Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyonê dersînor da destpêkirin û operasyon didome. Li gorî çavkaniyên herêmî windahiyên artêşa tirk zêde ne û wezîrê Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê li xwe mikur hat ku di operasyonê de zehmetiyan dikişînin.
Gelek caran hat ragihandin ku artêşa tirk di operasyonê de çekên kîmyewî bi kar aniye. Saziyên navneteweyî xwestin biçin herêma operasyonê lêkolînê bikin lê ji ber ewlehiyê nikarin biçin û li başûrê Kurdistanê asê man.
Li aliyê din rojnameya Mornîng Star ya Îngilîstanê têkildarê çekên kîmyewî nûçeyek belav kir. Di nûçeya rojnameyê hat weşandin de, hat diyarkirin ku artêşa tirk di 3’yê gulanê de li herêma Avaşînê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar aniye. Rojnameyê ev îdîaya mijara gotineyê jî, bi hevdîtinên bi rayedarên KCK’ê yên der barê mijarê de hatibûn kirin û wêneyên HPG’iyên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane pişt rast kir. Di nûçeyê de wêneyên endamên HPG’ê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane hatine dayîn.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar Murat Karayilan jî di 15’ê gulanê de ragihand ku dewleta tirk li herêmê asê maye û çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha endam û rêveberên KCK’ê gelek caran ji bo lêkolînkirina îdîayên bi kar anîna çekên kîmyewî, bang li hemû sazî û dezgên navneteweyî kirin ku biçîn herêmê û lêkolîn bikin.