16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MSD: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne

Civîna berfireh a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê destpê kir. Hevseroka MSDê Leyla Qereman anî ziman ku firsendeke dîrokî bi destê wan ketiye û got, armanca wan avakirina Sûriyeyeke nenavendî ye.

Civîna berfireh a MSDê li bajarê Hesekê dest pê kir, hevserokatiya meclisê, endamên wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana MSDê de tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê  dest pê kir, piştre hevseroka MSDê, Leyla Qereman axivî û got, civîna wan a berfireh, di kêliyek dîrokî ya girîng de ne tenê ji bo MSDê, lê di heman demê de ji bo Sûriyeyê û tevahiya herêmê tê lidarxistin.

Leyla Qereman da zanîn ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê berpirsyariyeke ducar dixe ser milê wan û wiha dom da nirxandinên xwe: “ji wan berpirsyariyan avakirina polîtîkayên hevseng a dûrî destwerdanên derve, avakirina projeyek nîştimanî ya berfireh ku hêviyê bide gelê Sûriyeyê ku baweriya xwe bi desthilata veguhêz nemaye. Vê desthilatê nekarî erkên xwe yên siyasî, ewlehî, leşkerî, îdarî û destûrî pêk bîne, her wiha  şaştiyên giran ên di asta komkujiyên li peravê, Şamê û Siwêdayê pêk anîne.”

Leyla Qereman destnîşan kir ku di ezmûna dema derbasbûyî de, eşkerebû ku desthilata veguhêz lawaz û qels e, ji pirsgirêk û pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeyê ti  çareserî pêşkêş nekir û got: “Desthilata veguhêz nekariye kongreyeke nîştimanî ya berfireh li dar bixe. Danezaneke Destûrî derxistiye ku serdestiyê dide serokomar, lê îrade û mafên gel tê de tune ye. Her wiha hikûmetek veguhêz ava kiriye ku ji daxwazên gel dûr e û bêhêvîbûna gel zêde kiriye.”

Her wiha destnîşan kir ku vê hikûmeta veguhêz bi vê yekê, ezmûnên berê dubare kirine û nîşan daye ku ger dewleta nû li ser rêbazê dewam bike, ew ê ji nirxên edalet û demokrasiyê dûr bimîne û dê nekaribe dewletek hemwelatîbûnê ava bike.

Hevseroka MSDê diyar kir ku civîna wan a îro gaveke girîng e ku qonaxek nû ava dike û wiha pê de çû: “Qurbaniyên mezin ên ku gelê me dane, berpirsiyariyeke exlaqî li ser me ferz dike, berpirsiyariyeke ji bo destnîşankirina rêyekê ji bo Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku cihêrengiya xwe ya neteweyî, olî û çandî biparêze û wê veguherîne dewletek aram ku hemû gelê xwe hembêz bike.”

Leyla Qereman da zanîn ku  armancên wan di qonaxa veguhêz û piştî qonaxa veguhêz de zelal in û wiha rêz kirin “Xurtkirina aramiya navxweyî û pêşîgirtina li kaoseke nû ya Sûriyeyê, ji nû ve avakirina baweriya gel û neteweyî bi rêya diyaloga navxweyî û pêkanîna projeyên pratîkî yên ku xizmeta jiyana gel dikin.”

Hevseroka MSDê Leyla Qereman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em pêşberî derfeteke dîrokî ne ku gelê Sûriyeyê siberoja welatê xwe bi destên xwe binivîse. Dibe ku rê dirêj û dijwar be, lê em bawer in ku bi îrade, yekitî û xebata hevbeş, em ê ewlehiya Sûriyeyê bi dest bixin. Armanca me Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk, piralî û nenavendî ye, li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. Sûriyeyeke ku bêyî cudahî, rêzê li mafên hemû welatiyên xwe digire.”

Biryar e civîna berfireh a MSDê bi encamnameykê bi dawî bibe.