Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera şahedata rojnameger Gurbetellî Ersoz a ku di 8ê Cotmeha 1997an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyên niviskî weşandin.
MKGê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji pênûsa Gurbetellî Ersoz ber bi azadiyê ve: Rojnamegeriya jinan bi mîrata wê geş dibe. Gurbetellî Ersoz, pêşenga têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e. Piştî jiyaneke ku li pey rastiyê derbas bû, di 8ê Cotmeha 1997an de koça dawî kir. Di salvegera şehadeta wê de, em wekî rojnamevan careke din fêm dikin ku Gurbetellî ne tenê navek e; ew wijdanê dîroka çapemeniya azad, deng û pênûsa jinan a berxwedanê ye. Gurbetellî, di nava zanist, ronakbîrî û têkoşîna gel a ji bo azadiyê de xwe bi teşe kir, di tevahiya jiyana xwe de parastina rastiyê wekî exlaqê herî bingehîn didît. Wê rojnamegerî ne tenê wekî qadeke pîşeyî, lê wekî têkoşîna civakîkirina rastiyê pênase dikir. Bi pênûsa xwe, dîwarên bêdengiyê yên ku ji hêla fermana medyaya serdest a mêran ve hatine ferzkirin şikand, bedelên giran da, da ku dengê jinan, xizanan, gelê kurd û hemî komên bindest bigihîne.”
Pênûsa xwe ji bo azadiyê bikar anî
MKGê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Dema ku li pey rastiyê diçû, wê nîşan da ku nivîsandin jî teşeyekî berxwedanê ye. Wê pênûsa xwe ne tenê ji bo çêkirina nûçeyan, lê di heman demê de ji bo vekirina rêya azadiyê jî bi kar anî. Ji bo Gurbetellî, rojnamegerî ne tenê ragihandina bûyeran bû; ew li ser zindîhiştina wijdanê civakê, li ser avakirina peyva rastiyê li dijî hêza derewan bû. Ji ber vê yekê rojnamegeriya wê heta roja îro wekî xêzek ku bi hişmendiya jinan, welatparêzî û berpirsiyariya şoreşgerî ve hatî hunandin maye. Îro, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, erka me ya bingehîn ew e ku em mîrateya Gurbetellî zindî bihêlin û rêya wê vekiriye berfireh bikin. Em kevneşopiya çapemeniya azad a ji pênûsa wê, bi bîrdoziya rizgariya jinan ve didomînin. Her rojnamevan divê ne tenê mîrata Gurbetellî bi bîr bînin, lê di heman demê de bi her nûçeyên xwe, bi her pirs, di her wêneyekî de wê bidin jiyîn. Bi wê re, rojnamegeriya jinan êdî tenê ne pîşeyek bû; ew bû qadeke berxwedanê, pratîkeke rizgariyê. Îro nivîsandina heqîqetê ya bi zimanê Gurbetellî tê wateya xwedîderketina li bîranîna wê û tê wateya dîtina jiyanên ku sîstema desthilatdar a mêr jinedîtî ve tê.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de MKGê ev tişt got: “Pênûsên me bi ruhê wê yê berxwedanê ve girêdayî ne; her wêneyekî ku ji hêla kamerayan ve hatî kişandin şopa wêrekiya wê hildigire. Em gotina Gurbetellî ya ‘Heta jin azad nebe gel azad nabin’ ji xwe re esas digirin. Em ê bi vê re li dû heqîqetê bi pênûsa xwe bigirin. Em hemû rojnamevanên jin ên ku bedela rastiyê dane, tevî Gurbetellî Ersoz, bi rêzdarî, evîn û berxwedanê bi bîr tînin. Mîrata wan rêya çapemeniya jinan ronî dike.”
DFG: Em ê xwedî li mîrateya Gurbetelliyê derkevin
DFGê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “28 sal berê di 8ê Cotmeha 1997an de rojnameger Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. 28 sal in bi fikr û pênûsa ku li pey xwe hiştiye di nava me de ye. Em bi rêzdarî, hurmet û hezkirin pêşenga jin a çapemeniya azad Gurbetelli Ersoz bi bîr tînin. Gurbetellî Ersoz, yekem jina ku li dijî feraseta mêrên serdest ên ku di navenda çapemeniyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşiya ye. Di heman demê de li dijî feraseta mêrên serdest ku di sektora medyayê de xwe bi cih kirine şer kiriye ye. Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê. Bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xist. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin bi gotin, erk, pênûs û ruhê xwe di qada medyayê de cihê xwe girtin. Jinan bi vê têkoşîna xwe di qada medyayê de hişmendiyek ava kirin. Ev ferq û hişmendi bi pêşengiya Gurbetellî pêş ket.
Rojnamegerên Jin ê Kurd li Tirkiyeyê dîsa gavek dîrokî avêtin. Cara ewil, îsal ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz yekem xelatên Rojnamegeriya Jin didin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê cara ewil e ku şeveke xweser a ku aydî jinên rojnameger e li dar dixin. Di vê şevê de li ser navê Gurbetellî xelatên rojnagerên jin didin. Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir. Bû dengê jinan. Jin ji bo xeyalên Gurbetellî Ersozê pêk bînin, bêtir rojnamegeriya jin pêş dixin. Xwedî îdia ne ku bibin dengê hemû jinên cîhanê. Em li ber bîranîn û têkoşîna Gurbetelli bi rêzdarî û hurmet bejna xwe ditewînin. Dilê Gurbetelli Ersoz ku ji bo azadî û heqîqetê hilbû, dê têkoşîna me ya çapemeniya azad bêtir bineqişîne.”