18 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mozên xwezayî û yên şaşeyên sanal

Cudahiya mozên xwezayî û mozên sanal: Mozên xwezayî tenê karê xwe dikin, anku nakevin nava karê kelmêşan, moristanan, pepûleyan an jî nav karê qijika reş. Lê ev mozên şaşeyên sanal xwe dixin nava her karî.

Moz li welatê me biharê û ber bi demsala havînê ve dertên holê. Moz anku mêşa havînê bê berhem e, hingiv çênake, tu karî nake, bi tenya golik, conega û gayê gêj, gamêşê bêxêm gez dikin û carna jî xortên ciwan jî gez dikin!

Dema ku gayan gez dikin an jî derziyên xwe di çermê ga re dikin ga zêde pê nahese, ji ber ku çermê wî stûr e û bêxem e ji cihê xwe nalive, bi tenya dûvikê xwe badide û dûvikê xwe wek qamçî bi xwe dide, da ku mozik bireve. Gamêş qet ji cihê xwe nalive, herwiha dûvikê xwe jî nalivîne, qet guh nade mozê, ji ber ku çermê wê hînd stûr e derziyê moz naçê, pê ve zêde mûjil bibe dê derziya xwe bişikîne. Lê golik, beh beh… Vîzvîza dengê mozê bes e ku golik hilbê û bi çolê bikeve, bêser û bêber xwe li kevir û daran bixe.

Moz dawiya meha nîsanê, destpêka meha gulanê bi awayekî xwezayî diyar dibe, bi giştî temenê wê sê meh in. Bi roj germahî hebe perên xwe dadiweşîne, bi vizîniyeke tûj bilind dibe. Germahiya xwîna li ser rewila wek dûrbîna termalê lê diyar in. Nêr û mê, mezin û biçûk, conega û çêlek jê re ferq nake, berê xwe dide xwîna kel a ser, pê, pişt, binzik, lêv, difin, yekser derziya xwe têra dike. Wek malê bavê xwe, bêxem, bêpirs û bêtirs. Dema ku derzî di xwînê de çeqiya êdî heta biteqe dimije; zikwerîmî, kêmekî serxweş xwe gerî ser darekî yan jî ser komekî gûnî dike. Yan jî bêyî ku derziya xwe têxê zerbeyekî dûvikê golikekî, çêlekekî lêdanê dixwe kêmekî bilind dibe, bê hişî diçe careke din êrîşê yeke/î din dike yan jî ku pişt nebûye xwe li binzik dicerîbîne.

Moz wî şer û tekoşîna xwe heta derengiya êvarê didomîne. Tenê dema ku baran bibare yan jî hewa sar be navber dide. Li gor xwezaya xwe li ser dara, di nava gihayên kaş, gonî û di nava hêlizê de waran çêdike. Her cîhê ku lê radizê yan jî cihên ku jê re guncav in tovên xwe dêhêle da ku ew tov saleke din dîsa zindî bin. Moz tiya xwe berdewam dike. Ev jî şêwazê zêdebûna wê yan jî parastina hebûna xwe ye. Tovên wê her wek wê dertên dibin moz, kesek nikare wan asîmîle bike, nikare deng û navên wan biguherîne, ew her moz in!

Moz, bi giranî êrîşê ser pişta çêlek, conega û golikan dikin. Ji ber ku, dawiya bihar û havînan pişta conega, çelek û golikan kêm digire, anku pizik dertên, moz jî kêma di wan pizikan de dimije, pişta wan di demeke zûtir de qenc dike. Anku wek bijîşkekê bêmesref, bêberanber kar dike, tu xirabiya wê ji bo tu kesan nîn e, tenê dema ku heywanan gez dike, kêmê dimije heywan didin zîtika dibezin û bi çolê dikevin. Şivan ji vê rewşê bêzar û aciz dibe, ji mozê re dide xeberan-dujînan.

Derencam ber bi payizê, li gor werçerxana xwezayê roj her ku diçe kurt, şev dirêj dibin, hewa hênik dibe û reşeba pelên daran diwerîne, êdî dawiya temenê mozê jî tê, çend liv û tevger hebin jî lê êdî bayê tunebûnê lêdidê. Moz vê çûne nake xem, kul û keser bê tirsa nemanê, qet navê mirinê jî pênahese.

Dengê mozê naşibe tu dengan, li gor me mirovan dengekî ku guhên me wek dixwirîne, yan jî dengekî bêwext balê dikişîne da ku ji naçariyê bi destê xwe guhên xwe, ser û rûyê xwe biparêzî denge mozê ye. Vîzîniya wê bê rawestin çend xulekan bi awayekî berdewam dirêj dibe, demeke din her vizînî serê mirov bêhtir giran dike, wek di nava mêjû de bîr dikole lê tê.

Vê zivistana 2025 di nava çileya mezin de dengê moza nîn e, nabejî li welatê me mozên torên sanal (civakî!) peyda bûne, li her şaşeyekî gelek dev hene, li her devekî ziman, li ser her zimanekî jî gotin difirin; bêsînor, bêpergal, bêpîvan û bêxwedî! Kes kesê/î nabîhîse, her yek gotinê dixe devê yên din, her kes di her mijarê de pispor e, zane ye, xwedî ezmûn e û hevokan çênake, gotinan jî kurt dike,  kite û tîpan difirîne; paşê jî bêşerm dibêje: “Min fam kin!” an jî “Hûn min fam nakin.” Vinekî di ji pozan derdixe, xwe li ser civak û rêxistinan dibîne.

Moz pizik, kînor kêmê dimije, canê rewilan rihet dike, qenc dike jiyana rewilan mayînde dibe, lê mozên torên sanal, ramanên gel şêlû dikin, hişmendiyê parçe dikin, pêşerojê nediyar dike;li ser ajoyan ferasetê ava dike. Zor û zehmeti dertên, diçilmise, xwe dixe qalikê rebeniyê, di her gotinên wê/î de bêhêvîtî vizevizê dikin, lê kêmenî roj lêxe, aramî be jê re şox û şeng e! Dibe pêşengê welat, Dewleta Kurd ava dike, projeyên navneteweyî dadirijîne, di şaşeyên sanal de di destan de gopal nexwşeyên welat xîz dike.

Cudahiya mozên xwezayî û mozên sanal: Mozên xwezayî bi tenê karê xwe dikin, anku nakevin nav karê kelmêşan, moristanan, pepûleyan an jî nav karên qijika reş. Lê ev mozên şaşeyên sanal xwe dixin nav her karî; ne hunermend in lê wek pisporên hunerê diaxive. Ne polîtîkavan in lê li ser çarenûsa gel diaxivin. Ne leşker in, ji şer fam nakin, di jiyana xwe de destê xwe nedane ser çekeke sexte jî lê li ser qedera şerê gel diaxivin. Bîrdoziyê fam nakin, felsefeyê fam nakin, dibe ku bi şaşîtî çend pirtûkên antîk ên helenîzmê xwedibin, bi têgeh û peyvên yewnanî gotinên xwe dixemilîne, têgînên bîrdozî rêz dike. Di nav qada kar de nîn e, di nava tekoşînê de nîn e û ji welatê xwe reviyaye, li kolanên Ewropayê lotikan diavêje lê li ser şoreşê û şoreşgeriya welat zimandirêjiyê dike. Ev moz pir şêlû ne, kor in bêbext in, hestiyên pişta wan nîn e, her disorin disorin, ava rûyên wan nema ye.

Çare; şivanên Kurdistanê tu caran bi mozan re mûjil nabin. Ew mala xwe paqij digirin, xwe bi rêxistin dikin, anku tu caran mozan nakin rojeva xwe û wan guhdar nakin.