Mîzah weke cureyeke hunerê di wêjeyê de cih digire. Di her civakê de mirovên ku bi vî karî re mijûl dibin hene û civaka xwe bi vê hunera xwe didin kenandin. Weke her civakê di civaka kurd de jî qerf û henek hene û di her serdemê de bi rêbazên cuda karê mîzahê hatiye kirin. Ji bilî salên dawîn ji ber qedexe û astengiyên li ser xebatên çandî û hunerî mîzaha kurdî li navendên vî karî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jî piranî bi awayekî xwezayî ev huner hatiye kirin û pêşxistin.
Di salên dawîn de her çiqas hin kesên ku bi awayekî profesyonel vî karî dikin hebin jî di civaka kurd de di asta tê xwestin ev kar bi profesyonelî nayê kirin. Lê hewldanên ji bo vê yekê hene. Yek ji kesên ku di nav vê hewldanê de ye Resûl Bafeyî ye. Bafeyî, platformên medya dijîtal bi awayekî baş xistiye xizmeta mîzaha kurdî û dîmenên xwe yên mîzahî ku dikişine, li ser platformên medya dijîtal parve dike û civaka kurd dide kenandin.
Bafeyî, der barê kar û xebata xwe ya mîzahê de pirsên me yên têkildarî kar û xebatên xwe bersivandin.
Weke ku hûn jî dizanin civaka kurd gelek êş kişandiye û hê jî dikişine. Gelo hûn ji bo sivikirina vê êşê derketin ser rêya ku hûn lê dimeşin an armanca we tiştekî din e?
Pêşî ji hemû xebatkarên Xebûnê re silav. A rast ji êşê zêdetir, em ji bo dayikên kurd û ji bo kêmasiya henekên bi kurdî yên li ser medyayên dijîtal derketin ser rê. Her çaxa min dît ku her kes bi zimanê xwe henekên xwe dikin, vîdeoyan amade dikin û xort û zarokên me jî diçin teqlîdê wan dikin. Min ji xwe re got “Çima em bi kurdî nekin?” Bila dayikên me, xortên me, zarokên me bi henekên di nav malbatê de bikenin û bila ji wan re bibe hêz da ku ew jî bi zimanê xwe bikin.
Te kengî dest bi karê henekê (komediyê) kir, te ji cihekî perwerdeya vî karî girtiye yan na?
Heke ez ne şaş bim destpêka sala 2017’an bû. Hema bi yek carê me dest pê kir. Me ti perwerdehî nedîtiye. Ez dikarim bibêjim me bi xwe, xwe hîn kir. Di serî de çi ji destê me hat me kir. Em nezan bûn û derfetên me jî nebûn. Lê me dev jê berneda û her çû em bi pêş ve çûn.
Karê ku tu dikî li seranserê cihanê gelek populer e. Bi taybet navendên vî karî hene û di hêla teknîk û mekanê de bi awayekî profesyonel ev kar tê kirin. Lê di karê te de mirov vê nabîne, ev tercîheke yan bêderfetî ye?
Te ya rast bivê birayê Qedrî tiştên ez difikirim ji derfetên min gelekî mezintir in 🙂 Ez gelek caran dema difikirim ez dibêjim ev derfet bi me re nîn e, em nikarin vê çêkin. Ev ne tercîha me ye, derfetên me ev in.
Tu çawa biryara henekekê didî û çi amadekariyê ji bo vê dikî. Mînak tu senaryoyekê çawa dinivisînî?
Ez çi amadekariyekê ji bo henekan nakim. Civaka me têr û tijî ye. Dema tu xwe nêzî civakê bikî, tuyê bizanibî çi henek baş e yan jî ne baş e. Li nav kolanê digerim, tişta dibînim ji xwe re dikim henek. Dema min dît ku dirêj e, ez dinivîsim. Jixwe bi piranî em vîdeoyên kin çêdikin. Gelek caran jî hema bi xwezayî ez çêdikim. Dema bûyereke balkêş dibînim demildest em dikevin nava amadekariyan û dest bi kêşan û çêkirina vîdeoyê dikin. Yanî bi gotineke din em li nivîsgehan rûnanin û senaryoyan nanivîsin. Di dema gera me ya li kolanê de ji tiştên ku em di nava civakê de dibînin, sûd werdigerin û wiha wê mijarê vediguherînin çîrokeke mîzahî.
Di çend hevpeyvînên xwe de tu dibêjî ku di civaka me de çanda henekê heye û kurd gelek henekê xwe bi hev dikin. Bêguman ev rast e, lê ev piranî li piştî hev û bi awayekî ji hev veşarî tê kirin. Hinek jî şerm heye. Zû bi zû kur nikare li ba bavê xwe henekan bike yan jî keç li ba dayika xwe. Lê te ev ji holê daye alî û heneka ku dikî li ser platformên medya dijîtal parve dikî. tu dikarî li cem dayik û bavê xwe jî bikî?
Pêşî spas ji bo vê pirsê ji ber ku ev pirseke gelekî xweş bû 🙂 Gernenas bin, civaka me henakên xwe bi rengekî aşkera bi hev nakin. Wek te jî gotî dema dikin jî li pişt hev dikin. Ez bi xwe jî gelek caran ji pişt ve hinekan dikim 🙂 Lê dema li ba bavê xwe henekan dikim deh caran difikirim. Piştî min ev şikand êdî dema civatek hebe û bavê min jî li wir amade be, êdî ew bi xwe jî hêviya henekan ji min dike. Yanî ez dikarim bêjim min ew dîwarê di navberê de herifandiye.
Tu bi devikî û bi dîmen karekî gelek serkeftî dikî û bi rastî jî gelek kesan didî kenandin. Gelo hêla te ya nivîskî çawa ye? Tu di vî warî de jî ji xwe bawerî ku bi nivîskî jî henekê bikî mirovan bidî kenandin?
Dema em henekên bi devkî û yên bi nivîskî bidin ber hev ji bo min henekên bi devkî hêsantir û rehetir in, lê di aliyê nivîsê de ez dibêjim hinekî kêmasiyên min hene. Tişta ez difikirim dema derbasî ser rûpelê bikim piçekî zehmetiyê dibînim. Van deman hewl didim senaryoyên dirêj binivîsim û di wî alî de jî bidim kenandin. A rast li ser medyayên civakî henekên nivîskî yên kin dikim û bertekên baş jî ji temeşevanan tên. Lê ji bo senaryoyên dirêj wext lazim e. Divê ez hinekî din di wî warî de xwe bi pêş bixim.
Her çiqas henekên te xitabî tevahiya civaka kurd bikin jî zimanê te herêmkî ye. Tu vê ji xwe re weke pirsgirêk dibînî yan na? Heke pirsgirêk bibînî ji bo derbaskirina vê çi hewldanên te hene?
Rast e, ez di qerf û henekên xwe de giraniyê didim ser devoka herêmkî û gelek kes zimanê min ê herêmî şîrîn jî dibînin. Ez bixwe jî ji zimanên herêmkîhez dikim lê li gelek cihan hinek henek nayên fêmkirin. Kêm caran be jî helbet ev ji bo min jî dibe pirsgirêk. Carnan hinek dibêjin bila bi tirkî be yan jî bila jêrenivîs hebe. Ez vê yekê naxwazim, ez hewl didim xwe nêzî kurdiyeke standart bikim û dixwazim vê jî bibêjim, ji bo fêm bikin bila hinekî hewl bidin, bila nebezin rehetiyê.
Kurd kêm dixwînin lê gelek dikenin. Heke tu li vê rewşê bifikirî armanca te ya ji kenandina kurdan çi ye?
Mîzaha kurdî ne kêmî mîzaha cîhanê ye. Ne kêmî ya ti kesî ye. Kurdên me yên bi zimanên din henakan dikin an jî hewl didin mîzahê bikin bila li zimanê xwe û li henekên xwe vegerin. Wê bibînin ku henekên kurdî çiqas şîrîn û xweş in. Ez dikarim bibêjim êdî cîhan li ser medyaya dijîtal e û bila henekên me jî jê vê derfetê bêpar nemînin.
Ji bo demên pêş projeyeke te heye. Heke hebe ev projeya te bi çi rengî ye?
Ji bo demên pêş çend senaryoyên dirêj li ber destê min hene lê ji ber bêderfetiyê mixabin niha nikarim çêbikim. Wekî din jî ez gelekî difikirim û dixwazim gelek tiştan çêbikim lê wek hûn jî dizanin tu tişt ji ber xwe ve û bi yekcarê çênabe, hemû tişt gav bi gav û hêdî hêdî baş e.
Di karê te de tişta herî zehmet çi ye?
Bêderfetî ye. Ku derfet nebin tu nikarî tiştekî bikî. Qesta min ne tenê aborî ye, her wiha derfetên lîstikvaniyê, derfetên wek ekîpman û hwd. Ser meselê îro cihek nîn e ku em lê perwerdehiyê bibînin. Ji bo wê em mecbûr dimînin herin bajarên mezin. Jixwe ku tu bixwazî tiştekî profesyonel bikî yan divê ekîpmanên te hebin an jî divê tu bi kesên zana re bixebitî û ew jî mesrefeke gelekî mezin e.
Resûl Bafeyî kî ye?
Resûl Bafeyî weke ku ji navê xwe jî diyar e li gundê Bafê yê navçeya Şirnexê ji dayik bûye û heta 14 saliya xwe li gundê xwe li Bafê jiyaye. Li Zanîngeha Pamûkkaleyê beşa Hemşîretiyê xwendiye. Lê niha karê hemşîretiyê nake.Resûl Bafeyî li ser medyaya dijîtal 4 sal in qerf û henekên kurdî dike. Aliyekî din ê hunerî yê Bafeyî ew e ku haya wî ji şêwekariyê jî heye û hin caran nîgaran jî xêz dike.