12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG: Di tebaxê de 2 rojnamevanên jin hatin kuştin

MKG'ê binpêkirina mafên mirovan ên meha Tebaxê li dijî rojnamevanan pêk hatin, eşkere kir. MKG’ê da zanîn ku di tebaxê de 2 rojnamevanên jin hatin kuştin.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a tebaxê bi raya giştî re parve kir.

MKG’ê da zanîn ku di tebaxê de bi taybet êrişên li ser rojnamevanên kurd derketine pêş û wiha got: “Bi êrişên Tirkiyeyê yên li Silêmiyê du rojnamevanên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan peywira xwe bi cih neynin hatin astengkirin, êrişa fîzîkî jî li hinekan hat kirin û bi awayekî cidî birîndar bûn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê bi awayekî cidî hatiye sînorkirin. Lêpirsînên derbarê jinên rojnamevan de, doz û îddianame wekî perçeyekî ji zextan derdikeve pêşberî me. Di meha tebaxê de 25 binpêkirinên mafên jinên rojnamevan hatine raporkirin. Di heman demê de jî platformên dîjîtal jî hatin astengkirin. Di 2’yê Tebaxê de Instagram hat astengkirin û ev astengî di 10’ê Tebaxê de hat rakirin. Her wiha di meha tebaxê de jî hesabê X’ê yê gelek kesî hat astengkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku di qada dîjîtalê de jî sînorkirina azadiyan mijara gotinê ye.”

Lîsteya jinên rojnamevan ên girtî:

Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
Ozlem Seyhan – Rojnamevan
Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
Selamet Turan – Rojnamevan
Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê