Endamên MÎT’ê û komên hêzên çekdar li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, 2 welatî revandin. Çavkaniyek xwecih diyar kir ku endamên MÎT’ê û çeteyên wê yên navê polîsên leşkerî li xwe dikirin, di 22’yê Tîrmehê de welatiyê bi navê Mihemed Îzet Koçer ê ji bajarê Cindirêsê revand. Li gorî heman çavkanî, çeteyên ’SultanSilêman Şah’, ’Emşat’ û ’Hemzat’ di 24’ê Tîrmehê de jî welatiyê bi navê Îsa Xelef ê 55 salî revandin.
Çavkanî diyar kir ku Îsa Xelef ji gundê Ziyaretê ye, bi hinceta ku pezê xwe li nêzî baregeha çeteyan diçêrîne li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat revandin.
MÎT’ê li Efrînê 2 welatî revandin
Endamên MÎT’ê û komên çeteyan li Efrînê 2 welatî revandin.