12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Murat Çelîk piştî 31 salan hate berdan

Mûrat Çelîk ku piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li Bismilê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.

Mûrat Çelîk ku di sala 1994an de li Erzînganê hate girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 31 salan hate berdan. Çelîk, li Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Çelîk û kesên pê re, piştre hatin navçeya Bismilê ya Amedê. Çelîk, li vir ji hêla hevşaredarên navçeyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de konfetî hatin etqandin, jinan lîrandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Hevserokê DBPa Bismilê Yûsûf Ataş di pêşwazîkirinê de diyar kir ku gelê Kurd dest bi pêvajoyeke nû kiriye û got: “Divê her kes xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ derkeve.”

Mûrat Çelîk jî xwest ku girtiyên din bên berdan û dê têkoşîna xwe bidomîne. Çelîk wiha got: “Em 30 salan di girtîgehê de man û ev qet mesele nîne. Heval û rêhevalên me yên di vê rêyê de canê xwe dan hebûn û em jî dê li ser şopa wan bin. Rewşa Kurdan a niha ya li Rojhilata Navîn gelek baş e. Heke em xwe bêhtir birêxistin bikin dê azadiya me ewqas nêztir be.”