Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li dijî êrîşên li ser çapemeniyê û kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu daxuyaniya hevpar dan. MKG û DFGê di daxuyaniyê de diyar kirin ku kedkarên çapemeniya azad li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û çar aliyê cîhanê hewl dide ku heqîqetê bi raya giştî re parve bike û ev tişt gotin: “Di şertên herî zor de û tevî hemû rîskan, ketiye pey şopa heqîqetê û hewl dide heqiqetê ronî bike. Di vê rêya heqîqetê de gelek hevalên me şehîd bûn. Hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû êrîş, zext û tundiya îktîdarê ya li dijî kedkarên çapemeniyê jî kedkarên çapemeniyê dest ji vê lêgerîna xwe bernedan. Kedkarên çapemeniya azad gav paşve neavêt û lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dikin.”
MKG û DFGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotin:“Kedkarekî din ê çapemeniya azad di êrîşa hewayî de hat kuştin. Tirkiyeyê di 27ê çile de li navçeya Ranya ya Silêmanyeyê rojnameger Aziz Koyluoglu kuşt. Azîz Koyluoglu, ji destpêka 2000î heta niha kedkarê çapemeniya azad e. Di her qada çapemeniyê de ked da. Li Hêwler, Silêmaniyê Kerkuk, Mexmûr, Dêrik, Efrîn û gelek bajarên din rojnamegerî kir. Em êrîşa li dijî rojnamegeran û kuştina rojnamegeran şermezar dikin. Di 6 mehên dawî de 5 hevalên me yên rojnameger hatin kuştin. Tirkiyeyê bi SÎHAyê di 23yê tebaxa 2024an de rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddin li Silêmaniyeyê kuşt, di 19ê kanûna 2024an de Cihan Bilgin û Nazim Daştan li ser rêya Sirin û Tişrinê di êrîşa SÎHA de kuşt. Gelek hempîşeyên me yên li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di 7 sibatê de rojnamger Oznur Deger, bi sedema ku wêneyên Nazim û Cihan parve kir hat girtin.”
Bêdeng nemînin
MKG û DFGê bang li hemû saziyên demokratîk, civakî û mafên mirovan kir û gotin: “Em bang li hemû beşên civakê, rêxistinen demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî kuştin, girtin û binçavkirina rojnamegeran denge xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Em careke din soz didin ku em ê pênûs, kamera û wênekêşa hevalên xwe yên hatin kuştin û girtin li erde nehêlin. Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”