MSDê îro der barê topbarana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaiyê de hat gotin: “Bi berpirsiyariyeke neteweyî, di vê qonaxa krîtîk de ku hewcedarî bi aqilmendî û xweragirtinê ya herî zêde heye, MSDê bi fikareke mezin topbarana hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz ku çekên giran tê de bi kar anîn, dişopîne. Di encama topbaran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê de, 17 sivîl birîndar bûn û jinek jî şehîd bû. Ev binpêkirinek cidî ye ku jiyana şîniyan û ewlehiya milkê wan dixe xeterê. MSDê van êrişan şermezar dike, ev êriş li dijî pêdiviyên aramî û aştiya navxweyî ye.”
MSDê diyar kir ku ev kiryar binpêkirinek aşkere ya peymanên heyî ne, bi taybetî peymana 1ê nîsanê ya der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de. Daxuyanî wiha pê de çû, “Her binpêkirina van lihevkirinan ne tenê ewlehiya van taxan tehdît dike, lê di heman demê de bandorek neyînî li ser hemû hewldanên ji bo aramiyê û kêmkirina aloziyan dike.”
MSDê banga bicîhanîn û pabendûna bi peymana 10ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin kir.
MSDê bang li hemî aliyan, bi taybetî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, kir ku pabendî lihevkirinên îmzekirî bibin, berjewendiya neteweyî ya bilind a Sûriyeyê bidin pêşiyê, û bi hev re bixebitin da ku sivîlan biparêzin, agirbestê xurt bikin, û piştgirî bidin pêvajoyek siyasî ya neteweyî ku Sûriyeyê dixe ser rêya aramiyê.
MSDê sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji bo birîndaran jî başbûnek bilez xwest.
