Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) komeke ciwanên sûriyeyî yên ku tev li xwepêşandanên li dijî dewleta tirk ên li herêmên dagirkirî bûne, revandine û birine girtîgehên Tirkiyeyê.
Li gorî navendê, beşa yekemîn ji 12 sûriyeyiyan pêk tê ku vê sibê bi wesayîtên leşkerî û di bin çavdêriya çeteyên “Artêşa Watanî” de, derbasî Tirkiyeyê kirine.
Navendê da zanîn ku malbatên ciwanan, ji bo aqûbeta zarokên xwe bi fikar in, ji ber ku bi “xiyaneta li ala Tirkiyeyê” hatine tawanbarkirin.
Li gorî navendê ji dîmenên ciwanan ên hatine parvekirin diyar dibe ku îstixbarata dewleta Tirk fişarê li ciwanan dike da ku lêborînê bixwazin û bibêjin poşman in.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li başûrê kurdistanê jî di demên dawî de dewleta tirk herêmê wekî ku parçeyek ji Tirkiyeyê be dinirxîne û li başûr jî bendên kontrola xwe ava kirine û nasnameyên xelkê herêmê kontrol dike.
Ji xwe li deverê Sûriyeyê ên ku desteser kiriye dewleta tirk wan deveran wekî ku parçeyekî ji Tirkiyeyê be tevdigere û wiha kontrol dike.