26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Modela Şaredariyên Demokratîk

Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk şaredariyan weke pêşengên demokrasiya herêmî, tevlêbûna civakî û pêşkeftina domdar dibîne. Ji bo bicîhanîna vê armancê, ev pêşniyar têne kirin.

Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêşnûmeya ku pêşkêşî Kongreya PKKê kir, bi kûrahî bal kişandiye ser Modela Eko-Komûnal û Şarderiyan. Di çarçoveya Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de, rêveberiyên herêmî û şaredarî li ser bingeha modela Eko-Komûnal têne rêvebirin ku ev yek li gorî cîhana nûjen û li welatên pêşketî pêkan e.

Globalbûn, pêşkeftinên teknolojîk û guherîna bendewariyên civakî rêveberiyên herêmî bi awayekî berbiçav veguherandine. Şaredariyên kevneşop ku tenê xizmetên binesaziyê yên wekî rê, av û rêveberina çopê peyda dikirin, êdî nikarin bersiva daxwazên civakên nûjen bidin. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk nêzîkatiyeke nû pêşkêş dike ku rêveberiyên herêmî yên demokratîk, tevlêker û ekolojîk ava dike. Ev paradîgma, li dijî modernîteya navendîparêz û yekdestî, şaredariyan weke bingeha demokrasiya civakî, xweseriya herêmî û pirçandiyê pênase dike. Di vê çarçoveyê de, şaredarî ne tenê yekîneyên xizmetguzariyê ne, lê di heman demê de platformên veguherîna civakî û demokratîkbûnê ne.

 Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û girîngiya wê

Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk li dijî avahiyên hiyerarşîk, navendîparêz û takekesî yên modernîteya kevneşopî derdikeve. Ev nêzîkatî balê dikişîne ser demokrasiya rasterast, xweseriya herêmî û yekbûna civakî. Armanca wê ew e ku bi tevlêbûna gel pêvajoyên biryardayînê xurt bike, bawerî û rewabûna demokratîk zêde bike. Şaredarî di vê çarçoveyê de ne tenê xizmetên binesaziyê peyda dikin, lê her wiha pêdiviyên civakî, çandî û aborî yên civakên herêmî li ber çav digirin. Ev paradîgma şaredariyan weke aktorên sereke yên veguherîna civakî û xurtkirina demokrasiya herêmî dibîne.

 Veguherîna ji şaredariyên kevneşop ber bi modela Eko-Komûnal

Têgihîştina kevneşopî ya şaredariyan bi giranî li ser peydakirina xizmetên bingehîn bû. Lê tevlêbûna welatiyan di biryardayînê de kêm bû. Îro, şaredarî weke navendên pêşxistina jiyana civakî û pêşkeftina herêmî tên dîtin. Ev veguherîn bi bandora nêzîkatiya rêveberina giştî ya nû pêk hatiye ku ji şaredariyan daxwaz dike bi zelalî, berpirsyarî û tevlêbûnê tevbigerin. Şaredarî êdî ne tenê avahiyên xizmetê ne, lê di xurtkirina demokrasiya herêmî û avakirina baweriya civakî de modela Eko-Komûnal esas digirin û roleke girîng dilîzin. 

Prensîbên bingehîn ên şaredariyên nûjen, zelalî û beşdarbûn e

Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk; zelalî û tevlêbûnê weke stûnên rêveberin şaredariyan destnîşan dike. Zelalî tê wateya parvekirina lêçûn, polîtîka û pêvajoyên biryardayînê bi raya giştî re. Beşdarbûn jî misoger dike ku welatî bi awayekî çalak beşdarî van pêvajoyan bibin. Mînaka bajarê Porto Alegre yê Brezîlyayê nîşan dide ku tevlêbûna welatiyan di diyarkirina budçeyê de rewabûna biryaran zêde dike û rêveberiyê bi daxwazên gel re hemaheng dike. Budçeya beşdarî modela Eko-Komûnal esas digire û bingeha wê xurt dike.

 Kevirê Bingehîn ê Demokrasiyê Beşdarbûn e

Beşdarbûn ne tenê mafek e, lê di heman demê de erkek civakî û siyasî ye. Ji bo ku ev pêvajo bi bandor be, baweriya welatiyan bi rêveberiyeke zelal heye. Ev bawerî bi nêzîkatiyeke zelal, berpirsyar û tevlêker pêk tê. Mekanîzmayên wekî civînên meclîsa şaredariyan û platformên dîjîtal tevlêbûna welatiyan hêsantir dikin. Ji bo serkeftina van civînan, divê agahî bi awayekî zelal bigihêje welatiyan û mekanîzmayên beşdarbûnê hêsan bin.

 Dînamîkên navxweyî û rola şaredariyan

Faktorên navxweyî yên şaredariyan, wekî rêziknameyên qanûnî, avahiya îdarî, perwerdehiya karmendan û rêveberineke bi stratejiyê, di avakirina çanda beşdarbûnê de roleke sereke dilîzin. Mînak, perwerdehiya karmendan li ser zelalî û beşdarbûnê, an organîzekirina atolye û forûman ji bo wergirtina nêrînên welatiyan, tevlêbûnê teşwîq dike. Şaredarî bi van gavên erênî dikare çandeke rêveberiyê ya demokratîk ava bike. 

Faktorên derve û bandorên civakî

Faktorên derve yên wekî asta demokrasiyê, pêşkeftina aborî, xwendewarî, çanda siyasî û gihîştina agahiyan bandorê li beşdarbûna welatiyan dikin. Civakeke xwendewar û çalak bi rêxistinên sivîl re tevlêbûnê hêsan û bi hêz dike, lê polîtîkayên navendîparêz an sînorkirinên siyasî vê pêvajoyê asteng dikin. Platformên dîjîtal û medyaya civakî gihîştina agahiyan hêsantir dikin û beşdarbûnê zêde dikin. Polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê yên teşwîqkirina rêveberiyên herêmî mînakeke serketî ye.

 Refleksên paradîgmaya Modernîteya Demokratîk li ser şaredariyan

 Xweseriya Herêmî, Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ji şaredariyan daxwaz dike ku di biryardayînê de xwedî otonomiyeke zêde be. Ev yek dihêle ku polîtîkayên li gorî pêdiviyên herêmî bêne pêşxistin. Mînak, li Spanyayê hin şaredariyên xweser modelên tevlêbûna rasterast pêş xistine.

Pirçandî û naskirina nasnameyan, paradîgmaya şaredariyan teşwîq dike ku cihêrengiya çandî û nasnameyî nas bike. Bi taybetî li bajarên pirçandî yên wekî Amedê, şaredarî xizmetên ku li gorî pêdiviyên komên cihêreng ên etnîkî û olî ne, pêşkêş dike; ev yek aştiya civakî xurttir dike.

Hesasiyeta ekolojîk bi domdariyê re, ji Şaredariyan têne teşwîqkirin ku polîtîkayên ekolojîk û domdar, wekî veguhastina jîngehên hevpar, projeyên xwe nûkirin û bikaranîna enerjiya xwezayî, pêşxistin e. Bajarê Freiburg ê Elmanyayê di vî warê de mînakeke berbiçav e.

 Encam û pêşniyar

1-Belavkirina budçeya beşdar; mekanîzmayên ku dihêlin welatî budçeyê diyar bikin divê bên pêşxistin û bi raya giştî re bêne parvekirin.

2-Platformên E-beşdarbûnê; platformên dîjîtal divê bên teşwîqkirin da ku welatî nêrînên xwe bi hêsanî parve bikin.

3-Perwerdehî û avakirina kapasîteyan; perwerdeyên daîmî li ser çanda beşdarbûnê divê ji rêveber û karmendan re bêne dayîn.

4-Hevkariya Civakên Sivîl; Şaredarî divê bi rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin da ku pêvajoyên beşdarbûnê xurt bikin.

5-Zelalî; Lêçûn û biryarên şaredariyê divê bi awayekî zelal bi raya giştî re bêne parvekirin û gihîştina agahiyan hêsan be.

Bi van gavên pratîk, şaredarî dikarin di çarçoveya Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de bibin navendên veguherîna civakî û bingeha modelek Eko-Komûnal a demokratîk ava bikin.