15 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mizgîniya rizgariya Şengalê ez rakirim ser piyan’

Qehreman Têkoşer ê di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de birîndar bû diyar kir ku ew li ser biryara Tevgera Azadiyê berê xwe dabûn Şengalê û got: “Ez ji serê xwe birîndar bûm dema hatim ser hişê xwe hevalan mizgîniya rizgariya Şengalê dan min. Vê mizgîniyê ez rakirim ser piyan.”

Şengala tebaxa 2014an ji hêla çeteyên DAIŞê ve hatibû dagirkirin 13ê mijdara 2015an di pêşengiya gerîlayên azadiyê, şervanên YBŞ, YPG û YPJê de hat rizgarkirin. Di vê hemleyê de bi dehan gerîla û şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûn.

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer ê di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de birîndar bibû têkildarî wan rojan nirxandin kirin.

Gaziyê şer Qehreman Têkoşêr di destpêka axaftina xwe de gerîla û şervanên di hemleya rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne bi bîr anî got: “Me ji bo azadiya civaka xwe ya êzidî li ser esasê perspektîfên Rêbertî û biryara Tevgera Azadiyê berê xwe da Şengalê. Ez ji rojhilatê Kurdistanê me. Min berê Şengal nedîtibû. Lê ez bi çîrokên lehengiyê yên Dêrwêşê Evdê mezin bibûm. Dema min dît ez ê jî derbasî Şengalê bibim pir kêfxweş bûm.”

Qehreman Têkoşer destnîşan kir ku bi çûna Şengalê re civaka êzidî ji nêz ve nas kir û wiha domand: “Nakirina civaka me ya êzidî gelek tiştên erênî tev li jiyana min kir. Min kurdên berxwedêr ên tevî hemû komkujî, sirgûn û talanan jî tawîz ji xwe û baweriya xwe nadin dîtin. Dema wan jî em dîtin pir kêfxweş bûm. Digotin, ‘Me dizanî wê Apocî bi hawara me ve werin.’ Ya me kir wezîfeyeke mirovî, exlaqî û dîrokî bû. Em dizanin çeteyan di şexsê civaka êzidî de armanc dikirin kurdên berxwedêr bi temamî ji holê rakin. Lê bi mudaxeleya şervanên Apoyî re ev hewesa wan çeteyan û hêzên piştgiriya wan dikirin di qirika wan de man.”

Qehreman Têkoşêr di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de ji serê xwe bi giranî birîndar dibe, ji ser hişê xwe diçe û radikin nexweşxaneyê. Têkoşer Qehreman wiha behsa wan kêliyan dike: “Ez di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de ji serê xwe birîndar bûm. Piştî hatim ser hişê xwe hevalan mizgîniya rizgariya Şengalê dan min. Vê mizgîniyê ez rakirim ser piyan. Ez ji rewşa niha têde me qet poşman nînim. Ji bo doz û têkoşîneke mafdar ez birîndar bûm. Civaka me ya êzidî hêja ye mirov her tiştê jêre bike.”

Gaziyê şer Têkoşer Qehreman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez wan egîdên leheng ên li Şengalê ji bo azadiya civaka me û xaka me ya pîroz şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez salvegera rizgarkirina Şengalê bi taybet li Rêber Apo û malbatên me yên şehîdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Civaka me ya Şengalê îro bi jin û ciwanên xwe, bi fikir û bîrdoziya Rêber Apo xwe rêxistin dikin û diparêzin. Şengal wê her ji bo me pîroz bimîne. Em ê Şengalê û civaka me ya êzidî bi canê xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin.”