10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mûrat Karayilan: Divê ne berjewendiyên rêxistinî yên neteweyî esas bên girtin

Karayilan: “Ez bang li PDK, YNK, PYD hemû serok û hevserokên partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li rewşenbîr û her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim û dibêm; Bila tu kes li pêşiya yekbûnê nebe asteng. Berjewendiyên rêxistinî na, berjewendiyên neteweyî divê esas bên girtin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV de bersiv da pirsan.

Mûrat Karayilan di nirxandinên xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha got: “Omer Ocalan beriya çend rojan, di meclisê de axivî û hin agahiyên nû dan. Ragihand ku Rêber Apo gotiye, ‘eger derfet bê afirandin, ez dikarim rola xwe bilîzim’ û diyar kir ku derfeta ku wî behs kirî, ne derfeteke şexsî ye, ji bo şexsê xwe tiştekî naxwaze, divê zemîn bê avakirin. Ev tê wê wateyê ku divê dewlet gav bavêje. Divê gavên siyasî bavêje û zemînê ava bike ku Rêber Apo jî ji bo çareseriyê rol bilîze û hewldanê bike. Yanî bêyî avakirina zemînê, wê çareserî çawa çêbibe? Bêguman nabe.”

‘Serdana DEMê tena serê ne çareserî ye’

Mûrat Karayilan serlêdanên DEM Partiyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Niha hevserokên DEM Partiyê jî ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine. Tevî ku demek dirêj li ser derbas bûye jî, hîna bersiv nehatiye dayîn. Yanî hewayeke welê çêbûye ku, sankî şandeyek yan jî rayedarên DEM Partiyê eger biçin giravê û ew hevdîtin çêbibe, wê ji nişka ve her tişt bi cih were yan jî çareserî pêş bikeve! Avakirina qeneeteke wiha yan jî ji xwe ve avabûna wê, ne rast e. Bêguman xwestina çûyîna Îmraliyê, tiştekî şaş nîne. Lê belê nêzîkatiya ‘eger em biçin wê pirsgirêk çareser bibe’ ne rast e. Lewma ji xeynî xwestina çûyîna Îmraliyê, divê mirov bixwaze ku gav jî bê avêtin. Her kesê alîgirê çareseriyê, divê daxwaz bikin ku dewlet gav bavêjin. Dewlet niha jî hîna siyaseta xwe ya berê didomîne. Pêwîst nake em kiryarên wê yek bi yek bêjin; jixwe tên zanîn. Êrîşên li dijî hêzên me dewam dikin; siyaseta qeyûm dewam dike; êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi kurt û cewherî polîtîkaya dijminatiyê dewam dike û di pratîkê de, tu guhertin nînin. Wê demê di van şert û mercan de, Rêber Apo wê çawa gavên nû bavêje? Pêwîstî pê heye ku dewlet gav bavêje. Lê belê heta niha tiştek çênebûye. Tenê bangên Devlet Bahçelî hene; ji dervey wê tiştek din nîne.”

Mûrat Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bêyî ku gavek were avêtin rast nîne ku ji Rêber Apo tiştek were xwestin. Ev tê wateya ku zextê li ser Rêber Apo çêdikin. Divê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Beriya her tiştekî divê îktîdara AKPê ji bo çareseriyê gavan biavêje. Divê ev daxwaz derkeve pêş.”

‘Armancên her dewletê cuda ne’

Têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî Karayilan wiha got: “Rejîma Baasê geşedan baş nenirxand û guh neda bangê guherîn û veguherînê. Lewma hilweşiya. DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê di vê mudaxileyê de cih girtin. Niha jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê di rojevê de ye. Hedefa her hêzekê cuda ye. Qasî tê dîtin, têkildarî vê yekê di navbera hêzên ku nava vê planê cih girtine de, nakokî heye. Armanca her kesê cuda ye. Mesele armanca Tirkiyeyê cuda ye; armanca Îsraîl û aliyên din cuda ye. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Heta vê pêvajoyê weke Şoreşa Sunnî-Îslamî dinirxîne û vê weke serketina xwe dibîne. Herî dawî di axaftina Tayyîp Erdogan a li Erziromê de, derket holê ku Erdogan li Helebê rakirina ala tirk weke serketinekê dibîne. Bi kurt û cewherî, Tirkiye dixwaze her tiştê li gorî xwe rêxistin bike.

Di esasê xwe de ji berê ve, komên li Tirkiyeyê û ji xwe re dibêjin muxalefet, hikûmeteke demkî ava kiribûn. Di van 5-6 salên dawî de, ew hikûmet heye; qaşo serokwezîr û wezîrên wê hene. Niha li Dîlok û Stenbolê dijîn. Tirkiyeyê esas dixwest ev hikûmeta mualefet were Şamê birûne û bibe desthilatdar. Daxwaza Tirkiyeyê ev bû. Lê belê tişta tê dîtin, hêzên afirînerê lîstokê, ev yek qebûl nekirine. Wan tercîh kirin ku pêşiya lîderê HTŞê Muhammed Colanî vekin. Tê fêmkirin ku dixwazin bi pêşengiya wî Sûriyeyê bi ser hev ve bînin û jinûve dîzayn bikin. Tirkiye jî neçar maye ku vê yekê qebûl bike. Jixwe daxwaza desthilatdariya AKPê ne ev e. AKPê alîgirên xwe amade kiribû û dixwest ew bibin desthilatdar. Lê belê bingeh û hêzeke wan nîne. Ya ku xwedî hêza esas, HTŞ ye. Tê fêmkirin ku peywendiyên diyar ên lîderê HTŞê hene. Xuya ye dixwazin xwe veguherînin û li ser vê bingehê pêş li wan hatiye vekirin.”

Bi domdarî Mûrat Karayilan da zanîn ku AKP zextê li HTŞê dike û got ku ne diyar e bê çiqas destûr were dayin ku Sûriye bi pêşengtiya HTŞê were avakirin. Karayilan, bal kişand ser îxtîmala şerê navxweyî û got: “Hedefa esasî ya Tirkiyeyê ew e ku nehêlin kurd bibin xwedî statû.”

Mûrat Karayilan, anî ziman ku dê her tişt li gorî daxwaza Tirkiyeyê teşe negire û wiha axivî: “Bêguman weke tê dîtin, her tişt wê li gorî daxwaza Dewleta Tirk çênebe. Wê wisa destûra her tiştî neyê dayîn. Ji ber ku ev ji bo Tirkiyeyê pêş nexistin. Erê; rola Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye, lê îradeyek jî heye. Gelo ev îrade wê çiqasê destûr bide ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bên? Ji ber ku armanca sereke ya planê, ewlehiya Îsraîlê çêdike. Yanî li ser bingehê tunekirina gefên li dijî Îsraîlê, planek hatiye çêkirin. Lê Tirkiye dixwaze pêvajoyeke berevajî wê, pêş bixe. Yanî planeke Sunnî-Îslamger a li Misirê bi ser neketî, niha dixwazin li Sûriyeyê bi ser bixînin. Ev wê bi xwe re Îslama Siyasî jî gur bike. Jixwe îşaretên vê yekê tên dîtin. Ev jî wê bi xwe re xeteriyan bîne. Lewma îhtimala hîn zêdetir şer û têkoşînê ya li ser Sûriyeyê, heye.

Lê belê tişta aşkere ew e ku, êdî li Sûriyeyê demeke nû destpê kiriye û ev tenê ji bo Sûriyeyê nîne, di esasê xwe de ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn tê wateya destpêka demeke nû. Divê ev yek were dîtin. Tê diyarkirin ku ev plan wê hîn bêhtir dewam bike û ji vir û şûnde, wê dewletên cuda jî bibin hedef. Navê Iraq û hin welatên cuda, derbas dibin. Yanî ev plan di nava çarçoveyekê de, wê li Rojhilata Navîn dewam bike. Lewma li herêmê demeke nû îfade dike; di çarçoveya vê dema nû de her tişt tê nirxandin û tê armanckirin ku herêm li ser vî bingehî were dîzaynkirin.”

Mûrat Karayilan, bi lêv kir ku heke gelê kurd “Stratejiyeke hevpar” ava bike îxtîmala serkeftina wan mezin dibe û wiha got: “Ji bo vê yekê, ez di vê dema girîng de bang li hemû berpirsyarên siyaseta kurd, yanî di serî de PDK, YNK, PYD hemû serok û hevserokên partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li rewşenbîr û her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim: Di vê dema dîrokî de divê her kes berpirsyar nêz bibe. Divê tu kes di sekna xwe ya heta niha de, israr neke. Bila tu kes li pêşiya yekbûna platformeke xwedî cudahiyên fikrî û îdeolojîk, nebe asteng. Berjewendiyên rêxistinî na, berjewendiyên neteweyî divê esas bin. Weke min diyar kirî eger yekîtiyeke pir rêkûpêk nebe jî, divê diyalog hebe; divê nêzîkatiyek hebe. Mesele niha li Rojava gelê kurd divê nekeve nava valatiyê. Gelê Kurd li wir lewaz nîne; derfetên wê hene, lê ji bo ku bi ser bikeve divê her parçe û her siyasetmedarê Kurd piştgiriyê bide Rojava. Mesele deriyê Sêmalka hîna girtî ye. Gelo ev ê çawa were şîrovekirin! Tiştên wiha divê ji holê rabin. Di vê dema girîng de, divê di nava kurdan de qutbûn çênebe; dîrok vê yekê ferz dike.”

‘Em li Rojava nîn in’

Têkildarî îdiaya ku dibêjin PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye jî Mûrat Karayilan ev bersiv da: “Îktîdar tevahiya derdorên jê hez nake weke ‘PKKyî’ pênase dike. Dibêje ‘Rojava PKK ye’ Çima? Ji ber ku dixwaze statûya li wir tune bike. Ji rêveberiya xweser û desthilatdariya wir aciz dibe, dixwaze wê tune bike. Ji ber vê dema ku navê wan rêz dike nabêje PYD/YPG, yekser dibêje PKK/PYD/YPG. Ev yek zimanê şerê taybet e. Ji bo hemû kurdên doza nasnameya xwe dikin bike hedef, vî zimanî bikar tîne. Ji ber vê yekê divê hemû dewlet, partî û siyasetmedar-kurd bin ango nebin- bi vî zimanê şerê taybet ê Dewleta Tirk nexapin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Li wê derê gelên kurd, ereb, asûrî-suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk re rêveberiya xwe bi hev re ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyekê. Em bi awayekî aşkere radigihînin; weke PKK em li Rojava nînin. Li Rojava tu têkîliyên me yên xwezayî an jî rêxistinî bi tu rêxistinekê re nîne. Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAIŞê êrîş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û bêguman Kobanê û Rojava. Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, ‘PKK li wir e.’ Na, tiştekî bi vî rengî nîne.”