Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşa “hêzên nîzama giştî” da ku duh li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê şîrketa hilberîna çapemeniyê ya Şîrketa Gizîngê Berbeyan girt da.
MKGê di daxuyaniya ku da de ji bo girtina şîrketa Gizîngê Berbeyan wiha got: “ Şîrketa produksiyonê ya Gizîngê Berbeyan ku li bajarê Silêmaniyê yê ya başûrê Kurdistanê kar dike, roja 31ê Kanûnê ku roja dawî ya salê bû, bi hevkariya hêzên ewlehiyê, hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê û asayişa herêmê hat girtin. Bêyî ku tu raporek fermî yan raporek qanûnî bê pêşkêşkirin, hat girtin. Şîrketa produksiyonê ya ku 7 sal in li herêmê xebatên xwe dimeşîne û xebatkarên wê hemû jin in, bûye dengê jinên herêmê. Şîrketa produksiyonê ya ku ji bo JIN TV, yekemîn kanala televîzyona jinan bernameyan çêdike; ji Hewlêrê heta Silêmaniyê, ji Kelar heta Dihokê û li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê gihîşt jinan.
Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi girtina şîrketa produksiyonê dixwazin rê li ber aşkerebûna rastiyê bigirin. Em wek MKGê careke din piştgiriya xwe ji bo şîrketa produksiyona Gizingê Berbeyan radigihînin û bang li rayedaran dikin ku di zûtirîn demê de ji vê biryarê gav paşde bavêjin. Hûn nikarin dengê rojnamegerên jin qut bikin. Têkoşîna me ya heqîqetê ji Gurbetellî heta Gulistanan, ji Denizan heta Hêroyan û heta Cîhanan dewam kir û dê bidome.”