19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: Parastina mafê ragihandina heqîqetê girîng e

MKGê bertek nîşanî gefên li nûçegihana Ronahî TV Ciwana Cûmaa da û bal kişand ser êrîşên sîstematîk ên li hemberî rojnamegeran û ji bo parastina azadî û rastiyê banga hevgirtinê kir.

Di êrîşa 19ê kanûnê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê SÎHAyên tirk ve hatin kirin de rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn tevî ku li ser wesayîtên wan peyva “çapemenî” nivîsandibû jî bûn hedef û jiyana xwe ji dest dan. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî êrîşên li ser azadiya çapemeniyê daxuyaniyeke nivîskî da.

MKGê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrîşa li dijî rojnamegeran berdewamiya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye ku rastiyên herêmê ji cîhanê re radigihînin. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Hevalên me ji ber ku hewl didan rastiyan li herêmê ragihînin bûne hedef û jiyana xwe ji dest dane.

MKGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nûçegihana Ronahî TVyê Ciwana Cumaa jî di bin tehdîdeke bi vî rengî de ye û destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî yên li dijî xebatkarên çapemeniya azad û parêzvanên mafên mirovan ji bo ku rastî neyê aşkerekirin e.  MKGê da xuyakirin ku ev êrîş rastî bertekên raya giştî ya navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û saziyên rojnamegeriyê jî hatiye.

MKGê di daxuyaniya xwe de xwest, ev êrîşên li hemberî rojnamegeran tavilê bên rawestandin û got:”Gef û hedefgirtina rojnameger Ciwana Cûmaa û hevalên me yên din, êrîşeke rasterast a li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahî girtina gel e.”

MKGê diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên bi vî rengî yên ku bi polîtîkayên çewisandin û tehdîdê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, di nava piştevaniyê de bin û got, “Parastina heqîqetê û li dijî hedefgirtina rojnamegeran bilindkirina dengê hevpar îro ji her demê girîngtir e. Rastî nayê bêdengkirin. Divê rojnameger hedef neyên girtin.”