Selvî got ku ‘’wê dewam bike.’’ Wê şaredariyên din jî desteser bikin. Wê Şaredariya Amedê jî û ya Wanê desteser bikin. Ya Bazîdê jî. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide. Ji ber vê yekê divê nerazîbûneke weke ku hemû şaredarî hatine desteserkirin, were nîşandan.
Qeyûm politikaya li dijî gelê kurd e
Mustafa Karasu anî ziman ku polîtîkaya qeyûm ne polîtîkayeke li hemberî bajarekî ye û wiha got: “Yan jî ne polîtîkayeke têkildarî şaredariya wî bajarî ye. Polîtîkayeke li dijî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd li hemû bajaran li dijî van polîtîkayên qeyûmam li ber xwe bide. Divê ne li bendê bin ku dor were wan. Eger li Wanê qeyûm bê sekinandin, li Amedê qeyûm bê sekinandin, wê demê divê her ji niha têkoşîn bê geşkirin. Helbet dema têkoşîn tê meşandin, divê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin. Divê mirov bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bike. Divê mirov bi wan re jî di nava têkîliyê de be. Me bandora vê têkîliyê, vê têkoşîna hevpar li Wanê dît. Divê ev yek hem di dema têkoşîna li Kurdistanê de pêk were, hem jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û rêxistinên civakî yên sivîl divê li her qada ku lê ne li dijî qeyûm têbikoşin û helwest nîşan bidin. Hêzeke girîng a Kurdan li Stenbolê heye, li Îzmîrê hêzeke girîng heye, li Edene, li Antalyayê heye. Jixwe li vir CHP’ê şaredarî di encama dengên Kurdan de qezenc kirin. Lewma hêzên demokrasiyê yên li wir, bi rehetî dikarin bikevin nava liv û tevgerê. Divê ew bikevin nava liv û tevgerê. Encex bi vî rengî qeyûm wê bên têkbirin. Niha têkoşîneke diyar heye. Lê divê hîn bêhtir bê bilindkirin. Divê domdar be. Ewane dibêjin ku, wê çend rojan bimeşin, çend rojan protesto bikin, wê piştre dest jê berdin. Divê wiha nebe. Gelê Kurd divê xwe ji têkoşîna domdar re amade bike, divê bê navber têbikoşe. Divê ti şaredariyan neberde. Şaredarî ne mekan in. Divê hevserokên Mêrdînê û endamên meclîsê xebatên xwe bidomînin. Divê bi gel re nîqaş bikin ku wê li kuderê kar û xebat çawa bê kirin, divê têkildarî vê yekê biryar bidin. Li ser vî bingehî jî helbet divê ew qeyûm bê teşhîrkirin. Ji vî alî ve divê ji bo xebitîna qeyûm, destûr neyê dayîn, divê bê felçkirin. Divê hevserok jî, serokên meclîsê jî dest ji wezîfeya xwe neberdin. Divê aktîf bixebitin. Divê neçin li malên xwe nerûnin. Heta ku qeyûman dikin derê, divê nêzîkatiyeke wiha raber bikin. Hemû rêxistinên demokratîk, divê têkildarî vê yekê bi hestiyar bin. Divê qebûl nekin. Divê nîşan bidin ku qebûl nakin. Gelo hîna çima deng tê dayîna AKP’ê? Hem wê bêje ez Kurd im, hem jî wê deng bê dayîna AKP’ê. Ev nayê qebûlkirin.”