Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an re tenê 3 meh man. Bi nêzbûna hilbijartinê re partiyên siyasî lez didin xebatên xwe û amadekariyên xwe yên dawîn dikin. Di vê çarçoveyê de piştî serê salê wê partiyên siyasî namzetên xwe yên hemû bajar û navçeyan diyar bikin û êdî dakevin qadê. Lê xeta AKP-MHP’ê hinek cuda xebatên xwe dimeşîne! Ji ber ku hîmê wê li ser zilm û diziyê ye ev xet bi nêlirêtiyan xebatên xwe dimeşîne. Tenê nelirêtiyeke hilbijartina 28’ê Gulanê ya vê tifaqê vêbêjim bawerim wê baştir bê fêmkirin ku dixwazim çi bibêjim. Beriya çendeke li Farqînê bi keyayê gundekî û cemaeta wî re civiyam û keya min re qala hîleya ku di hilbijartinê de kirine kir. Ji ber ewlehiyê naxwazim navê gund û keya bidim. Di hilbijartina 14’ê Gulanê de ji bo parlamentoyê hemû hilbijêrên gund, berpirsyarên ser sindoqan û leşkerên fermandar dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk û ji bo serokkomariyê jî dengê xwe didin Kemal Kiliçdaroglû.
Di hilbijartina tûra duyemîn a serokkomariyê de jî heman tişt tê kirin. Lê ji ber gefa qaymeqamê navçeyê piştî bidawîbûna dema dengdayînê jî du deng ji Erdogan re tên avêtin. Lewre Qeymaqam beriya ku dengdayîn bi dawî bibe li keyayê gund digere û ji ber ku deng ji Erdogan re nayên dayîn angaşt dike ku li gund bi zextê deng tên dayîn. Keyayê gund li dijî angaşta qaymeqam derdikeve û wî vedixwîne gund. Piştre endameke Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Farqînê jî li keya digere û heman tiştî jê re dibêje. Li ser vê gefa di bin navê “hişyarkirinê” ya qaymeqam û YSK’ê de piştî bidawîbûna dema dengdayînê keyayê gund û leşkerê fermandar bêyî ku haya seroka sindoqê pê bixînin du dengan ji Erdogan re diavêjin sindoqê û naxwazin bi zextên mezin re rû bir û bimînin. Keya vê nelirêtî û bêhiqûqiya li ser sindoqê bi devê xwe vegot û rastiya hilbijartinên li Kurdistanê raxist ber çavan.
Ev tenê mînakeke. Li gundeki welatparêz ê Kurdistanê tiştek wiha hatibe kirin Xwedê tenê dizana ku li Tirkiyeyê hîleyên bi çi rengî hatine kirin. Ev mînak jî nîşan dide ku AKP û serokê wê Tayyîp Erdogan diz in û walî û qaymeqam bi her awayî di xizmeta AKP’ê û Erdogan de ne. Bi gotineke din walî û qaymeqam serokên bajar û navçeyan ên AKP’ê ne. Gelo di rewşeke wiha de mirov dikare doza ewlehiya sindoqan ji wan bike. Ha te daxwaza parastina kezabê ji pisîkê kar ha te daxwaza parastina sindoqan ji walî û qaymeqaman kir.
Ji ber vê sedemê divê ku partiyên siyasî ji bo parastina sindoqan baldar bin û bi tu awayî bi walî û qaymeqaman bawer nebin. Nûnerên partiyan ên ji walî û qaymeqaman ewle bin divê ku bê zanîn ew AKP’iyên veşarî yên di nav partiyan de ne û weke walî û qaymeqaman di xizmeta AKP’ê de ne. Artêşeke ku ne di xizmeta AKP’ê de be gelo di vê pêvajoyê de li Kurdistanê derdikeve operasyonan. Yanî AKP tenê bi walî û qaymeqaman xebatên hilbijartinê nameşîne. Di heman demê de bêyî ku şerm bike bi artêşê jî xebatên hilbijartinê dimeşîne û dixwaze bi kuştinê bi serkeve. Bêguman AKP ev xebat tenê li Bakur nameşîne, di heman demê de li Başûr û Rojava jî dimeşîne; li Bakûr bi artêşê hejmareke zêde leşker li bajar û navçeyên Kurdistanê bi cih dike û dixwaze bi vê rêbazê şaredariyan bi dest bixe. Lê ji ber ku li Başûr û Rojava ev rêbaz ne pêkan e li van deran jî bi kuştinê xebatan dimeşîne. Bi vê armancê hefteya borî li Başûr hejmarek leşkerên xwe da kuştin û li Rojava jî gelek kurd kuştin.
AKP ji bo hilbijartinê bi armanca ku bigihîje hedefa xwe li şûna morê çekê û li şûna hubrê jî xwînê bi kar tîne. Ji bo wê pêşeroja civakê ne pir muhîm e. Ji bo wê pêşeroja berdewamkirina desthilata wê muhîm e. Bêyî ku li ehlaq û wijdan baldar be heke ji bo wê hewce bike dikare diziyê jî bike dikare xwîna leşkeran jî birijîne.