Bi hilbijartina Trump re aloziya li cîhanê her diçe zêdetir dibe. Piştî şer û tevlîheviya li Rojhilata Navîn niha şerê bacê ketiye rojevê. Gengeşiya di navbera DYA û Çînê de rengê xwe dide cihên din ên cîhanê jî. Amerîka Çînê wekî dijminê stratejîk dibîne. Trump jî dixwaze Amerîka hêza yekane ya cîhanê be ku biryarên giştî bide û hemû dewlet û sazî jî vê qebûl bikin. Vê jî li ser kontrolkirina bazirganiyê dixwaze pêş bixe.
Her ku mijara rêyên ticaret û enerjiyê dikevin rojevê armanca pergala kapîtalîst jî diyar dibe. Niha baştir xuya dike ku şerê Ukrayna-Rusya û Îsraîl-Hamasê bi heman armancê hatin derxistin. Berî çend rojan wezîrê karê derve yê yê anî ziman ku ew hewl didin di navbera Ukrayna û Rusya de aştiyekê ava bikin. Her wiha anî ziman ku ev şer ne şerê wan e, lewma ew êdî hew eleqedar dibin. Lê di rastiyê de baş tê zanîn ku şerê li Ukraynayê bi xwesteka Amerîka û NATOyê hate derxistin. Şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de jî berî çalakiya 7ê Cotmehê hatibû plansazîkirin. Dema cîhazên ragihandinê yên Hîzbullahê hatin teqandin êdî diyar bû ku Îsrîalê xwe ji bo vê pêvajoyê amade kiriye. Êrişa li ser Xezayê wekî modelekî hate pêşxistin. Eşkere dibêjin ‘Çi hêzên ku li gorî me tevnegerin em ê heman tiştî bînin serê wan.’ Heman tişt anîn serê Hîzbulahê jî. Niha em hîn dibin ku Amerîka-Îsraîl-Îngilîstanê ji Beşar Esad re gotine; “Heke tu dev ji rêveberiyê bernedî, em ê Şamê bikin wekî Xezayê.” Ji ber ku ne Îran ne jî Rusya şerekî rasterast bi van hêzan re nedan berçavan mecbûr man piştgiriya xwe vekişînin. Hêza Esad a şerkirinê jî tune bû. Lewma li gorî xwe rêya herî baş hilbijart û dev ji rêveberiyê berda.
Bi hilweşandina rejîma Baasê re çavê hemû kesî veguherî ser Irak û Îranê. Serokwezîrê berê yê Irakê Nurî el Malîkî di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ku di rêzehedefê de Irak cihê sereke digire. Her wiha diyar dikir ku bi destê Îsraîlê dixwazin Rojhilata Navîn veguherînîn. Ji xwe ev ne tiştekî veşartî ye. Li ser esasê ewlehiya Îsraîlê Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berî pazdeh salan di paraznameyên xwe de diyar dike ku di şerê cîhanê yê yekemîn de Tirkiye hatiye avakirin, di şerê cîhanê yê duyemîn de Îsraîl hatiye avakirin, niha di şerê cîhanê yê sêyemîn de dixwazin hegemonya Îsraîlê ava bikin. Nirxandinên pazdeh-bîst sal berê niha dikevin meriyetê. Hêzên hegemonîk ên navendî dixwazin hêza Îran û Tirkiyê bişkînin û di cihê wan de Îsraîlê pêş bixin. Ji bo vê yekê ev deh salan zêdetir e Amerîka navbera Îsraîl û dewletên Ereban baş kir. Di gelek mijaran de peyman îmzekirin. Di şerê dawî yê Îsraîl-Hamasê de dewletên Ereban ji bilî hinek bertekên devkî neketin nav tu hewldanê. Eleqedariya wan a ji bo doza Fîlîstînê bi piştgiriya aborî re sînordar dimîne. Trump dibêje, “Em ê niştecihên Xezayê bişînin welatekî din û Xezayê ji nû ve ava bikin.” Rola dewletên Ereban jî di vir de ew e ku bi sermayeya xwe piştgirî bidin projeya Amerîkayê.
Trump ji bo mezinbûna Amerîka bi cîhanê bide qebûlkirin polîtîkaya gefxwarinê dide meşandin. Li Rojhilata Navîn Îsraîl daye pêşiya xwe û tiliya xwe ji her kesî re dihejîne. Ji Îranê re jî dibêje ‘yan tu yê li gorî me tevbigerî yan jî em ê tiştê nebûyî bînin serê te.’ Îran her çiqasî bi ya Amerîka neke jî bertekeke dijwar jî nade. Xuyaye dixwaze hinekî dem qezenç bike. Berî çend rojan di navbera Îran û Rusyayê de peymana hevkariya stratejîk hate îmzekirin. Ev peyman li hemberî gefxwarinên Trump bersivdayînek bû. Berî vê peymanê Çînê jî li hemberî biryara zêdekirina bacê bertek nîşan da û di firotina hinek alav û madenan de biryarên astengkirinê îlan kirin. Ewropa di gelek mijaran de eşkere li dijî gotinên Trump derdikeve. Qenada û Meksîka ji roja pêşî de anîn ziman ku ew polîtîkayên Trump ên di derbarê welatê wan de qebûl nakin. Ji ber ku li van derên din Amerîka polîtîkaya ku dixwaze bide meşandin nikare pêk bîne dîsa berê xwe dide Rojhilata Navîn. Di her derfetê de Trump dibêje ‘ev şer ne şerê me ye’ lê di rastiyê de hêza esas şer dide meşandin Amerîka bi xwe ye. Niha gotinên ‘Amerîka dê ji Suriyeyê vekişe’ derdixin pêş. Lê ev durî aqilan e. Ji bo Esad ji rêveberiyê were xistin Amerîkayê ewqas proje pêş xistin. Bi milyar dolaran mesref kir. Lê wekî ku tiştek nebûyî Amerîka dê vekişe(!)
Amerîka polîtîkaya xwe li ser berjewendiyên Amerîka dide meşandin. Gotinên ‘azadî û demokrasî’ tenê ji xwe re wekî hincetekê bi kar tîne. Ew Amerîka heya berjewendiyên xwe mîsoger neke venakişe. Berovajî dê xwe zêdetir mayînde bike. Dibe ku hejmara leşkerên xwe kêm bike lê di vê rewşê de ew dev ji Suriyeyê bernade. Zêdebûna leşkeran jê re feydeyeke ekstra çênake. Ji xwe hebûna Îsraîlê ji aliyê destwerdana leşkerî ve têrê dike. Vekişandina çend leşkeran ji bo pêkanîna polîtîkayên din tenê wekî taktîk dixe rojevê.
Di Rojhilata Navîn de hêza ku hesabê Amerîka xera dike ne Îran, ne Tirkiyeye, ne jî Esad bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê hesabên wê xera dike. Heke ne wisa bûya berî deh salan bi rihetî dikaribûn van rejîman hilweşînin. Lê roj bi roj zemîna îro avakirin. HTŞ mezinkirin. Ji bo ku valahiya çêbibe hêzên demokratîk danegirin hêzên olperest û miletperest amade kirin û dane pêşiya xwe. Li Rojava ev polîtîka eşkere xuya dike. Amerîka û Îsraîl ji bo hişmendiya netewa demokratîk pêş nekeve, hêzeke olperest û miletperest anîn ser kar. Niha bi destê HTŞê di navbera gel û baweriyan de xetên dijberiyê dijwartir dikin. Bi vê polîtîkayê gelan û baweriyan mecburî xwe dikin. Piştre wisa didin nîşandan ku ew alîgirê gel û baweriyan e. Xwediyê vê polîtîkayê jî esas Îngilîstan e. Her çiqasî bi fiilî ne di nav kar de be jî hişmendî hişmendiya Anglo-Sakson e. Di serhildana Şêx Mehmud Berzencî de bi balafiran bombe barandin ser gel. Xwestin bêjin “heke hûn îtîraz bikin em ê we tune bikin.” Niha jî heman polîtîkayê dixin meriyetê. Lê ji wê demê cudahiyek heye. Niha di pêşengiya gelê kurd de hişmendiya netewa demokratîk tê ristin. Ev jî nahêle ku planên Amerîka-Îsraîl-Îngilistanê bi rihetî bikevin meriyetê. Her wiha ev alternatîf zorê dide pergala kapîtalîst ku polîtîkayên xwe nerm bike û li gor çareseriyên zêdetir werin qebûlkirin tevbigere.