Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê cezayên darvekirinê yên li rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîsta mafên jinan Şerîfe Mûhammediyê hatine birîn li pêşiya Sefîrtiya Îranê protesto kirin. Dayikên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, endamê Lijneya Navendî ya Rêveber (MYK) ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakyê bûn.
Eren destnîşan kir k rejîman Îranê di serî de darvekirin, gelek binpêkirinên mafan dike û wiha got: “Taybetî jî piştî qetilkirina Jîna Emînî û çalakiyên “Jin, jiyan azadî” darvekirin bû wek sepanekî rojane. Ne medyaya Tirkiyeyê ne ya Rojhilata Navîn ne jî ya Ewropayê bi hestiyarî nêzî vê mijarê nebe. Sedema van cezayên hatine birîn jî ew e ku ev kes endamên tevgera siyasî ya kurd in.
Keskîn banga sekinandina cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammed hatine birîn kir û axaftina xwe wiha domand: “Em wek parastvanên mafên mirovan dixwazin rayedarên Tirkiyeyê jî bi rêyên dîplomasiyê van biryaran asteng bike. Em bang li hemû derodan dikin ku bila li dijî cezayên darvekirinê dengê xwe derxin. Em bang li Komara Îslamê ya Îranê dikin; îdam cinayeta bi destê dewletê tê kirin e û bi dawî bikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.
MKG û DFG’ê jî xwestin Pexşan Ezîzî demildest bê berdan
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger û aktîvîsta jin Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biribû, daxuyanî dan. Rojnamegeran daxuyanî li avahiya DFG’ê dan. Gelek rojnameger tev li bûn.
Seroka MKG’ê Roza Metîna daxuyanî xwend û wiha got: “Rejîma Îranê cezayê îdamê li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî birî. Rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî her tim ji bo parastina mafên jinan û ji bo azadiya gelên bindest li ber xwe daye. Wê bi zanista ‘azadiya jinan azadiya civakê ye’ pênûsa xwe hilgirtiye û li ber xwe daye. Ji ber ku serî netewandiye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê îdamê lê hatiye birîn. Rejîma Îranê her tim bi polîtîkayên xwe yên yekperest, qirker û bi polîtîkayên dijminatiya jinê dikin, xwestiye her kesên azadîxwaz, têkoşer û civakê çavtirsandî bike. Dixwaza bi cezayê darvekirinê rê li ber ragihandina azad û daxwazên jiyaneke azad û wekhev bigire. Em jî wekî kedkarên çapemeniya azad li dijî biryara darvekirina jina kurd û rojnameger Pexşan Ezîzî nerazîbûna xwe tînin ziman. Em dibêjin divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were.”
Dengê xwe bilind bikin
Roza Metîna xwest her kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bibin dengê Pexşan Ezîzî û wiha bang kir: “Em bang li hemû kesên azadîxwaz, çapemeniya demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ên navneteweyî û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqî û îşkenceya ji aliyê rejîma Îranê ve li Pexşan Ezîzî tê kirin, dengê xwe bilind bikin. Di şexsê Pexşan Ezîzî de êrişek li dijî nasnameya jinan û azadiya jin û civakê heye. Em li dijî vê yekê bang dikin ku her kes dengê xwe bilind bike.”