Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê Sibatê 2025an, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Piştre jî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk amade kir û bi rêya heyeta Îmraliyê ji hemû sazî, partî û tevgerên jinan re şand. Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, di manîfetoyê de li ser gelek xalên girîng ên wek pergala dewletî, li dijî pergala dewletî wek alternatîf yekîneyên komunan, sosyalîzma reel, fikrên Marks û marksîzmê rawestiya û li gor ruhê vê serdemê nûjeniyek a li ser esasê rastiya sosyalîzmê da ava kir û wek sosyalîzma demokratîk pênase kir. Xalên ku di manîfestoya demokratîk de li ser sosyalîzma klasîk destnîşan kir, di konferansa navneteweyî de ku li Stebolê pêk hat, bû mijara marksîstên li Tirkiyeyê.
Em der barê konferansa navneteweyî, li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên nûjenkirina sosyalîzmê, sosyalîzma reel û marksîzmê bi Alî Haydar Elyakût ê ku 32 salan di zindanê de ma re axivîn.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji konferansê re şandibû, mijara sosyalîzmê bala herkesî kişandibû ser xwe. Ev yek li nav marksîstên Tirkiyeyê rê li ber nîqaşên nû vekir. Hûn van nîqaşan çawa dinirxînin?
Nêrînên Rêber Apo, ku di konferansa Navneteweyî de hatin xwendin, rastî eleqeyeke gelekî mezin hatin. Nêrîn, rexne û nirxandinên Rêbertî ne tenê li nav marksistên Tirkiyeyê, ji wê zêdetir li nav rewşenbîr û marksîstên cîhanê jî tên şopandin û nîqaşkirin.
Demeke dirêj e li nav çepgiran, li ser kêmasiyên teoriyê, taktîk û stratejiyên wê, nîqaş û rexne curbicur tên kirin. Çimkî heqîqet li ber çavê herkesî ye. Heqîqet jî ev e ku, sosyalîzma reel ku bingeha teorî û pratîka xwe ji marksîzmê digire, ji pirsgirîkên civakan re nebû bersiv. Bi fedekariyên bêhempa yên şoreş û şoreşgeran jî modernîteya kapîtalîst hilneweşiya. Hem hilneweşiya û hem jî di roja me de gihîştiye hêz û bixwebaweriyeke wisa ku êdî li dijî xwe ti xetereyan nabîne. Jixwe bi hilweşandina sosyalîzma reel re, kapîtalîstan bi devê Fukuyama kapîtalîzm weka ‘pergala dawî’ destnîşan kir. Ango nîqaşên der barê kapîalîzmê de êdî ne nîqaşên akademîk û razber in. Ev têkildarî pêşeroja mirovahiyê ne. Gelo civaka dîrokî dê bikaribe hebûna xwe biparêze yan jî li hemberî tiştên xetertir bigindire û veguhere tişteke dîtir. Çimkî zanîna heyî, pêşketinên der barê fizîk, kîmya, biyolojî, hişê çêkerî li gel derfetên mezin, rê li ber metirsiyên mezin jî vedike. Ji aliyekî ve em der barê pirsgirêkên anakronîk diaxivin her wekî hê jî di şert û mercên du sed sal berê dijîn de tevdigerin. Bi pêşketina teknolojiya mêjiyê çêkerî re hemû teoriyên sedsalên berê bandora xwe wenda kirin. Îro kes nikare pêşeroja civakê texmîn bike. Gelo ev teknolojî û zanîna di serdema me de dê rê li ber demokrasî û refahê vebike yan jî dê bibe sedema tekno-serdestiyê û kendala serdestan û bindestan teqeztir bike? Di nav çepên tirk de jî bi qasî ku dişopînim nîqaşekê dest pê kiriye. Lê belê mirov dema dêna xwe dide wan nirxandin û nîqaşan, baştir rewşa wan a heyî û sedema marjînalîzebûna wan fêhm dike. Bi awayekî jixwebawer tiştên ku du sed sal berê şaşiya wan di pratîkê de hatiye peyitandin, wek benîşt dicûn û êriş dikin. Rewşa tevger û teoriyên marjînalîzebûna wan jî wisa ye: di nav qalikên xwe de çilmisîne û ji heqîqetê qut bûne.
Hûn jiyana sosyalîzmê ya serdema niha û nûjeniya wê çawa dibînin?
Yek rexneya herî girîng a Rêber Apo li marksîzma heyî, sosyalîzma reel aniye, şîroveya der barê diyarkirina mijara ‘’pirsgirêk’’ê ye. Marks wek pirsgirêka bingehîn nakokiya çîna karker û bûrjûvaziyê diyar kir. Lewra jî mîsyona avakirin û damezirîna civaka sosyalîst da çîna proleter. Helbet dema ku pirsgirêk şaş hat danîn rê, rêbaz û nexşerêya sosyalîzmê ji şaş hatin sazkirin. Hegel dewleta monarşîk a alman wek armanca nîhayî ya mirovahiyê nîşan dabû. Li gorî wî takekes di nav dewletê de bigihîşta azadiyê. Marks û Engels jî rabûn û di nav netewe-dewletê de desthilatdariya proleteryayê wek armanca dawî diyar kir. Her wek Rêber Apo dibêje “Netewe-dewlet koletiya herî kûr û giran e’’. Lê belê Rêbertî wek pirsgirêka civakî ya bingehîn teoriya çînayetiyê napejirîne. Li gorî paradîgmaya wî, problema civakî ya bingehîn nakokiya di navbera mêr û jinê de ye. Di berdewama vê jî de tekoşîna herî bingehîn, têkoşîna komun û dewletan e.
Ev nirxandineke nû nîne û ji aliyê Rêber Apo ve bi dorfirehî û bandorker hatiye teorîzekirin. Yek ji rexneyên herî girîng a Rêber Apo ku li marksîzmê dike, mijara modernîteya kapîtalîst e. Marks ji xeynî kapîtalîzmê, her du mijara modernîteya kapîtalîst ango netewe-dewlet û endustriyalîzmê wek pirsgirêk nedîtiye. Teoriya xwe daniye ser rexneyên kapîtalîzm û sosyalîzmê û bi nirxandinên kapîtalîzmê ve bi sînor kiriye. Lê belê Rêbertî nirxandinên Marks ên der barê kapîtalîzmê de jî kêm û şaş dibîne. Li gorî Marks û Engels civaka kapîtalîst civaka herî pêşketî bû û sosyalîzm dê li ser kapîtalîzma pêşketî bihata damezirandin. Berovajî Marks, Rêber Apo têgiha ‘’civaka kapîtalîst’’ napejirîne û di vê babetê de Marks û Engels rexne dike. Lê belê Marks çawa ku nirxeke neheq daye kapitalîzmê, pê re jî du siwarên dîtir ên ji sê siwarên mahşerê nekiriye mijara rexne û nirxandinên xwe. Li gor Marks û Engels heke avahiya maddî ango ekonomî bihata guhertin wê pê re ji hemû avahî biguheriya. Lê wisa nebû. Bandora wateyê kêm hesiband. Di vê mijarê de A. Gramscî, di zindanê de gelek nirxandinên giranbûha bi pêş xistin. Gramscî guhertina kapîtalîzmê bi tena serê xwe têr nedît û têgiha ‘hegemonyaya bîrdoziyê’ bi pêş xist. Li gor teoriya heyî wisa dihat bawerkirin ku heke heqîqet bi awayekî zelal nişanî gelên bindest bidin dê li gor heqîqetê tevbigerin û pêşengiya şoreşa proleter bikin. Ango wê bihuşta li ser cîhanê bihata avakirin. Çimkî çîna proleter koleyên dema pergala kapîtalîzmê ne. Koleyan jî ti carê şoreşek pêk neaniye û nayne jî. Çimkî ew ji parçeyê pergala desthilatdariyê ne. Çawa ku dewletên Sumer, Misir û Romayê bê kole nikarîbûn hebûna xwe bidomînin, kapîtalîzm jî nikare bê piştgiriya proleteryayê hebûna xwe bidomîne. Ev rastiyek e. Lewra Rêber Apo di encama nirxandinên felsefeya xwe ya dîrokê de mîsyona pêşengiya proleteryayê red kir. Li gorî felsefeya dîroka modernîteya demokratîk kirdeyên sosyalîzmê, derdorên derveyî şaristaniya kapîtalîst in.
Çi cudahî di navbera diyalektîka marksîzm û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heye? Hûn diyalektîka di navbera wan de çawa dinirxînin?
Rêbaza sosyalîzma heyî rêbaza diyalektîk e. Bi rastî Rêbertî rêbaza diyalektîkê red nake. Lê belê bikaranîna wê rexne dike. Çimkî li gorî diyalektîkê du alî divên. Du aliyên dijber. Ango nakokiya antagonîstîk e. Lê belê diyalektîka Marks û Engels rûxîner e. Rast e tê gotin ku têkoşîna du dijberiyan rê li ber xala sêyemîn vedike. Sentez çendîn ku li ser bingeha dijberiya tez, antî-tezê ava dibe jî, li ser tunekirinê bi pêş dikeve. Di xweza û civakê de têkiliya sîbiyotîk heye. Diyalektîka ku Rêbertî bi kar tîne afirîner û avakar e. Ev diyalektîka ku marksîzm esas digire, bingeha xwe ji zanista determînîst digire. Ango tiştekî yan rast e, yan şaş e. Lê belê bi fizîka kûantumê re zagonên cuda peyda bûn. Ligel ku li hinek qadan fizîka determînîstîk derbasdar e jî fizîka kûantumê nêrîna me ji binî ve guhert û teşeyeke nû dayê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku ji konferansê re şandibû, anî ziman: “Ez marksîzmê ji marks cuda dibînim.” Ev tê çi wateyê?
Ev nirxandin gelek di cih de ye. Ligel hemû şaşiyên wî jî, Marks teorîsyenekî serdema xwe bû. Marks hemû jiyana xwe da azadî û rizgariya bindestan. Şaşiyên teoriya wî bi ti awayî ziyanê nade ked, xebat û dilsoziya wî ya sosyalîzmê. Armanca teoriya wî azadiya bindestan bû. Ji ber vê armancê ket nav lêkolînê û teoriyek danî holê. Tişta ku hatiye serê Marks hatiye serê hemû pêxemberan. Peywirên wan piştî demekê pergal û ramanên wan veguherandine tişteke dîtir. Heke ew îro vegeriyana serdema niha dê pergala xwe nas nekirana. Di romana Dostoyevskî, Birayên Karamazov de beşa engîzîtorê mezin heye. Li wir Îsa careke din dadikeve cîhanê û dikeve nav bindestan. Ji wan re careke din dibe hêvî. Lê belê engîzîtorê ku li ser navê Îsa tevdigere wî digire û dibêje; ‘’Heke tu vê cîhanê terk nekî, ez ê te jî bişewitînim.’’ Meseleya Marks jî bi heman rengî ye.
Di sosyalîzmê de yek ji mijarên herî girîng, mijara azadiya jinê ye. Di gihîştina civakeke sosyalîst de, li ser azadiya jinê hûn çi difikirin? Têgiha ‘kujerê kastîk’ hûn çawa şîrove dikin?
Dema destpêka têkoşîna sosyalîzma nûdem, pirsgirêka zayendî û azadiya jinê zêde nebûye mijara lêhûrbûna Marks û Engels. Tevgerên anarşîst jî bi heman rengî tevgeriyane û bi vê pirsgirîkê ve serê xwe neêşandine. Teoriya marksîzmê zelal e: nakokiya antagonîst, nakokiya di navbera çîna proleter û bûrjûvaziyê de ye. Heke ev nakokî were çareserkirin dê hemû pirsgirîkên din jî çareser bibin! Piştre jî dê azadiya jinê were çareserkirin. Nirxandin û rexneya herî tund a Rêber Apo di vê mijarê de ye. Cudatiya di navbera marksîzma klasîk û nirxandina Rêber Apo de ji ber encama nêzîkatiya wan a der barê felsefeya dîrokê ye. Rêbertî dibêje nakokiya yekemîn a civakê nakokiya di navbera jin û mêran de ye. Bi kinasî jin klanê ava dike, civak li dora jinê şênber dibe paşê mêr ango bi têgiha Rêbertiyê em bêjin kujerê kastîk dikeve nav tevgerê û li dijî jina afrîner, kasta pîroz ava dike û ev dijberî herî dawî digihîje dewletê. Her wiha pirsgirîka azadiya jinê û civaka komunal derdikeve. Ango problema civakê bi êriş û rêxistinbûna kujerê kastîk derdikeve holê. Ev nêzîkatiyeke gelekî girîng û balkêş e. Her wisa keşfa Rêber Apo ye. Li gorî Rêbertiyê azadî piştî şoreşê nabe, lê azadî bi demê re di nav kêliya tekoşînê de tê afirandin. Azadiya civakê girêdayî azadiya jinê ye, helbet dema Marks û Engels der barê dîrokê evqas pêşketin û zanîn tunebûn. Ji ber vê rastiyê jî Rêbertî di vê mijarê de çendîn ku rêbaza wan a dîrokê rexne dike jî, mafê Marks û Engels dide wan û hewldana wan a der barê heqîqetê teslîm dike. Lê belê arkeolojiya li Mezopotamyayê nemaze keşfên li Kurdistanê, dîroka ku di dema Marks û Engels ji binî ve guherand û teşeyeke nû danê. Bi awayekî zelal hat fêhmkirin ku afirînera civakê û hemû mirovbûnê jin e. Hema hemû nirx, sinc, amûrên hilberîn, civakbûn ji hêla çîna jinê ve hatine afirandin. Ango civak bixwe jin e û civaka sincî û polîtîk berhema jinan bixwe ye. Rêber Apo ji mêrê komploger re dibêje kujerê kastîk. Li dijî jinan komên veşarî û pîroz damezrandin. Jin jî ji ber vê yekê hewldana kujerê kastîk dikeve nav xweparastinê û nahêle mêr hêza xwe mezin bike. Lê bi tevgera kujerê kastîk re hîmê dewletbûnê jî tê avêtin. Bi wê re jî çîn, mijokdarî, koledarî, dewlet û xanedanî tên avakirin. Ji ber vê yekê azadiya jinan di heman demê de wek azadiya civakê jî tê pênasekirin.
Feylesof û rewşenbîrên ku xwedî xelata Nobelê ne tev li Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bûn. Em dikarin bêjin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê bandoreke mezin kiriye û rêyeke nû daniye pêşiya kesên enternasyonal? Hûn vê çawa dinirxînin?
Nêrînên Rêber Apo bandoreke mezin li ser tekoşîna bindestan dike. Gelek derdor îlhamê jê wewrdigirin. Jixwe siyasetmedar, rewşenbîr û feylesofên ku ji çar aliyên cîhanê tev li konferansê bûn jî ev rastî anî ziman. Çimkî li çar aliyên cîhanê demeke dirêj e hegemonyaya modernîteya kapîtalîst serwer e û çepgir nikarin vê hegemonyayê parçe bikin. Piştî demeke dirêj Rêber Apo nexşerê û teoriyeke bibandor û li gorî heqîqetê pêşkêş kir. Derfetên nû li ber tekoşîna bindestan û yên din vekir. Heke ev nêrîn baş were pêşkêşkirin dibe ku rê li ber enternasyonaleke nû vebibe.
Civaka demokratîk a komunal dê çawa were avakirin?
Yek ji mijarên herî girîng ên konferansê jî ev bû. Rêber Apo berê jî herî zêde li ser civaka demokratîk û komunê radiwestiya. Civak bi hezar salan e ku bi rêya komunalîteyan xwe li dijî pergala kujerê kastîk li ber xwe daye û parastiye. Tevî ku gelek pirsgirêk hene û gelek aliyên wê hatine rizandin. Civak sincî û polîtîk e. Divê ew puxteya demokratîk û komunal were zindîkirin û li hemû qadên civakê komun werin avakirin. Divê li her qadên jiyanê li dijî kujerê kastîk têbikoşin û ji kolanan û heta taxan komunên xwe ava bikin. Çimkî tekane alternatîfa kapîtalîzma mijokdar pergala komunê ye.
Alî Haydar Elyakut kî ye?
Sala 1976an li Amedê ji dayik bû. Dema xwendina xwe ji ber kar û xebatên şoreşgerî hat girtin. Li DGMê hat darizandin û cezayê hetahetayê wergirt. Li girtîgehê li ser siyaset û felsefeyê xebitî. Pirtûkên wî ji ber bêderfetiyên zindanê nehatin çapkirin. Piştî 32 salan ji zindanê derket.
