Partiya Çepên Kesk li Şirnexê mitînga hilbijartinên 14’ê Gulanê li dar dixe. Mitîng li navenda Şirnexê pêk tê. Bi hezaran kes tên qada mitîngê. Beşek mezin a girseyê cilên netewî yên rengîn li xwe kirine û qadê xemilandine. Girse bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dike. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê tev li mitîngê bûn.
Coş û peroşa mitîngê bi hemû rengîniya xwe didome û bi hezaran kes govendê digerînin.
Bername dê piştî rêzgirtinê dest pê bike.