12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîtînga Êlihê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li taxa Çandê ya Êlihê mîtînga 8’ê Adarê dest pê kir. Mîtîngê bi coş û kelecanek mezin dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, KESK a Êlihê, TUAY-DER’ê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn. Jinan li qada mîtîngê pankarta “Dem dema azadiya jinan e” daliqandin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Gulistan Doku li ku ye?”, “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Êdî bes e”, “Dem dema azadiya jinê ye” vekirin. Jinan li qadê bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye” berz kirin.