Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî hevdîtin bi rayedarên Brîtanyayê re pêk anî.
Li gorî malpera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hesen Mihemed Elî bi hejmareke parlamenterên Brîtanyayê re mijarên têkildarî çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re nîqaş kirin.
Hate destnîşankirin ku di hevdîtinê de girîngiya pêşxistina hewldanên dîplomatîk ên bi armanca çareseriya aloziya Sûriyeyê, garantiya yekitiya xak û serdestiyê hate destnîşankirin.
Li gorî malperê, Hesen di civîneke din a li gel endamê Meclisa Lordan Francis O’Grady de rewşa Sûriyeyê bi firehî nirxand. Mihemed Elî girîngiya piştgiriya bi diyaloga nîştimanî ya berfireh û girîngiya aktîfkirina rola civata navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî destnîşan kir.
Hesen Mihemed Elî bi parlamenter John Man re jî hevdîtin pêk anî. John Man diyar kir ku divê rola Brîtanyayê di destekkirina hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo pêkanîna biryara 2254’an de were xurtkirin. Her wiha destnîşan kir ku avakirina hikumeta nû ya Brîtanyayê dibe derfeteke nû ku çareserkiriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike.