Dîsa vîzevîza fikran, plan û pêşnûmayan e li dor serê me li pêş çavên me diçin û tên an jî li ser medya dîjîtal difirin, diherikin, diteqin. Lê tu tişt mayînde nîne, tu tişt nabe tiştek kêrhatî û çaredîtî. Ev barîn, ev herikîn, ev teqîn, ev berhewabûna fikr û zikran, ev hebûna hewayî, dê li ku bisekine?
Min çend sal berê pirtûkek Karl Olsberg a bi navê Sîstem xwendibû û serwerî û qelsiya medya dijîtal, heyîn û jiyîna dîjîtal, piçek be jî xeyal kiribû. Mesela vîrûsek tev li sistema dîjîtal dikirin û her tişt felc dibû. Trafîk li bin guhê hev diket, ne balafir difiriyan ne burokrasiya dewletê dikarî bixebite. Lewre vîrûsê, aqil û pergala dîjîtal a ku dinyayê birêve dibe dabû sekinandin! Loma jî carna dibêm gelo ji bo mirov bê ser hemdê xwe tiştek wisa lazim e, an jî gere xeyaletek fîşa her tiştî bikşîne da ku mirov bi xwe bihese û bibîne ku bi ku ve diçe an jî naçe!
Bi rastî jî xwezî heta demek kurt her kesî jiyanek bê telefon, bê kompîtor bidita, bijiya, biceribanda! Da ku tê bigîhîştiya ka ev pergala ku bi aqilê dîjîtal (Artîfical Înteligent) birêve diçe, çawa wî/ê jî birê ve dibe an jî nabe, çawa şekl û teşe dide aqil û hestên wê/î û çawa nahêle ku ew aqil û hestên xwe bi awayek azad bixe dewrê. Çimkî wek wê gotina navdar, “tiştên ku em nikarin şikil bidin wan şikil didin me!” Yanî an em ê şikil bidin tiştan an jî ew ê şikil bidin me. Ji ber ku “sîstema”Orsberg hê jî li ser kar e û her ku diçe dijwartir dibe. Welê dijwartir dibe ku kes nizane, nikare, nafikire bişopîne û bipirse jî. Hebe tunebe marqayên tel û hwd. tên zanîn û forsa ku bi wan tê kirin! Mirov nikare tê bigihîje ku marqaya telefonek çawa û çima dikare jiyan û nasnama kesan biguhere, bilind an jî nizm bike.
Gelo her kes bûye endezyara/ê fezayê û gerdûnê bi rê ve dibe bi wan telefonên marqebilind û em pê nizanin? Gelo stratejiyên polîtîk û leşkerî û civakî û derûnî bi rêya wan telefonên biriqandî di destê kurdan de ne û çerx wisa tê zivirandin, lê em kor in nabînin? Ku wanî be hal çima ev hal e? Çima digel ku telefonên serdest û bindestan, kurd û amerîkiyan eynî ne jî, çima çarenûs ne eynî ye? Bes vana pirsên ne li cîh in ne, çimkî ya girîng deşarj e êdî, ne pirs û ne jî bersîvên wan balê nakişînin!
Bi tikandinê her tişt dest pê dike û diqede. Her tişt, biqasê tikandinek nêz, biqasê tikandinek rast, biqasê tikandinek derew e. Her tişt biqasê tikandinek ya te, biqasê tikandinek ne ya te û dûr e. Lew wek ku her kes dizane, peyva dîjîtal, ji “dîgîtûs”a latînî tê û DÎGÎTÛS jî “tilî-pêçî”ye. Îja pergala ku bi tiliyan tê birêvebirin jî girêdayî “AI”(Artîfical Intelligent) yê ye, yanî tiliyên me jî êdî ne di bin serdariya mêjiyê me de, lê di bin serdariya hişê çêkirî da ne.
Helbet gelek feydeya vê pergalê heye û dinya bi wê biçûk bûye. Lê wêlê kiriye ku her kes pir zêde meşxûl, her kes pir zêde zana, her kes pir pir zêde bûye endezyara/ê feza û mêjiyê hebûn û nebûnê!? Belam ku rojek fîş were kişandin û elektrîk here an jî şarja her tiştî biqede, dê mirov û mirovahî çi bike, kes nizane?
Lê hêvîdar im ku ez şaş bim û vê pergela dijwara ku dinyayê biçûk kiriye lê pê re mirovan mezin nekiriye, tew bi ser de biçûk jî kiriye; rojek ji hêla van muhendisên fezayê ve were xelaskirin… Muhendisên fezayê û erd û asîman! Çi navek giran, lê bila zevî wêran nebe. Bila bi van risteyan biqede ev nivîs:
Enfeksiyon
Jiyan birînek dev vekirî ye
Ku neyê pêçan
Dê enfeksiyon bigire