12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgefta Sor

Warjîn Bagok

Li bajarê Qoserê rengê serdest zer e. Ji ber rengê rojê jî zer e. Ji ber tîrêjên rojê jî zer e; rengê ax, kevir, genim û zeviyan jî zer e. Misgefta vir jî rezen kevirên ji vê axê ye. 

Li bin asîmanê şîn beriya çandinî û bi bereket!.. Bi hemû hêl û hêza xwe bang ebdan dike û hawara xwedê dike. Bê sekn û rawestan, bi hezaran sale mêvanên xwedayê xwe di hembêza xwe de peşwazî dike. Mala xwedayê xwedayan, mala REB’ê alemê û xwedayê mezin Mizgefta Dunaystir.
Mizefta Dunaystir; her çend heta îro gelek nav guhertibin jî!… Her çend heta îro wekî perestgeh, dêr û mizgeft ji ebdan re malovanî kiri be jî!… Her tim wargehî ji Rebê Alemê re kiriye… Û wekî mala xwedê mêvanên xwedê pêşwazî kiriye.
Ev mizgefta bi hezaran sal e ji gelek ol û şaristanan re malovanî kiriye; bi hezaran sal berê li Qoserê hatiye avakirin. Li Qoserê… Bajarê Bazirganî û beriya şer û cengan. Li Qoserê li deşta germê û sermayê ye. Vê mizgefta ku bi hezaran sale notirvaniya dîrokê kiriribû; dîsa bi hemû bedewbûna xwe jî nirxên suryanî, êzîdî, aramî, ermenî û ereban re pêşengiyê dike û derbasî pêşerojê dike.
Bi hezaran sale havînan li hemberî germahiya şewat û zivistanan jî li hemberî seqema qerizî ji bo mêvanên xwedê bûyê sîbat û siwan. Bi hezaran sale ji bo ebdên Xwedê Teala derxe peşberî hizûra Xweda, li gel hemû êrîşên derve bi înadek mezin berxwe dide. Bi hezaran sale li hemberî tîrêjên rojê ên şewat û êrîşa artêşên asûrî û persan bûye mertal û li ber xwe daye.
Li bajarê Qoserê rengê serdest zer e. Ji ber rengê rojê jî zer e. Ji ber tîrêjên rojê jî zer e; rengê ax, kevir, genim û zeviyan jî zer e. Mizgefta Mezin a Dunaystir ku wekî Mizgefta Qoserê jî tê zanîn, di bin tîrêjê rojê de zer xeniqiye. Ji ber ku Mezopotamya her tim li ber kenê rojê yê zer govend girtiye.
Mizgefta Dunasytirê dema ji destê Artûkiyan derbasî destê Osmaniyan bû ji ber şer û cengê ya wê demê kevirên dîwarê wê tev hilweşiyan û xira bû.
Mizgeftê jî wekî bajêr heta îro gelek nav guhertin. Mizgefta di destpêkê de wekî Mizgefta Dunaystir dihat binav kirin, pişte wekî Mizgefta Sor, Mizgefta Qoser û Mizgefta 7 derî jî tê binav dikirin. Ev mizgefta ku rehên wê di nava kokên dîrokê de wenda bûye, ji mîmarî û estetîka xwe zêdetir bi mezinbûn û pîrbûna xwe balê dikşîne ser hebûna xwe.
Her çiqas Qoser bajarê bazirganî û dîrokî be û di dema xwe de bûbe şûnwarê gelek ol civak û şaristanan jî; lê niha ji bermahiyên dîrokî tenê ev Mizgefta Mezin li şûna wara maye… Di bermahiya bêndera dîroka qoserê de tenê Mizgefta Mezin ango Mizgefta Heftdedî maye. Hemû berhemên din tevan ji ser ruyê cîhanê koç kirin. Tevan bermahiyên xwe kom kirin û çûn riyek bê binî…
Mizgefta Mezin ango Mizgefta 7 Derî, kengî û ji aliyê kêve ava bûye ne zalal e. Lê tê zanîn ku ji aliyê Suryaniyan wekî dêrê ji bo civîn û îbadetê hatiye ava kirin. Li gorî tabletên li ser kevirên mizgeftê hatiye nivîsandin, tê diyar kirin ku Mizgeft Piştî Zayinê di Serdema Artûkiyan de di salên 1184- 1239’an de ji aliyê Artûk Aslan ve hatiye nû kirin. Hin çavkanî dibêjin ev herhem beriya ku bibe mizgeft dêr bû. Bi heman mîmarî û mezinbûnê cêwiya vê mizgeftê li Amedê bi navê Mizgefta Mezin hatiye ava kirin. Lê belê ji ber ku Mizgefta Mezin a Amedê ya ji kevirên reş ava bûye, di dîroka herêmê de berhema herî kevn e û maka bermahiyan e. Hemû berhemên wekî dêr û mizgeftên li herêmê ava bûne piştî Mizgefta Mezin a Amedê ava bûne.
Tê gotin di avakirin û sazkirina vê mizgeftê de keda bi deh hezaran mirovan heye. Çîroka bi dev heta îro hatiye, qewîm û berxwedana mizgeftê pişterast dike. Li gorî vê çîrokê tê gotin ku kevirê mizgeftê ji Çiyayê Emrût hatiye kolandin. Di avakirinê de ji Mizgefta Mezin heta Çiyayê Emrût mirov li rex hev rêz bûne û kevirên mizgeftê ji destekî dane destê din û her kevirek heta gihiştiye mexseda xwe bi hezaran dest guhertiye. Her kevirek di bin hezaran dilopê xwîdana mirovên beriya Qoserê re derbas bûye. Belkî ji ber keda hezaran mirove, belkî bi xerca xwîna eniya mirovan kevirê wê qesm bûne û xwe heta îro parastiye.
Mizgeft ji kevirên sipî, sor û zer ên nehît hatiye ava kirin. Ji bo îbadeta 2 hezar û 500 mirovî cih û sebra wê heye. Di nava şêniyên Qoserê de wekî mizgefta 7 derî tê nas kirin. Di navenda mizgeftê Deriyekî mezin û li çep 3 û li rastê deriyê navendî jî sê derî vedibin hundir mizgeftê. Her çarçoveya deriyekî bi nexşekî cûda û fîgurekî wadetar hatiye neqişandin. Fîgur û nexşên li ser mile rastê û milê çepe yê deriyê navendî bi avayekî smetrîk hatine xemilandin. Di nava van motîfan de remza roj, stêrk, tirî, mar, gul u gelek remzên din bi hunerek zirav û hurik hatine nexşandin.
Dîwar pir stûr e û zexm û bi avayekî pir qewîn hatiye pêçandin. Pahnbûna dîware derdora mizgeftê ji 110 cm’an pêk tê. Firehbûna hundirê mizgeftê ji Hezar û 40 metre kareyî pêk tê. Bi tevahiya mizgeftê li ser 4 hezar û 550 metrekareyî ava bûye. Hundirê salonê ji 3 Nef’an pêk tê û li ser 18 stûnên stûr bilind bûne. Pahnbûna her stûnekê 120 santîm di 120 santêmi deye. Ev stûn bi qasî siturin ew qas jî bilind in û 12 metre bilind in. Her dirêjahiya Nef’ekê nêzî 60 metreyî dirêj e. Mîhraba mizgeftê di orta mizgeftê de bu huner û estetîkek pir ziraf hatiye xemilandin. Ji ber ku mizgeft gelek caran hatiye nû kirin kevirên sipî, sor û zer ên nehît bi avayekî ji rêzê hatine hunandin û serbet hatiye lêkirin. Dîwarê hundirê dêrê pir sade û bê fîguhirin.

Gelek beşê dîwarê mizgeftê li xwe mukir tên ku gelek çaran hatiye restorekirin. Lê belê her çiqas mîmariyek hunerî nehatibe bikar anîn jî, xuyaye ku dîwarê mizgeftê li dijî germa havînê û seqema zivistanê hatiye lêkirin. Ew dîwarên stûr û kevirên nehît destûr nade ku germa havînê ku mirovan dişewetîne hikûm li hundirê mizgeftê bike. Ji dervê mizgeftê jî tê xuyakirin ku dewletê ew di halê wê de hiştiye û welatiyên Qoserê bi derfetên xwe mizgeft ji nûve restore kiriye. Ji ber ku 4 mînareyên ku heta sed sal berê dengê ezanê li çar aliyê qoserê belav dikirin niha tu şop ji wan nemaye. Dîsa ev mizgeft piştî Yekem şerê cîhanê tev hilweşiya û edî deriyê dilê xwe ji îbadetê re girt. Heta 23 sal berê li şûna dengê ezanê qerîna dîk, dengê hespan û barîna bez jê dihat. Li şuna cimhet xutbeyê lê bike mexelê hesp û guheha bez bû.
Piştî sala 1986’an hate nû kirin dîsa deriyê dilê xwe ji mirovan re vekir û ket xizmeta baweriya mirovahiyê. Lê niha her çiqas hatibe restorekirin û îbadet lê tê kirin jî li gorî nirxên xwe û dîroka xwe ji qîmetê xwe dûr e. Ew li çand û dîroka Qoserê xwedî derketiye, divê Qoser jî li wê xwedî derkeve.