12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mudaxaleyê şewata li Çiyayê Gabarê nayê kirin

Li devera Girê Ziyaretê yê li Çiyayê Gabarê ku “Herêma ewlehiya taybet” lê hatiye ragihandin, şewat derket. Hat zanîn ku leşker destûra mudaxileya li şewatê nadin.

Li devera bi daristan a Çiyayê Gabarê ku talan û wêrankirina xwezayê lê didome şewat derket. Şewat li devera Girê Ziyaretê ku ji aliyê walîtiya Şirnexê ve wek “Herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin, derketiye û agir li derdorê belav dibe. Hat zanîn ku hê tu mudaxile li şewatê nehatiye kirin.

Tevî ku leşker û cerdevanên ji bo lêgerîna petrolê li herêmê bûn hatin agahdarkirin jî bi hinceta “eraziyên bi mayîn e” mudaxileyî şewatê nekirin. Hat diyarkirin ku ev dever ji salên 90’î vir ve ji çûnehata sivîlan re qedexe ye.

Balkêş e ku şewat li nokteya ku tenê xebatkarên şirketa lêgerîna petrolê, cerdevan û leşker lê hene derketiye.