Li gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê, Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyranê ji ser welatiyan qut dike û wan ceza dike. Ji ber ceyran ji ser welatiyan tê qutkirin, welatî bertekên xwe nîşan didin. Li Rihayê piştî welatiyan DEDAŞ şermez kir, leşkeran 18 kes binçav kiribûn. Niha jî li gundê Zorava leşker ji bo DEDAŞ’ê biparêze, mizgefta gund kirin qereqol.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li gundê Zorava yê navçeya Nisêbînê piştî DEDAŞ’ê ceyrana gund qut kir, leşker ji bo DEDAŞ’ê biparêze li mizgefta gund bi cih bû. DEDAŞ’ê bi hinceta deynê xwe nedane ceyrana gundiyan birî. Li gundê Zorava 4 hezar donim zeviyên çandiniyê hene. DEDAŞ’ê ji her cotkarekî re di navbera 600 hezar û 2 milyon lîre faturayên ceyranê birî. Li gorî fatûrayên DEDAŞ’ê bi komî 20 mîlyon lîre deynê cotkaran heye. Cenderme û cerdevanên ji bo bikaranîna ceyranê ya cotkaran asteng bikin bi daxwaza DEDAŞ’ê li gund bi cih bûn, mizgeft û mala şînê ya gund vegerandin qereqolê.
Cenderme û cerdevanên 3 roj û şev in li mizgeft û mala şînê yên gund nobetê digirin, trafoyan kontrol dikin. Cenderme şûna wesayîtên eskerî, serwîsên dibistanan ên ku ser plakeyên wan digirin, dixin xizmeta xwe. Ji bo ku mizgeft vegerandine mizgeftê gundî nikarin biçin nimêjê jî bikin.